’ezîzim

Li pirtûka:
Dîwanî Miḧemed Saɫḧ Dîlan
Berhema:
Miḧemed Saɫḧ Dîlan (1927-1990)
 1 Xulek  1120 Dîtin
birayan! xwêş û kes ferzendî cergim
diłim ałe le xakîşa be řengim
henasem bonî řûy êwe ehênê
be baqe guł leser sînem eçênê
lenaw gořa beyadî cergî birjaw
le dway sedsał xuřey dê pîre xwênaw
ehajê qułpî sûrî çaw û sînem
ke min řołey nemirdûy em nigînem
’ezîzim xalîdî dergay meḧwîm
esûtêm heł’eqirçêm xołî meşwîm