azarişkên

Li pirtûka:
Dîwanî Miḧemed Saɫḧ Dîlan
Berhema:
Miḧemed Saɫḧ Dîlan (1927-1990)
 1 Xulek  3198 Dîtin
ay çend xoşe be astemê gwêm lêye
a em denge dengî diłe hî kêye
řêga çoł ken, azarişkênî pêye
dû awaney tavgey zełme ya zêye
ey çareser ey meturfey asmanî
to em çaret le kwêwe bo min hanî
to xeyałî ya henasey yezdanî
wa lep nermî lokey birînî gyanî
ey lêwtenk, ey pirç řeşeřeyxane
çî toy hêna bo sirewtî em gyane
kê pê witî sing birîndar dîlane
were pêşê wadey ax hełkêşane
were pêşê beramberim řaweste
lêt epirsim yek dû wişem mebeste
to bo diłit legeł azar peyweste
bezeyîye, řêzgirtine, ya heste?
peyman bê legeł firmêskî çawa
legeł pirçî ałoskawî tawtawa
heta şêwey êş bimênê le nawa
şerte nełêm, hergîz nełêm mał’awa
şikofey jînî ’umirim newbehar bû
wekû pişko le şewgara dyar bû
temen kurte wekû kurtî gułałe
le lêw eřja bexuř ew xwêne ałe
le kwên xuşkan êwen deştî jînim
deba siktan binêne cê serînim
be komeł lêw binêne ser henasem
êwen kirdem û encam û henasem