werzî caran
Li pirtûka:
Dîwanî Miḧemed Saɫḧ Dîlan
Berhema:
Miḧemed Saɫḧ Dîlan (1927-1990)
2 Xulek
853 Dîtin
beharî caran
giznigî awêz.. be sewday newbeharê
le çawî guł diłopî sûr ebarê
le bo werzê.. ke ba şaney gełaye
le kwêstanê çinûr pirçî tełaye
xişił barane nêrgiz çawî zerde
ke pîrozey wenewşe şînî herde
le damêna birîsk û huřî awing
dewarî zêř û zîwîne be bê sing
ledem lêwa şeqayeq wek şerabê
ke firmêskî gułałey pya řijabê
wek lêwê be lêwê çon emjirê
weku xwênê be xwênê çon ekujrê
le lêwî lale xwên barîn bû caran
le dił da bawe piř esrîn bû caran
le asoga sirûştî taze korpe
diłî berdî exsite coş û xurpe
letaw baq û birîqey nêw nizaran
şewarey bû qułing û qaz beharan
le girmey hewr û hařey tîjî terze
şikofey hełwerîwî tirs û lerze
le deştêka ke seyranga bû caran
le piř hewrê ke baranî ebaran
ke ařayşit eşêwa berg egořa
hezaran dił eçû peyman edořa
beharî êsta...
ewa êsta ke nîsane û behare
demî xunçe be nûqawî dyare
lekwê mêrg û lekwê zongawe îmsał
ewê řûte û ewê sûtawe îmsał
le kwê řaxer birîtî bû le çîmen
ewê zerdew lewê şêwawe dîmen
le nêrgizcařî şwên koteł ebînî
dirextî sîs û liq suteł ebînî
le kin qumrî le bulbul katî xwêndin
henasey kurt û bang nûzeł ebînî
şeqawî ask û řewtî le řûten
legeł yek têkeł û pêkeł ebînî
le şîngaya be dûy sirwey şemeła
kemalûl û kinêr û topeł ebînî
kewî małî le şax hêmin bezîwe
ḧeşarî şaş û piř dûkeł ebînî
beharî kem temen baranî zorîş
gułî małî ebê pûçek bibînî
legeł befir û legeł zistanî sexta
beharî bê feř û pît wa le bexta