cemîlî cwane merg
Li pirtûka:
Dîwanî Miḧemed Saɫḧ Dîlan
Berhema:
Miḧemed Saɫḧ Dîlan (1927-1990)
2 Xulek
1275 Dîtin
cemîl cwan bû
cemîl cwan bû.. guł wêney ew enexşa
weku cestey lew herdane epexşa
wêney çawî estêrekan le asman
eyanurşan eyanpirşan ey cirîwan
kam şew řeş bû kamî tarîk û tar bû
lew şeweda weku momê dyar bû
bestey dem bû hewên bû bo gořanî
bo şewanî beharî newciwanî
kerese bû bo hełbestî diłdarî
dirextê bû bo cirîwey pasarî
mayey xurpey diłî germî nazdar bû
sał dwanze mang ew hemîşe behar bû
cemîl pyaw bû
cemîl.. pyaw bû, merdane bû, dilêr bû
netirsaw bû, řołeyekî cwanmêr bû
řewştî ew baxê bû bo têbînî
bo nîgarê lekem kesda.. ebînî
ew pêwaney lay zor kesî em kate
bo dunyayan řêgay hat û nehate
ew pêwaney pêy ewtir’ pare
le hendê qat bo hendêkîş bebare
lay taqmê hêz û twana û kes bû
keçî lay ew be wêney çiłkî des bû
bêcge lemeş kem kes hebû wêney ew
beramber dost bê kînebû sîney ew
bo damanî řojî řeşî tengane
małî sipî ew xiłke bû ew cwane
cemîl kurd bû
cemîl kurd bû.. ałudey tê koşan bû
bo kurdistan germ çek leserşan bû
le katêka zorbey xiłkî em şare
lenaw lêdan, ḧepis kirdin, qenare
dergay be řoj cût û xiř da xirabû
małî ewan leser pişt û wała bû
dałdey şew bû bo hawřêga û hawbîrî
penayê bû bo řizgar bû le tîrî
sutênere sewz û wişk be carê
piřkerewey qułp û çawey beharê
cemîl kurd bû bo jînî kurdewarî
le řêdabû ney’ezanî bêzarî
em dwayyeş ke kewte dwa henasey
em wişaney serî ekird be tasey