payzî caran

Li pirtûka:
Dîwanî Miḧemed Saɫḧ Dîlan
Berhema:
Miḧemed Saɫḧ Dîlan (1927-1990)
 2 Xulek  2674 Dîtin
ekewte řê hewrî pełey paraw û têr
be firmêskî bay be peley lay germesêr
tîjřê û rû beperoş bû bo ser çya
bo ser pûşî zerd hełgeřaw.. caran gya
caranî sewz.. ser řazawe be mirwarî
be şewnimî beharî lay kurdewarî
caranî mest bebonî şerabî behar
pyałekey pełey guł bû ta dem nizar
sing kuter bû tekan derbû weku lawê
leřêgay awatî çen sałey cêmawî
caran ajeł řuwe û peçe û bere û koz bû
řojgar kurt û çaw xewałûy wenewz bû
şwan kořî şew gerimker bû be fûy şimşał
cułey peda be demarî hest û xeyał
paşan norey bestey demî herzekar bû
aman aman bo sirûştî kirdigar bû
beste ełên ewî eyłên nayłênewe
ta keybanûle firmanî şew ebnewe
şewî caran şewgarî payzî dirêj
ta sûrayî epeřîye çawî gêj û wêj
beste ełîn ewî ełên naycûnewe
taku bêdar le giryanî şew ebnewe
şewî caran xoşewîstî destî řêz bû
bazûy merdî le mil û gerdin awêz bû
hestî firman řêkxistinî řêçkey jyan
guzeranî asûdeyî û ał û gořî sade û nyan
yasayî be nirx û giranî em xełke bû
bê firmanîş firmandarî ew kełke bû
şewî caran şewgarî payz dirêj
ta sûrayî epeřye çawî gêj û wêj
em wiłate piř le pît û piř samane
cêgay feř bû piř bû le şeqłî pyawane
ewa dîsan payz hat geła řêzane
hewrî pełe řuwe û şax berew kwêstane
bełam êsta û şewî êsta çon be coşkem?
giřî kořî sardewe bû beçî xoşkem?
şewgarî tarîk û nûtek çon řoşnikem?
em sere gêj û şêwawe çon hoşin kem?
ey hewreke dayřêje serî tişrîne
wadey pełe û naştinî termî hawîne
norey toye bigrî be serhemûmana
beser êsk û piruskî řabirdûmana
bîşorewe ba ser ledesî dyarî bê
ba quř xestibê bo serî şermezarî bê