řûnakî

Li pirtûka:
Dîwanî Miḧemed Saɫḧ Dîlan
Berhema:
Miḧemed Saɫḧ Dîlan (1927-1990)
 3 Xulek  1142 Dîtin
perwane be şew çira bibînê
bo řûnakêkey xoy esûtênê
bo nextê şewq û tozê řoşnayî
ebê be xełûz bo (řojî dwayî)
ba guł xenderan bo bizey ser lêw
hênde ebînê řû girj bo cinêw
ke bîstî qaqa ya pêkenînê
be corî kuł û coşiş esênê
le xoşî geşkew zerdexeney dem
lêk ebêtewe şeq eba be xem
ya gułî gewrey gułebeřoje
ezanî boçî her řuwew řoje?
çon řoj bigeřê mil eçerxênê
ke awaş bê boy doş da’emênê
peroşî tîşkî zêřînî ewe
bêzarî siza û nałênî şewe!
emane hemû bê gyan, bê ziman
bê dest û bê gwê, bê naw û nîşan
bê bîrkirdinewe, be bê cûłey dił
be bê tirs û lerz, bê dû diłî û sił
le dûy řûnakî wişadî ’ewdałn
dujminî şew û şewgarî tałn
ba êmeş wek ew guł û mêruwe
ke bo řûnakî û geşe tênuwe
bo geşey gułî serbestî û şadî
bo hełhatnî řojî azadî
êmey bo badey řizgarî tênû
bibîn be xełûz, bibîn be sûtû..
============
dîwanî miḧemed sałḧ dîlan/qurbanîyekanî netewe
bîxere gerdin, petî ceřawit
bîxere ser pişko nêçîrî řawit
gîr ke le cestet nînokî sûrit
bîgeyne gwê zemzemey dûrit
bêxene... jûrî tarîkî zîndan
şebeq bixere cêy qep û didan
giř berbidere xaşakî laşe
goşt herzan bike bo dał û waşe...!
êsqan wird bike ser bipeřêne
cumgey em û ew lêk bitrazêne
bibře, bikuje, bike be sûtû
fwarey xwên bixe naw qurgî tênû
mest be be cergî birjaw û pare
be xwên řûnak ke em şewe tare..!
ba tengey estûr, çeşî darkarî
mestî azardan pêy gunahbarî
hełpeřê le ser êskî em û ew
qaqay têkełka legeł qaspey kew
ba.. pîşey singî kiraw be dara
bika be tarî bezmekey dara
ba.. em bisûtê, ew bibê be xoł
em be qawirme, ew be şîpey çoł
çî lewe... mêzî řazawey ewê
diskate milî qed barîk şewê
zeřey pyałe û fincan mebeste..!
şeref to biřo hîç řameweste..!
ba xełkî hemû qełaço bikirê
teqela û řenc û samanî bibřê
sa ewî destî dar bigrê be ḧał
le giřî şeřda bê be koy zuxał
leber meramî pîsî dagîrker
cerdey (ayetî) xwên řeştin leber
bimrê nîştiman, bisûtê mîllet
bijî jêr destî, bimênê zîllet..!
bełam... pişkoy jêr xołemêş û jîł
gwê hełxirawî dengî zeng û zîl
ewyan mełasî bay tołesendin
emyan çaweřêy xiroşî (hestin)
ke ew hełî kird wird geşayewe
emyan awazî dengî dayewe
ewsa norey gurz ekewête des
gelî dax le dił be bezim û hewes
kozer û perbay wa eka beşen
çerx neydîbê meger be degmen
ewsa her kesê le meydana mird
cêy şanazîye bo netewey kurd