řûnakî
From the Book:
Dîwanî Miḧemed Saɫḧ Dîlan
By:
Muhammad-Salih Dilan (1927-1990)
1 minutes
1699 views
perwane be şew çira bibînê
bo řûnakêkey xoy esûtênê
bo nextê şewq û tozê řoşnayî
ebê be xełûz bo (řojî dwayî)
ba guł xenderan bo bizey ser lêw
hênde ebînê řû girj bo cinêw
ke bîstî qaqa ya pêkenînê
be corî kuł û coşiş esênê
le xoşî geşkew zerdexeney dem
lêk ebêtewe şeq eba be xem
ya gułî gewrey gułebeřoje
ezanî boçî her řuwew řoje?
çon řoj bigeřê mil eçerxênê
ke awaş bê boy doş da’emênê
peroşî tîşkî zêřînî ewe
bêzarî siza û nałênî şewe!
emane hemû bê gyan, bê ziman
bê dest û bê gwê, bê naw û nîşan
bê bîrkirdinewe, be bê cûłey dił
be bê tirs û lerz, bê dû diłî û sił
le dûy řûnakî wişadî ’ewdałn
dujminî şew û şewgarî tałn
ba êmeş wek ew guł û mêruwe
ke bo řûnakî û geşe tênuwe
bo geşey gułî serbestî û şadî
bo hełhatnî řojî azadî
êmey bo badey řizgarî tênû
bibîn be xełûz, bibîn be sûtû..