pelke

Li pirtûka:
Qeɫay Řaz
Berhema:
Jîla Ḧiseynî (1964-1996)
 5 Xulek  839 Dîtin

pelkekanî kirdewe, kaseyek aw le tenîştyewe bû, şanekey tê jend û hênay be qijya lûl bûn...şanekeyan tê egîra. hêdî û leserexo beş beşî kirdinewe. kirdinî be çwar qef. car care naçar bû şanekey le girê pûçkekan bigîrênê û be yek tekan tund řaykêşê...

qije lûlekanî girê pûçkeşyan zor bû.

bîrî kirdewe le keyewe serî danehênawe, řojêke...mangêke...yan sałêk?...

na her em beyanîye bû. girêyekî tirî kirdewe. deneyekî şaneke şika û le girêkeda mayewe... carêkî tir şanekey teř kird. girmołeyek qijî teř û deneyekî tirî şaneke leyek gîr bûn. cyay kirdinewe û le awekey xistin... be diłya hat:«xozge, yan qije serim xaw ebûn, yan her ne’ebûn»... we bizeyekî tałî girt.

-ewete lebîrme em awatem buwe....

dîsanewe destî kirdewe be şanekirdinyan...kaseke piř bûbû le girê pûçke û diney şane. şanekeş zor kel bibû. girê pûçkekanî girmołe kird û le qełiştêkî dîwarî ḧewşey xinî, ta nekewne jêr dest û pa, newek janeser bika. bîrî kirdewe, ewendey lebîrî bê qed qijeserî nexsitote ber dest û pa, her le kunî dîwarî xinîwe....daykîşî her weha. keçî ew be janeserewe serî nawe...emîş dayme serî jan eka!

daykî eyut: «bextî dayk cyazî kiçe» ke wate emeş le daykyewe pêy biřawe....yanî em mîratîye be gułê- yiş egat?....

yadî gułê bû be henaseyekî germ...zayełey kenînêkî geş...hewrekanî řewandewe...paşan bû be kotrêkî biçkolane û be gimegim leser diłî nîştewe.

-«ełên gułê le xom eçî»...minîş şêwey daykim edem. bîrî daykî kird. hate jûrewe, seyrêkî awênekey kird. serî tewaw řûtabuwewe. nêw kasey aweke çen liqe şane û dû sê tałî dirêj û řeşî tya mabû.

-ke wate awatekem hatote dî.... ke xaw nabin, ba her nebin....

çen diłî be qijî xawewe bû.... bedrêjayîy jyanî henasey bo hełkêşawe.....

tezêk be diłya hat û çawekanî bûn be kanyawêkî teqîw...serî girt beser kasekeda û dilop diłop firmêskî tê řişt. tałe qijekan xaw bibûnewe...wekû marêkî řeş û barîk xoyan dirêj kirdibû. yekêkyan be kasekeda hełgeřabû. ewendey le aweke hatbuwe derewe lûl bûbuwewe. destî beser serya hêna...îtir lûl nebû...qijî pêwe nemabû ta lûl bê....be pele serpoşekey da be serya û heta nêw çawanî dapoşî û be asûdeyî henaseyekî hełkêşa.

-îtir dyar nîye....ne ḧeme û ne gułê pêm nazanin.

awênekey hełwasîyewe.... kase awekey sûk hełgirt û leser řifeke lay wênekey bawkîyewe dayna.

-xozge wêney daykîşim ebû....

yadî daykî diłî piřkird. carêkî tir le awênekeda be şwênya geřa. serpoşekey diřabû.

-ebê zyatir bîparêzim le dû sê lawe diřawe....

daykî pêkenî....kenînêkî tał....înca firmêsk hate nêw çawî û pêy wit:

-zorit aga lêy bê....eme yadgarî daykime....le seremerga pêy dawim.

bîrî kewtewe... ewetey çawî kirdotewe emey beser daykîyewe dîwe. eyut:

-entîkeye....îtir lem serpoşane des nakewê, baştirîşî bo bazař nehatuwe. emaney êsta zû kałewe ebin.

bîrî kirdewe.

-heta em serpoşey beserewe bû...nemzanî serî řûtawetewe. her swêndî be sere sipîyekey exward.minîş wam’ezanî pirçekanî daykim xaw û sipîn...bełam le dwa henaseya çawim pêy kewt....bawkim têy xuřî. be serî sipîyewe serit řût ekey?

daykim pêkenî...kenînêkî tał....çawekanî piř bûn le firmêsk û lêwî xoy kiroşt.têgeyştim tûřeye... axir daykim herçî tûře bwaye bêdeng lêwî ekiroşt û çawekanî piř ebûn le firmêsk, beyanîy pirseke, serpoşekem da be serma.îtir lew katewe be sermeweye....lew katewe ke qijekanim lûl û řeş bûn...ta êsta...

seyrêkî wênekey bawkî kird. be mêhrebanîyewe boy eřwanî. wêney mêrdekey mořey lê ekird, bêguman ḧezî ekird têy xuřê. ew ber awêne bo çoł nakey....ełêy gewrekçî...

-daykim...bîrî daykim kirduwe.

awênekey becêhêşt...daykî řoyşit...

hate ḧewşe û seyrêkî dîwarekey kird....zorbey kunekanî piřbûn le girmołe qijî řeş...hêşta kunî

çołî zor tyamabû....

ta destî girt şane kelekey fiřê daye awe şîweke....kewte nêw gijugyakan û tund lêyan gîr bû. înca bêdeng lêwî xoy kiroşt û firmêskî řişt....we aram serî kewte ser şanî.