nûser

Li pirtûka:
Qeɫay Řaz
Berhema:
Jîla Ḧiseynî (1964-1996)
 8 Xulek  1366 Dîtin

çok be çokim danîştuwe û çawe cwanekanî tê biřîwim. be sozewe ełêm:

-xoşim ewêy...biřwa bike xoşim ewêy.

-xoşewîstî çon wa ebê. dayme wam be tasetewe. çaweřêy ewe ekey, key serit biperjê bêy bolam. haḧ lew xoşewîstîye!?

-axir...

-axir çî? be sed ziban bangit ekem. etlawênim. kes wek min to nanasê, xoştî nawê, kes wek min be karit naye...

-ezanim...ezanim...ezanim. bełam çî bikem. mêrdim heye. minałim heye. mêrdekem xoş ewê, minałekem wekû gyanî şîrîn waye. bo tênagey?! le heman kata toşim xoş ewê. xoşewîstît le hemû xanekanî leşma cêy girtuwe. buwe be xwên û lenêw demarekanma ejît.herçî ekem, em dû gyanî xoşewîstî û ewîne le derûnma pêkewe naḧewênewe...êwe çîtan le yek dawe. bo wa singit çikole botewe? xo ezanî xoşim ewêy. îtir çîye? bo wa ekey? bûy be pelkezêřîne û emser ewserî asmanî endêşemit dapoşîwe.

le çawe cwanekanî minałekema etbînim. le mêhrebanî û diłsozî mêrdekema...

wefam bo ewan nebê, şayanî diłdarîy toyş nîm...ay katê çaweřêy hatnewey mêrdekem ekem. her sîmay to dête ber çawim. ke xomî bo eřazênmewe, sîmat le çwarçêwey awênekemana le qap egrît.

hênde legełma jyawî, seyrit ekem xom ebînim. seyrî xom ekem to ebînim.

-minit ewîst nedeba şût bikirdaye.xo dostêkî řaguzarî û serzarekî nebûm. çendeha şew destim beser qijta hêna, firmêskekanim bo siřît...heta beyan serim leser koşî to bû. legeł azarekanta giryam. bedem şadîtewe hatim...

-xot xoşewîstîy ewt tya perwerde kirdim. cwanîy to řengî dawe, dinyay bo cwan kirdim. weřezîy to weřezî kirdim.bizey to diłî daxurpandim û henasey to giřî tê berdam. xoşewîstîy to fêrî sûtanî

kirdim....

-ey ke waye , bo hênde bêwefay...boçî diłim eşkênî.çen car enêrim be şwênta .herçen çawit lê da’egirim, çepke guł û awênet bo enêrim, her wełamim nadeyewe...?

-çepke guł? çepke gułekanit bonî xotî lê dê, awênekan wêney xotyan tyaye. xo to dûr nît min bêm bo lat. le derûnmay. le henasekanma ejît. diłdarîy řasteqîne sinûr nanasê. le hemû şitêka etbînim. le bizey minalekema, le deste çikolekanya, le çawî mêrdekema...kat direnge, xot ko kewe, êstaye mêrdekem bêtewe, zû be...zû be.

-hêşta tasem lêt neşkawe...

-minîş her wa, zû be... zû be...diłnya be her ke řoyşit agadarit ekemewe...ha dey zû be.

-axir...

***

-selam xoşewîstekem.

-selam, xoşewîstîy to?! biřwa nakem. hemîsan çawekanit dayîsawin. qet seyrî awêne ekey? jinêk çaweřêy mêrdekey bikat, wekû toye? çawit le mine , bîrit lay ew. destim egrî , le yadî ewday. weřez bûm....

-bo wa ełêy, le beyanîyewe ta êsta xerîkî mał xawên kirdinewe û gesk lêdan û şîw kirdinim. ew çêştey pêt xoşe bom saz kirdûy. çawim bo řiştûy. qijekanim bo dahênawî. bonî xoşim le xom dawe, kuřekeman jîr û têr û xawêne. çît le gyanî min ewê.

-xotim ewê...xot...bo tênagey? xo min mindal nîm bew şitane bimxełetênî. bo le yadî nakey, bes nîye?...herçî dêmewe, bonî ew lem małe dê. be pele day’eşarît û wa ezanî hemû şitêk biřawetewe, wekû keweke serit kirduwe be befrekeda wa ezanî kes natbînê. çawekanit le xot wefadartirin.

řastigotirin.hêşta wêney ewyan tyaye... ke seyrî çawekanit ekem, ew ebînim. ke bonî destekanit ekem, ke bonî qijekanit ekem...na gyanekem xoşewîstî wa nabê. lenêwan ême û ewda yekêkman hełbijêre. yan ême, yan ew...

-na, na, qet şitî wam pê mełê. bezeyît pêma bêtewe, xoşim ewê. pêştir le toş xoşim ewîst, le gyanma xaşey dakutawe, bê ew hîçim. biřwa bike bewewe zîndûm. to jinî mirdû û bêhestit bo çîye? hawsere xoşewîstekem, lêm bibure. bełam ew fêrî kirdim tom xoş bwê. xoşewîstîy ew, bo xoşewîstîy em dinyaye goşî kirdim. ew xitûkey dam û çaweřwanî û bize û firmêsk, mêrd û mindał, bawik û daykî bo

mana kirdim.

ke to wekû hawřêy jyan letenîşt xomewe bibînim, diłdarane xoşim ewêy; bełam sereřay hemû başîyekanit ke bûy be lemper, bûy be pasewanî melî bîrim. řwanînim řengêkî tirî ebê. mał û samanekem wekû qefezêkî zêřînî lê dê. ḧez be fiřîn ekem û çawekanî kuřekeman , xoşewîstîy to, zincîrêke û le dest û pêm aławe....

dar natwanê basî xaşekanî nekat. bo melî bê bałit dîwe, şeqjinî bałî neyet û xew be fiřîn û asmanî samałîşewe nebînê? çon etwanim desberdarî em ’eşqe bim? to hetawî sard enasî? lêwî xom gest. nek bo ewey nełêm boçî? le ḧeyfî ew wişe şardirawane bû ke dayme xew be gerûy teř û zibanî parawewe ebînin. destekanim letaw serma nekirdiwe be baxełma . de waz bêne. boçî? bo kwê? ta key?...ta key?!

ew řoje destim derbênî sersam ebî, xoretawî ew ’eşqe pîrozey le baxełma şardûmetewe destim eka be giřkanêkî teqawe. xot û pirsyar da’epłosê. şadî û saman da’epłosê.

-şadî û saman?

şadîy min toy, samanîşim toyt û kuřekeman, małekeman, bonî çêşte xoşekanit, hîway min çawêke tenya ewînî minî tya bêt û bes. min emewê to hîy min bît û bes. diłdarî yanî yekdiłî. diłêk dû ’eşqî tya naḧawêtewe...na.

-min qirçeqirç esûtêm û to hawar ekey. min diłop diłop etawêmewe, to dengit derdê. xew le çawî min torawe, to xembarî. emane xoy manay xoşewîstîn. têt egem. bełam bê ew le xom naçim. tikaye têm bige. be çawî xot seyrî dinyay bîrekanim meke. řêgay ’eşqim be gezî xot mepêwe, na.

-min natwanim, na. ke waye biřo bolay...ême û ewyan newtuwe, xot ezanî; yan emlayî, yan ewlayî.

***

-hatîtewe?...

-ay, erê xoşewîstekem hatmewe... bełam emcar bo maławayî. mêrdekem witûye: yan ew, yan to. ełê kuřekeman daykî ewê, yasakanî komełgakeşman ezanî. daykim bizanê leser to wazim lê hênawin, ḧeyam eba. xoşim bê ewan najîm. kes çakim nałê.carî pêşû daykim eyut: nexełetêy biłêy leser ew mêrd û małekem becê’êłim. ḧeyaman ebey. biłê małim ewê, maşînim ewê, zêř û feřşim ewê...

witim daye, xo ewe tawanêkî gewretre. çawe cwanekanî kuřekem be pare nafroşim. mêrd û samanekem be

mał û maşîn nagořmewe. witî: xot ezanî. ke waye dakewe. îtir waz bêne. ew le dił derke.

- êstaş etewê le dił derim key.

- nazanim, nazanim, nazanim....

***

- nîweřoye afret, afret ewe le kwêy.

- wam leyre, leber demta řawestawim.

- gałte meke, bo natbînim. way le kwê. birsîme. katî gałte nîye.

- gałtey çî pyaw, leber demta řawestawim. bo nambînî? wa dyare to gałte ekey. ewe destim, ha destim bigre.

- kwa, hîç nabînim.

- ewe çawim, seyrî ke, îtir ewî tya nabînî.

çawekanîşt nabînim.

- ewe diłim. xoşewîstîy ewm tya naşt.

- hest be germakey caranî tya nakem....

na...na. min tom bem şêweye qet nawê. natnasim, na.

her êsta xom eřom be şwênya û eyhênmewe.

-torawe, biřwa meke bêtewe.

- na na, hewłî xom edem. xoşim ewêy. namewêy be mirdûyî qet bitbînim.

kuřekeman daykî zîndûy ewê. min diłî germim xoş ewê....

***

be pele řaykirde derewe. le yekemîn dûkanî lay małekewe defterêk û pênûsêkî kiřî û hênayewe.

-em dyarîyanem lê werbigre. bîbe bolay bełkû aştî bibêtewe.

serim hełêna, mindałekem pê’ekenî. şwên nîgakeym girt. aşna bû...

le sûçêka řawestabû. sed ewendey caran cwantir wekû xorê dayîsabû. lenêw awênekeda pê’ekenî.pencerekanî kirdibuwewe...beramey jûrekey piř kird. řamkird bolay tund baweşim pya kird û bûm be dastanî diłdarî. daykî ’aşiq, jinî ’aşiq, nûserêkî ’aşiq ’aşiq.