çaweket
Li pirtûka:
            Gunah
        Berhema:
                Elî Ḧesenyanî (1939-1992)
        
             1 Xulek
             1993 Dîtin
        
        
    
                çaweket: şê’re, telîsme, badeye
mestî meste,
piř le heste,
dîmenî tarîk û řûnî adeye
lêwî ałit: kanyawî hestime,
maçxiwaze,
cwane, naze
arezûme, muhîmî hełbestime, pêkenînit: zemzemey kanîy ewîn
mosîqaye,
şê’rî xwaye,
sêḧrî «bûn»e, řazî «man»e û řemzî «jîn»
xałekey nîwan memanit: řûgeme
diłbizwêne
şadîhêne,
taqe estêrey geşî bistûgeme,
bejin û bałaket: lebare, naske,
cwan û berze,
lar û lencet çeşnî řewtî naske, ey vênûsNava taybet!
ey çawekanit piř le řaz!
min le deştî çarenûsa řêge winbûm,
bimgeye!
bo minî ser ta be pa ẍerqî nyaz
řemzî «herman» t le laye, bimdeye!
ba xudagîrim nebî, biřwane dił şeydaye bot
lade ew perdey ke kêşawte le nêwan xom û xot!
			
            
        mestî meste,
piř le heste,
dîmenî tarîk û řûnî adeye
lêwî ałit: kanyawî hestime,
maçxiwaze,
cwane, naze
arezûme, muhîmî hełbestime,
mosîqaye,
şê’rî xwaye,
sêḧrî «bûn»e, řazî «man»e û řemzî «jîn»
xałekey nîwan memanit: řûgeme
diłbizwêne
şadîhêne,
taqe estêrey geşî bistûgeme,
bejin û bałaket: lebare, naske,
cwan û berze,
lar û lencet çeşnî řewtî naske,
ey çawekanit piř le řaz!
min le deştî çarenûsa řêge winbûm,
bimgeye!
bo minî ser ta be pa ẍerqî nyaz
řemzî «herman» t le laye, bimdeye!
ba xudagîrim nebî, biřwane dił şeydaye bot
lade ew perdey ke kêşawte le nêwan xom û xot!