jyanewe

Li pirtûka:
Gunah
Berhema:
Elî Ḧesenyanî (1939-1992)
 2 Xulek  1363 Dîtin
zirîngey kot û zincîrê hewałî hatnî hêna
le nêw tarîk û lêłî serdî payîza,
şeket,
bêhêz,
xewałû,
têkçemaw,
mandû,
le pêçî řêwe peyda bû
řehendî bê zemanî dûr û bê řoçnayî řabirdû
be destařî siza,
wehay hařîbû, wirdî kirdibû, detgut:
- keř û kwêre
ne gwêy da bew hemû:
- şewbaş!
- çonî?
- çit be ser hatuwe?
ne awřî dawe ser hîç kes
bełê tawanî řabirdû çi samnake
yekêk hawarî kird:
- bawke!
ke wîstî baweşî pêda bika dîtî ew hewre,
řoḧe,
namoye,
tapoye
be bêdengî, be aramî le baskey kêwî awa bû
zirîngey jengineznicîr û kotê her dehate gwê
 
le nêw tarîk û řûnî şestebarana,
le pêçî řêwe peyda bû
geyşte ême dwayîn ałqe zincîrî řizî, dakewt
şemałî banemeř tozî le ser labird
bizey hatê
le awî kanyawî zemzemî noşî
kitêbê bû le dinyay dî
řwanînî, bizey, řemzî mu’emma bû
bełam neygut...
yekêk hawarî kird:
- bawke!
keçî neyzanî her hewre,
řoḧe,
tapoye,
namoye...
ke wîstim pirsyarî lê bikem:
- çone?
- çye?
win bû...
bełê řêbwarî bêhêzî le pê kewtû le řabirdû,
ewêstê mend û serkewtû,
le asogey çyay berzî tenasux bû