çend řojê ke le nasazî îqamem bû le şar

demeqałey edîb û derwêş mûsa
Li pirtûka:
Dîwanî Edîb
Berhema:
Edîb (1874-1932)
 3 Xulek  536 Dîtin
çend řojê ke le nasazî îqamem bû le şar
tenî piř ’eciz û elem, xeste diłî zar û nizar
mam řeceb de’wetî kirdim be dused ’îz û wîqar
terzî e’yan û xewanîn bû lebo şam û nehar
kamil espabî zyafet, le hemû corê hezar
esłî med’û le qyasî, de nefer bû be ’eded
ehlî ladêyî û şarî, hemû xoş xulq û cesed
meclîsî bê ẍerez û ẍeybet û buxtan û ḧesed
kak miḧemmed bû legeł yarî ’ezîz, şê miḧemed
kake mûsayî ḧusênî, sefîyî pak tebar
yek le derwazewe nemzanî eger ẍûle ne cind
kîswetî řesmî qelender hemû metbû’ û pesind
hat wejûr kewt û le nagah, dilêrane û tund
ya ’elî kut be fesîḧî û be dengêkî biłind
dîm ke mûsaye, le derwêşî deda dem wekû par
len تەرەانییErebî witî pêm: em lenErebîe nefîy ebede
min kutim: cahîlî to, dem were lem cêge mede
nan firoşî nîye, fermayşî zatî semede
giftugoy ew keseye, aşqî wechî eḧede
bêsewadî wekû to, baye û tefsîr çi kar?!
kutim: ey merdî ḧîsabî detewê dîndarî?!
řesmî derwêşî, ke xamoşîye û huşyarî
çit le ayat û mu’emma û meseley ’eyyarî
∪∪––/∪∪––/∪∪––/∪∪–Teksta ne aşkira
ḧellî em mes’ele hellacî nîye û –∪∪–Teksta ne aşkira
muteẍeyyêr bû leser em qise derwêşî ḧezîn
nedegunca le herasanî leser řûyî zemîn
be nesîb em kese bê, yek sere xarîc bû le dîn
seg le paşî nedejî satê le ber şîddetî qîn
her wekû kake řeza fermuye: lêm bwe segî har
kutî: lew ḧałetî derwêşîye to nabełedî
piř ẍirûr, serserî û kîbrî, feqet kałbudî
le teřef qelb û meqamatî sefa, bê mededî
zahîren fasqî û kafrî batîn ebedî
hîç qubuł nabê le to tobe legeł îstîẍfar
kutî: mûsam û le em ’esrewe me’mûrî xuda
zahîrî ten, beşer û batînî lem xełqe cuda
saḧîbî mu’cîze û qudřet û ḧałat û ’esa
yedî beyza û ḧuzûr û qedem û tûr û neda
to ke fîr’ewnî debê ḧukme bixinkêy le bîḧar
be dûsê aye û exbar û delîl, ’asî bû
ne ḧedîsêkî lebîr mabû, ne me’na û ne hû
îdî’ay bû leřûy kîzb û simêlî piř mû
řûkeşî qełbî ’eyan bû wekû zêřî de deçû
’adetî ker waye, le ayat û xeber dête fîrar
çun le fermayşî ḧeq, cahîlî wa bê xebere
pêy weye ḧałetî dił řişteyî tac û tewere
ya ẍezełxiwanî û keşkoł û meşak û kemere
ya tiřîn û tereb û řeqis û sema û pirçî sere
ya ne îlḧad û îbaḧette, serî îstîkbar
bełî me’lûm bû tebî’î, le şerî’et bedere
be tebî’î çi biłêm: ayetî ḧeq bê semere
me’nî qewlî xuda qismetî ehlî besere
her lebo ehlî sefa, bende edîbNasnava edebî, xakî dere
çim le mûsaye, ke serzarîye derwêşî ḧîmar