kê dîtuye wa ḧusin û letafet le beşerda

pênc xiştekî le ser şî’rî tahîr beg
Li pirtûka:
Dîwanî Edîb
Berhema:
Edîb (1874-1932)
 2 Xulek  1323 Dîtin
kê dîtuye wa ḧusin û letafet le beşerda
çawit ke hemû ẍaret û qetłî le nezerda
qetlî minî mezłûmî be yek ẍemze xeberda
qurbanî řuxt bim ke şiksitî be qemerda
ḧeyranî lebit bim ke řewacî be şekerda
emřoke leber xałî to musteẍnî le mîşkim
bo şahîdî derdî diłî şeyda lebî wîşkim
çun hênde dirûn piř xem û xwênawî sirîşkim
[herçende dekem se’î, leber xwênî sirîşkim]
xakê nye bîkem be hewes gahê be serda
řojêkî keřem fermû, le řwî lutif û kemałat
ta bo bełedî xał û xetit, bême mutałat
seyrî qemer û le’lî lebit kem, qedu bałat
dił řowîwe qurban le wicûdim be xeyałat
daym le seferdaye egerçî le ḧezerda
ta wesłî le awêneyî dił dê be tefe’’ul
perwane be řûy şem’î, nema tabî te’emmul
lew seylî ẍemit nabê emanim be texeyîwil
naḧeq nîye nawestê eger pirdî teḧemmul
sîrwanî sirîşkim ke deka haje le serda
lew řojewe řûy kirde çiray bezmî ḧerîfe
wa çareyî min bû wereqî zerdî xerîfe
ger neybû le ber mestîye perwayî esîfe
meqsûdî leser kuştinî ’uşşaqî ze’îfe
wextê ke deka xencerî tîjî be kemerda
napirsî leber ḧîşmet û îqbał û celalit
lew kêwkenî kuşte be ummêdî wîsalit
şîrîne beşîda elem û jehrî webałit
estêre hemû meḧwe lenêw nûrî cemałit
çun şemsî řuxî to şewî gêřawe be ferda
ey bo elemî min ke to luqmanî emînî
şîrîn dehen û şuhreyî afaq û zemînî
carê biłê bêçare edîbNasnava edebî bo çî ḧezînî
meylî heye «tahîr» ke bipirsî le birînî
biřwane ke ew şoxe çi tîrî le cigerda