1

Li pirtûka:
Meseley Wîjdan
Berhema:
Eḧmed Muxtar Caf (1896-1935)
 8 Xulek  7637 Dîtin

wîladetim le qezay «h» bû, le binemałeyekî hejar. bawkim le şeřî gewreda şehîd kirabû. îtir bêkes û bêderetan mabûmewe be dyar daykêkî hejarewe ke be hezar meşeqqet û kulemergî, nanî herzin û bermawey gewremałan û hêndê danewêłey peyda ekird her bo ewey minî hetîw pê bigeyenê le mektebda, ke taze kirabuwewe le merkezî qezada. bełam me’el’esef em awataney bekurt û kwêrî hateber hêndey nebird, xwa ewîşî birdewe bo lay xoy.

bem core minî bêkes û bêderetan lelay çen bore xizmêkim betenya lem dinyayeda le naz û nî’metî dayk û bawik kewtim. em bore xizmaneş le însanetî xoyanewe bû, ke nan û pyazêkyan pê ḧełał ebînîm, çunke le řastîda hîç heqêkim beseryanewe nebû.

ke tozê gewre bûm û hoşim kirayewe, ewende eqiłim bewe şika ke erkî bexêwkirdinî xom bixeme ser şan û bazûy xom be taybetî ke xêraxêra deyanda be gwêmda: «hetîw! şukur gewre bûyt, bûy be pyaw, me’îşetî xot îtir xot peyday bike!» we nebêt le lay em bore xizmaneş, manewem be belaş bûbê, bełkû lew çen sałey layan bûm, le hemû îşêk û bêgarîyekda muşarekem kirdibû. her le şwanî û gawanî û ’erd kêłan û dêraw hełdanewe heta şenukew û xerman kokirdinewe. bemane hemû memnûn bûm, bew şertey derim neken û nanêkî řeqim pê ḧełał bibînin. min her xom deyzanim ew řoje çen xefetbar bûm ke manewem layan bew şêweyeş namumkîn bû, naçar mał’awayîm lê kirdin.

***

ke bînîm, îtir bê dayk û bawik, bê xizim û bê kes fiřê dirame em cîhane sextewe beşwên erkî nan peydakirdinda. hemû emelîşim ewe bû ke dû xepley herzin û çayekî şîrîn ḧełał bikem!

carê sereta, řoje na řojê degeřam beser dûkanekanî şarda, řojê lay asniger, řojê lay dartaş, řojê lay pînedoz karim ekird. bełam le çen ’aneyek zyatir hîçim destigîr ne’ebû.

kone aşnayekî bawkî řeḧmetîm, řojê řeḧmî tilîsayewe beramber bem wez’e naxoşey min. bîstibûy ke kemê xwêndewarî ezanim, legeł xoyda birdimî bo lay dûkandarêkî tacîr, bew ẍerezey mi’awenetî bikem le dûkanekeyda. bełam her le ewełewe şi’ûrim bewe kird ke westay dûkandarim ẍeluẍeşêkî zor ekat. be taybetî legeł řeşuřûtî dereweda ke ehatin bo kiřînî kelupel û şekir û çayî û şitî ke. lepaş maweyek, ewende aşnayetîm peyda kird legeł westamda ke carubar bitwanim demeteqêyekî legełda bikem. řojêkyan lêm pirsî:

- westa aya be şerî’et ẍeluẍeşkirdin le tîcareta ḧełałe?

westam ke lewe deçû qet ewey be min řewa nebînîbê su’alî way lê bikem, be nîwe mořî û nîwe te’ecubêkewe seyrî kirdim û emca fermûy:

- herçî teshîlî me’îşet bikat bo xełkî ca’îze, bew şertey qetił û ’erz û namûs birdinî tya nebê!

- ey meseley wîjdan çîye?

- hetîw leme zyatir qise meke!

mecbûr bûm be sikut. řojêk pêm wit:

- westa min kwêrexetêkim heye, lelam waye eger ḧîsabit legeł her kesê heye le defterêka bînûsim çake?

cwabî damewe û witî:

- ’ezîzim, min le defter çaktirim heye.

hełsa çuwe piştî dûkan, giłołeyek benî hêna ke parçe kirabû. her parçeyekî be new’ê řeng kirdibû, girêy biçûk û weset û gewrey lê dirabû. witî:

- eme defterî mine!

ke emey wit, zor ḧîretim kird. pêm wit:

- meqsedit çîye?

kabra bebê te’emul pêy witim:

- em deftere her yek řengî, ’elametî nawî yek şexsî qerzare û her yek girêyekî ’elametî mîqdarî qerzekeye.

- westa bełkû ewende îsim ke to qerizit lelayan heye, ewende řeng dest nekewêt? şexsê sê çwar qełem qerzarit bê, be girê cem’î zeḧmete, ’elawey emane, zor nawyan heye, wek yek wehan.

mesela meḧmûdî kuřî eḧmed û meḧmûdî kuřî qadir, to çon le beynî em dû meḧmûdeya ferq ekeyt?

- be řengî demuçawyan min eyannasmewe. min ḧîsabî xom ezanim. ke çawim kewt be qerzarê yaxu be şexsê ke ḧîsabim legełya bêt, diłim xurpey tê ekewêt.

- ey bełkû dû kes ke qerzarit bin yek def’e pêyan bikewêt. mesela yekê lewan miḧemed kuřî yarweysî naw bê, we de řûpye qerzarit bê, ewî tiryan miḧemed kuřî mîrweysî naw bê, penca řûpye qerzarit bê, tegbîrî çîye?

- îtir dirêjî mekerewe! ême bawik û bapîrman way kirduwe û dewłemenîş bûn.

ke em qiseyem bîst mecbûr bêdeng bûm, her çend minîş ewende ’aqił nebûm. emma le diłî xomda mute’esîr bûm lem teqlîdate ke ewende le mêşkimanda cêgîr buwe ke tercîḧî nexwêndewarî beser xwêndewarîda ekeyn. bawcûdî hêşta heqman bedeste, çunke ewende kesman dîwe ke be xwêndewar meşhûrin û mu’amelatyan wekû tire, ew ’en’enatî qedîmîye wekû emane qibûł bikeyn, hêşta heqman bedeste. be wasîtey ewewe ke şagird bûm û hemû weqtê xwardemenî û sa’îrem debird bo małî westam, le małyanda meḧremyetim peyda kird û hatuçoy małî westam ekird.

dîqetim kird westajin be dereceyek ḧukmî beser westamda heye fewqî tesewr nakirê. mesela řojê ḧukmî le westam kird û witî:

«emřo le ḧemam jinî fiłan kesim dîwe kewayekî zor cwan û kirasêkî tazebabetî leberabû, be xwa cwan bû. debê lew new’e bom dirust bikeyt!»

westay bêçare leber ewe ke îta’etî zor bû, her çende ’imûm serwetî hezar řupye nedebû, fewren boy dirust kird. ke weqtê eykirde berî, ewende dirêj bû lepaş û pêşewe nîw gezî benaw quřawda exşa û le mudetêkî kemda xirap debû. leber eme ke serwetî kem û mesrefî zor bû, feqîre mecbûr bû sibḧeynê ke eçû bo dûkan, enwa’î saxtekarî û bêwîjdanîy ekird, bo ewey ke zererî şew, ye’nî deste cileke piř bikatewe. ḧîretim le hemû şit zyatir le yek mesele bû ke bawcûdî ew hemû muḧebbet û îta’ete meḧze, be’ezen westa le westajnim ’aciz ebû, hezar qisey pê ewt ke însan bo hîç kesê îsti’malî nakat. we pêy ewt: «min to le seg be kemtir ezanim, her zor qise bikeyt tełaqit edem!»

te’ecubim ekird ke bem hemû îta’etewe em hemû teḧqîrate bême’naye me’nay çîye? be’ezen ke eçûyne małî westam tê efkirîm, westajnim be destê cilî cwanewe danîştuwe le małî nezafetda, emma ḧewşe û naw mał û xwardinyan le nîhayetî pîsîda bû. ḧewşekeyan piř le pîsî û ḧewzekeyan bogen, mencełekanyan hemû jengawî bû. be’ezen emdî feqyaney ew kirase cwaney, westajnim lûtî pê esřê. řojê pêm wit:

- westajin eger destesřê bikřê be çwar ’ane bo lût siřîn çaktir nîye? we eger em ḧewşeye hemû řojêk pak bikirêtewe û lew awe pîse çêşt lê nenên xoştir nîye?

- řołe gwê meyerê. temaşake małî fiłan û fiłan ke le êmeş dewłementirin wehaye. zererîş nîye boyan!

- ey meseley ḧîfzulsîḧe çîye?

- em qisane diroye û ême baweřman bem new’e şitane nîye û em qisane diktorekan û mekteblîyekan ke kafirin witûyane we’îlla bo hemû nexoşîyek, du’ayek ya şexsêk heye. nîhayet însan ya kelleyek şekir bo murîdêk ya şexsêk ebat û yaxu nextê danûle we yaxu sîwicgerêk bo şexsêk ebat û le dest ew nexoşîye necatî ebêt. temaşa ke ’îlletî badarî ke gawrekan řomatîz’înî pê dełên we hêşta dermanî nedozrawetewe, her kesê bîbê eçête ser kanî ba û xełas ebê bebê diqtor û derman. îtir ewaney to ełêy diroye û baweřî pê meke! bîstûme nextê xwêndewarî, eger etewê lelay ême bît, em new’e qisey kafrane meke!

***