meseley wîjdan

From the Book:
Meseley Wîjdan
By:
Ahmad Mukhtar Jaff (1896-1935)
 56 minutes  5188 views

wîladetim le qezay (h) bû, le binemałeyekî hejar, bawkim le şeřî gewreda şehîd kirabû, îtir bêkes û bêderetan mabûmewe be dyar daykêkî hejarewe ke be hezar meşqiqet û kulemergî, nanî herzin û bermawey gewremałan û hêndê danewêłey peyda ekird her bo ewey minî hetîw pê bigeyenê le mektebda, ke taze kirabuwewe le merkezî qezada. bełam me’el’esef em awataney bekurt û kwêrî hateber, hêndey nebird, xwa ewîşî birdewe bo lay xoy.

bem core minî bêkes û bêderetan le lay çen borexzimêkim betenya lem dinyayeda le naz û nî’metî dayk û bawik kewtim. em bore xizmaneş le însanetî xoyanewe bû, ke nan û pyazêkyan pê ḧełał ebînîm, çunke le řastîda hîç heqêkim beseryanewe nebû.

ke tozê gewre bûm û hoşim kirayewe, ewende eqiłim bewe şika ke erkî bexêwkirdinî xom bixeme ser şan û bazûy xom be taybetî ke xêraxêra deyanda be gwêmda: «hetîw! şukur gewre bûyt, bûy be pyaw, me’îşetî xot îtir xot peyday bike!» wenebêt le lay em bore xizmaneş, manewem be belaş bûbê, bełkû lew çen sałey layan bûm, le hemû îşêk û bêgarîyekda muşarekem kirdibû, her le şwanî û gawanî û ’erdikêłan û dêrawhełdanewe heta şenukew û xermankokirdinewe.

bemane hemû memnûn bûm, bew şertey derim neken û nanêkî řeqim pê ḧełał bibînin. min her xom deyzanim ew řoje çen xefetbar bûm, ke manewem layan bew şêweyeş namumkîn bû, naçar mał’awayîm lê kirdin.

***

ke bînîm, îtir bê daykubawik, bêxzim û bêkes fiřê dirame em cîhane sextewe be şwên erkî nan peydakirdinda. hemû emelîşim ewe bû ke dû xepley herzin û çayekî şîrîn ḧełał bikem!

carê sereta, řoje na řojê degeřam beser dûkanekanî şarda, řojê lay asniger, řojê lay dartaş, řojê lay pînedoz karim ekird. bełam le çen ’aneyek zyatir hîçim destigîr ne’ebû.

kone’aşnayekî bawkî řeḧmetîm, řojê řeḧmî tilîsayewe beramber bem wez’e naxoşey min, bîstibûy ke kemê xwêndewarî ezanim, legeł xoyda birdimî bo lay dûkandarêkî tacîr, bew ẍerezey mi’awenetî bikem le dûkanekeyda. bełam her le ewełewe şi’ûrim bewe kird ke westay dûkandarim, ẍeluẍeşêkî zor ekat, be taybetî legeł řeşuřûtî dereweda ke ehatin bo kiřînî kelupel û şekir û çayî û şitî ke. le paş maweyek, ewende aşnayetîm peyda kird legeł westamda ke carubar bitwanim, demeteqêyekî legełda bikem. řojêkyan lêm pirsî:

- westa aya be şerî’et ẍeluẍeşkirdin le tîcareta ḧełałe?

westam ke lewe deçû qet ewey be min řewa nebînîbê su’alî way lê bikem, be nîwe mořî û nîwe te’ecubêkewe seyrî kirdim û emca fermûy:

- herçî teshîlî me’îşet bikat bo xełkî ca’îze, bew şertey qetił û ’erz û namûsbirdinî tya nebê!

- ey mes’eley wîjdan çîye?

- hetîw leme zyatir qise meke!

mecbûr bûm be sikut. řojêk pêm wit:

- westa min kwêrexetêkim heye, lelam waye eger ḧîsabit legeł her kesê heye le defterêka bînûsim çake?

cwabî damewe û witî:

- ’ezîzim, min le defter çaktirim heye.

hełsa çuwe piştî dûkan, giłołeyek benî hêna ke parçe kirabû. her parçeyekî be new’ê řeng kirdibû, girêy biçûk û weset û gewrey lê dirabû. witî:

- eme defterî mine!

ke emey wit, zor ḧîretim kird. pêm wit:

- meqsedit çîye?

kabra bebê te’emul pêy witim:

- em deftere heryek řengî, ’elametî nawî yek şexsî qerzare, û her yek girêyekî ’elametî mîqdarî qerzekeye.

- westa bełkû ewende îsim ke to qerizit le layan heye, ewende řeng dest nekewêt? şexsê sê çwar qełem qerzarit bê, be girê cem’î zeḧmete, ’elawey emane, zor nawyan heye, wek yek wehan.

mesela meḧmûdî kuřî eḧmed û meḧmûdî kuřî qadir, to çon le beynî em dû meḧmûdeya ferq ekeyt?

- be řengî demuçawyan min eyannasim, we min ḧîsabî xom ezanim. ke çawim kewt be qerzarê yaxu be şexsê ke ḧîsabim legełya bêt, diłim xurpey tê ekewêt.

- ey bełkû dû kes ke qerzarit bin yek def’e pêyan bikewêt, mesela yekê lewan miḧemed kuřî yarweysî naw bê, we de řupye qerzarit bê, ewî tiryan miḧemed kuřî mîrweysî naw bê, penca řupye qerzarit bê, tegbîrî çîye?

- îtir dirîjî mekerewe ême bawik û bapîrman way kirduwe û dewłemenîş bûn.

ke em qiseyem bîst mecbûr bêdeng bûm, her çend minîş ewende ’aqił nebûm. emma le diłî xomda mute’esîr bûm lem teqlîdate ke ewende le mêşkimanda cêgîr buwe ke tercîḧî nexwêndewarî beser xwêndewarîda ekeyn. bawcûdî hêşta heqman bedeste, çunke ewende kesman dîwe ke be xwêndewar meşhûrin û mu’amelatyan wekû tire, ew ’en’enatî qedîmîye wekû emane qibûł bikeyn, hêşta heqman bedeste. be wasîtey ewewe ke şagird bûm û hemû weqtê xwardemenî û sa’îrem debird bo małî westam, le małyanda meḧremyetim peyda kird û hatuçoy małî westam ekird.

dîqetim kird westajin be dereceyek ḧukmî beser westamda heye fewqî tesewr nakirê. mesela řojê ḧukmî le westam kird û witî:

«emřo le ḧemam jinî fiłan kesim dîwe kewayekî zor cwan û kirasêkî tazebabetî leberabû, be xwa cwan bû. debê lew new’e bom dirust bikeyt!»

westay bêçare leber ewe ke îta’etî zor bû, her çende ’imûm serwetî hezar řupye nedebû, fewren boy dirust kird. ke weqtê eykirde berî, ewende dirêj bû le paş û pêşewe nîw gezî benaw quřawda exşa û le mudetêkî kemda xirap debû. leber eme ke serwetî kem û mesrefî zor bû, feqîre mecbûr bû, sibḧeynê ke eçû bo dûkan enwa’î saxtekarî û bêwîjdanîy ekird, bo ewey ke zererî şew, ye’nî destecleke piř bikatewe, ḧîretim le hemû şit zyatir le yek mes’ele bû, ke bawcûdî ew hemû muḧebet û îta’ete meḧze, be’ezen westa le westajnim ’aciz ebû hezar qisey pê ewt ke însan bo hîç kesê îsti’malî nakat, we pêy ewt: «min to le seg be kemtir ezanim, her zor qise bikeyt tełaqit edem!»

te’ecubim ekird ke bem hemû îta’etewe em hemû teḧqîrate bême’naye, me’nay çîye? be’ezen ke eçûyne małî westam tê efkirîm, westajnim be destê cilî cwanewe danîştuwe le małî nezafetda, emma ḧewşe û naw mał û xwardinyan le nîhayetî pîsîda bû.

ḧewşekeyan piř le pîsî û ḧewzekeyan bogen, mencełekanyan hemû jengawî bû. be’ezen emdî feqyaney ew kirase cwaney, westajnim lûtî pê esřê. řojê pêm wit:

- westajin eger destesřê bikřê be çwar ’ane bo lût siřîn çaktir nîye? we eger em ḧewşeye hemû řojêk pak bikirêtewe û lew awe pîse çêşt lê nenên xoştir nîye?

- řołe gwê meyerê. temaşake małî fiłan û fiłan ke le êmeş dewłementirin wehaye. zererîş nîye boyan!

- ey mes’eley ḧîfzulsîḧe çîye?

- em qisane diroye û ême baweřman bem new’e şitane nîye û em qisane diktorekan û mekteblîyekan ke kafirin witûyane we îlla bo hemû nexoşîyek, du’ayek ya şexsêk heye. nîhayet însan ya kelleyek şekir bo murîdêk ya şexsêk ebat û yaxu nextê danûle we yaxu sîwicgerêk bo şexsêk ebat û le dest ew nexoşîye necatî ebêt. temaşake ’îlletî badarî ke gawrekan řomatîz’înî pê dełên we hêşta dermanî nedozrawetewe, her kesê bîbê eçête ser kanî ba û xełas ebê bebê diqtor û derman, îtir ewaney to ełêy diroye û baweřî pê meke! bîstûme nextê xwêndewarî, eger etewê lelay ême bît, em new’e qisey kafrane meke!

le paş çend mudetê ke tê fikirîm, bew new’e le lay westam îdare nakem. mecbûr terkim kird, çûm bûm be pyawî tîcarê ke heqîqet be zahîr pyawêkî baş bû, hîç nwêj û řojûy ne’efewtand û hemîşe meşẍûłî wîrd xwêndin bû emma ew geze ke kutałî pê efroşt le gezî xełqî kurtitir bû, û her weqtê mi’ameley tûtin ya şitêkî tirî legeł feqîrêk bikirdaye, tê efkirîm xerîke be tewawî meḧwî bikatewe û kemałî bêwîjdanî û bê’însafîy serf ekird. ew dyanet û ew xyanetey «musbet û menfî bûn û bûbû be ba’îsî te’ecub û teḧeyur».

tîcarî aẍam dû kuřî bû, yekê le ’umrî heşt û yekê le ’umrî de sałîda ke hîçyan nexwêndibû. řojê ’erzî aẍam kird:

- eger em mindałane binêrî bo mekteb çaktir nîye?

- hetîw dyare toyş bewasîtey ew kwêrexetewe eḧmeq bûyt. kuřî min xwêndinî bo çîye? ême kasbîn, heqman beser xwêndinewe çîye?

min kuřî xom boçî enêrim bo mekteb? boçî kafrî bikem wekû gawerekan le hawîna qaç û seryan řût biken? ême her çiłon bûyn ebê weha bîn! aẍam ’elawey tîcaret felaḧetîşî ekird, lakîn xoy aw û zemînî nebû, bo felaḧet mecbûr le mułkî begzadeyekî dewłemenda felaḧetî ekird we nezaretî cûtekanî dirabuwe dest min, hemû řojê towî cûtekanî, min emda be cutyarekan. řojê ke çûm tê fikirîm cûtkirdinî řojyan zor keme û towî zor eben, hîç dengim nekird! le paş dû sê řoj sibḧeynêyek zû çûm bo teḧqîqatyan. ke tê fikirîm yekê le cûtyarekan le lay ’elafêk sê men genmî wa bedestewe û eyfiroşê, pirsîm:

- ewe çîye?

- hî xome!

- minîş leber ewe emzanî mes’ele çîye be tehdîdewe pêm wit:

- beřastî pêm biłê!

le paş îlḧaḧêkî zor, řastîy pê witim:

- ême qa’îdeman waye ke herçî genim bibeyn bo tow, silsî efroşîn bo xoman.

- eme dû zererî heye: ewełen genmeke edzin eme zererêk. duwem, toweke kem eken we kemî tya ebêt.

- qurban cûtyarî hemû kes waye, êmeş wekû xełq.

xułase nezaretî cûtekanim kird ta weqtî ḧasîłat pê geyşit û kirdiman be xerman.

çend xermanîkî tirîş nizîkî xermanekey ême bû. weqtê ke xermanekan pak kiran û sûrbûn, tê fikirîm hemû felaḧekan be şew destyan kird be dizînewey genim û co.

minîş şewêk pêm witin:

- eme daxłî wîjdan nîye! em saḧîb mułke însanetî kirduwe, êwe boçî dizîy lê eken?

- birader, eme ke beḧsî însanîyet û wîjdankirdine, lêre pare nakat!

tenya min nebê hemû dirawsêkanim be qeder arezû lew xermananeyan dizî, serkarîşman ḧazir bû, emma her yek mîqdarêk genim û coyan da be serkarekan. ke kabray serkar hat be minî wit:

- boçî to hîç dengit nîye?

- min xyanet nakem!

- başe çawit be xot ekewêt!

ke řoj buwewe tê fikirîm beg teşrîfî hat dû sê tûle û tancîy be şwênewe bû, le kemałî ’ezemet û şewketda, temaşayekî xermanekanî kird. kabray serkar dû sê qisey be dizîyewe bo kird, ta hate ser xermanekey ême.

ba wicûdî ewe ke be nîsbet kay xermanekewe genmekey ême zor bû, sûrîy xermanî dirawsêkanim kemtir bû. kabray begzade bebê te’emul destî kird be ḧîdetkirdin witî:

- diro ekey dizît kirduwe!

minîş mecbûr ḧîkayetî dizêtîy genim û co û bertîlxwardnî serkarim bo gêřayewe.

zyatir ḧîdetî kird û witî:

- to diro ekeyt! min pyawî xom enasim dizî le min naken. emane her ew pyawanen ke ta êsta de kesyan bebê qebaḧet her leber arezûy min boyan kuştûm, we sed karwanyan bo řût kirdûmewe û em mułkane ke min heme le sayey çwar pênc pyawî wekû emaneweye.

ke way wit be ḧîdetewe zyatir witî:

- xermanekan dewr bikenewe!

leser wiłaxekey xoy dabezî û le paş dewrkirdnewey xermanekan ewaney ke dizîyan kirdibû, her kesê mîqdarêkî tirîş leser îqtiraḧî serkareke ’efû kiran beẍeyrez xermanekey ême ke be zyadewe lêy sendîn, me’lûm bû ke sedaqet xyanete û xyanet se’adete. ke hatmewe xizmetî tîcarî aẍam em ḧîkayetem ’erz nekird.

le weqtî hawînda legeł aẍam, çûm bo dêhatî etraf bo tûtnikiřîn. lewê tûtin pê negeyştibû. ke le řêgewe eçûyne małî kwêxa, dyarîyekî cwan, be qeder şe’nî kabray kwêxa dê bû, be nawî xełatewe teqdîmî ekird. we legeł ’imûm ehalîda be new’ê giftugoy ekird be kemałî şîrînî û nezaket we her weqit beḧsî qîmetî tûtin bihataye pêşewe, hezar swênd û qur’anî exward ke «emsał tûtin zor řezîle û ême hemû meḧu bûynewe, emma be her qîmetê ke êwe biłên min qibûłme, her be şertî ewe le yek lîre çwar ane qazancim bo bihêłnewe, lewe zyatir, ḧeram bêt wekû goştî seg. çunke êwe ’imûm aşnay qedîmî minin». minîş le diłî xomda lewey ke tesewrim kirdibû aẍam pyawêkî bêwîjdane peşîman bûmewe, we zor teqdîrî aẍamim kird le diłî xomda, ke em pyawe lem hemû dêhateda ke geřayn legeł hemûyanda dostayetî û mi’ameley ewende le daxłî wîjdanaye. xołase geřaynewe nawşar le paş çend mudetê çûyn bo tûtnidagirtin, wextê ke eçûyn bo ser killarî tûtin bêçare zeřa’eke le diłî xoyda qerarî dabû mesela: ew killarî tûtney de batman der’eçê wextê ke dewrman ekirdewe şeş batman der’eçû.

kabra xoy sersam ebû we heqîqet minîş zor te’ecubim ekird emût «ya řebî eme çî bê aya mwazeney ême ẍełete ya îmsał batman gewre buwe! meger ke min nazanim û tê negeyştûm tîcarî aẍam bizmarêkî dawe le topî qepaneke û enwa’î ḧîlebazîy tyayda kirduwe bo ewey hemîşe de batman bikat be şeş batman. welḧasił tûtniman dagirt, ehalî girdibûnewe bo qet’î nirx. aẍam witî:

«ke çûmewe memleket bên, nirx ebřîn!»

ke çûynewe şar le paş çend řojêk befir û baran be şîdet ebarî hemû ehalîye bêçarekan be lerzelerz û hemû leşyan quřawî bû, hatin bo dergay ḧucrey aẍam.

temaşam kird, ew sîma beşûşey aẍam be ’ebûsî tebdîl bû, ew qise şîrînaney bû be zehrî mar. be ḧîdetewe pêy witin:

- em qerebałẍe çîye? boçî hatûn?

wityan:

- qurban hatûyn bo nirxî tûtnibiřîn.

ke wayan wit, defterêkî derhêna û witî:

- mirdûtan mirê, nirxî çî? hemû qerzarin! emsał batmanê tûtin dû řupye nakat.

- qurban êmeş feqîrîn merḧemetit bibê!

- lewe zyatir qise meken we’îlla ełêm be polîs dertan bikat! biřon şikatim lê biken, ewsa çawtan be xotan ekewêt, ewaney êwe şikatî le la eken, hemû şew le dîwexanî mina qawe û çayî exonewe!

her ke nawî polîsî hêna her wekû şeyatîn ke bîsmîllay lê bikirêt, her yek be layekda řayan kird, wehayan ezanî polîs wezîfey mexsûsî emete ke ewan ezyet bida.

ewende ’eqłyan nebû biłên polîs bo înizbatî memleketeye ke kes ẍedir le kes nekat. minîş le goşeyekewe danîştibûm ta xełq řoyşit. be aẍam wit:

- qurban em ḧałete çîye û leser cî ’aciz bûyt? xo to ewsa le dêhata zor be şîrînî qiset ekird?

- řołe to em segbabane nanasît, ewsa eger be şîrînî qisem nekirdaye tûtnekeyan ne’edamê, êstake tûtnî xomim wergirtuwe, ebê wa biłêm.

- qurban le xisûsî wîjdanewe çî efermûyt?

- qisey qoř meke! eger le sałêka destî ehalîy çwar dê nebiřim, çon îdare ekem?

destî kird be pêkenîn û witî:

- řołe emane zor kerin! emîn be emsał zûtir dênewe.

heqîqet aẍam řastî kird, her ’eynî ew ehalîye le sałî atîda zûtir hatnewe bo lay aẍam û aẍayş ’eynî piroẍramî tetbîq kird û dîsan muwefeq bû, zor te’ecubim kird, sebebî çîye ke em ehalîye wa eken? her çende fîkirim kirdewe hîçim bo me’lûm nebû. her ewende tê geyştim ke ehalîyeke leber feqîrî mecbûrin her le zistanda dest biken be qerizkirdin leser tûtin we ewende ’eqłyan bû, ke biçin bo her kwê her wekû em waye, ca kewabû em nasyawtire û umêdî řeḧmyan lê ekird, her çend neyşîbû.

«ḧeywane kêwî tenya le yek piłing natirsê ba wicûdî ḧeywanî, ewende ’eqłî heye ke hemû piłingêk eyxiwat!» em ehalîye feqîre û em meḧsûrmaneweyan sebebî çîye we boçî wehan?! ḧîretim kird her ewendem zanî ke nebûnî mekteb û wasîtey nexwêndewarîyane ke eḧwałyan waye. ekserî weqit temaşay defterî aẍam ekird ke lew şarewe ke mewqî’î îstîhlakî tûtne we tûtnî bo sewq eken boy ehat.

sersam emam çunke be’zêkî be terk we be’zêkî be semaḧ, we qismêkî be(foganî) û ... we ... le tûtnekey der’eçû, bêçare aẍam ba wicûdî ew hemû zułim û zore ke kirdibûy ke wextî tûtin le teref tedbîrçîy ew şarewe boy efroşra ya qazancêkî zor kemî ekird we ya seruber der’eçû, çunke ew tedbîrçîye her çî arezûy xoy buwaye ewendey bo aẍam pare enardewe.

řojê ’erzî aẍam kird:

- aya eger êwe ke çend tîcarêkî dewłemenin, îtîfaq biken we qûmpanîyek teşkîl biken we le teref ew qûmpanyayey xotanewe, dû kes lew şare be wekalet dabnên, bo ’imûmtan tûtin bifroşêt, makîne celb biken û qîsmê lew tûtne biken be paket, ew qazance bo xotan bêt baştir nîye? êwe ke madam řoḧî em ehalîye bêçareye derdehênin ke be enwa’î řezałet û felaket be xoy û mał û minałîyewe şeş mang xerîke de batman tûtin peya ekat we êwe bem new’e lêy esênin, bo xotan bê baştir nîye le ẍeyre?

- ’ezîzim dyare toyş wekû mekteblîye şêtekan wayte. ême bawik û bapîrman her wehayan kirduwe, xoşman ebê wa bikeyn!

- qurban eqłî bawik û bapîrman bo zemanî xoyan baş bû, be karî êsta nayet. ’eceben tifengî qepaẍlî başe ya mu’edel mawwizeř û metralyoz û em new’e şitane? swarî ker baştire yaxu utumbêł?

- hezar qisey weha bikeyt ’eqłî kon le ’eqłî taze baştire!

ke tê fikirîm bo îlzam û sikûtî aẍa, sikûtkirdin û bêdengîbûn le hemûy çaktire, na’îlac bêdeng bûm.

le paş ewe çend mudetêk le lay tîcarî aẍam mamewe. mwazenem kird, le lay ew danîştin bo min fa’îdey nîye. hełsam legeł karwan le şar derçûm, řoyştim bo qezayekî tir ke daxłî ew lîwaye bû. ke geyştime merkezî qeza heqîqeten cêgeyekî xoş û hewayekî letîf û bax û baxçeyekî cwanî bû. emma me’el’esef naw kołanekanî le kemałî pîsîda bû, piř bû le mecarî û aweřo û zibił û pîsayî, beme heqîqeten diłteng û ’aciz bûm, tê fikirîm boçî şwênê hênde bax û gułzarî tyada bê we le cemalî tebî’etda wekû beheşt bê, keçî wa bê qedir û qîmet seyr bikirêt? le paşana tê fikirîm ke aya em qezaye bê beledye bê? we eger beledyey tyada mewcûd bêt, kê bê ře’îsî beledyey? aya eger xełkî em qezaye bêt, çon řî’ayet û çawdêrîy nakat?

paş ewey le çayxaneyek hêndê îstiraḧetim kird, înca çûm be şwên hodeyekda bigeřêm bo ewey îstiraḧetî xomî tyada cêbecê bikem. hodeyekim dozîyewe be pareyekî herzan. şewê tê fikirîm ke aya lem qezayeda çon guzeran bikem? ke bîrim kewtewe xo min kwêrexetêkim heye, ey bo neçim bo seray ḧikûmet we be îstid’anûsîn nanê peyda nekem? paşan tirsî ewem lê nîşt ke îcazem neden. beyanî, be kemałî meraq û şiłejawîyewe, řûm le sera kird. her řewşuřût û ladêyî bûn, wek şare mêrûle be yekda ehatin û eçûn.

ke çawim gêřa tenha dû sê ’erzuḧałçî mewcûdin, ke be sîmayanda û xełkî dewryanda, ewza’yanim be xirap nezanî. îtir minîş qisûrim nekird, her lew nizîkane çen tebeq kaẍez û dû sê ûç û hêndê merekebim kiřî û le sûçêkî ber derwazey serakeda derga û dûkanî xomim damezrand. řisqî ew řojem tenya îstid’ayek bû, bełam xwa emîşî be xêr bo negêřam. çaweřêy ewe bûm, ’erzuḧałî yekemim mecray xoy bigrêt we ře’îsî da’îre bîxwênêtewe.

êstaş bom ḧel nebû, aya leber xirapîy xetekey min bû yaxu ře’îsî qezake nexwêndewar bû, ḧasłî be her eḧwałêk bû xwêndibûyanewe, boy me’lûm bû ke mes’eley îstid’ake le cyatî ewey ke binûsim «ḧeywanekanim jimare kirawin û dû car qoçanyan bo biřawe, meẍdûrim», nûsîbûm «min dû taqim ḧeywanim heye û her tenya taqmêkî jimare kirawe. îstirḧam ekem, řef’î meẍdûryetim bifermûn!»

ře’îsî da’îreke emey dîbû, be ḧîdetewe řûy tê kirdim.

- kuře kabra to xełqî kam wiłatî?

- qurban esłen xełqî em wiłatem.

- em destibřîne çîye? to madam nazanî binûsî, boçî xot kirduwe be ’erzuḧałçî? temaşa ke bem xete pîse, em îstid’aye bême’naye nûsîwte? le cyatî bo řef’î meẍdûrîyetî em feqîre binûsî, zyatir meẍdûrit kirduwe, her êsta ḧewałey polîsxaney ekem û ewraqit leḧeq bigirin. emca çawit be xot ekewêt, be qanûnî ’eşayr çonit meḧkûm ekem ta îtir le mewla kes emane nekat! ke nawî qanûnî ’eşayrî bird, te’ecubim kird, çunke bîstibûm qanûnî ’eşayr mexsûse bo ewey ke şeřêkî muhîm le beynî dû ’eşayrda waqî’ bêt, qetił û qîtalî têda kirabê be meḧkeme qabîlî ḧelkirdin nîye, yaxud bo mes’eleyek ke eger be qanûnî medenî bikirêt bo syasetî ew mewqî’e zerer bêt, emca be qanûnî ’eşayr ekirêt.

zor tirsam witim: «em meseley mine zor muhîme».

be tirs û diłelerzewe ’erzim kird:

- qurban min ’eşayr nîm û ře’îsî ’eşayrîş nîm. feqîrêkim bo xom kasbî ekem, min heqim çîye beser qanûnî ’eşayrewe?

- a kuře! kê lewêye?

fewren dû sê ḧazir bûn, witî:

- dey nextê demûlûtî bikutnewe!

bê’edebî nebê qederê demûlût û çawim be şeqazle te’dîb kira.

ewraqekemî ḧewałe kird û day be destimewe. ke tê fikirîm ew xete pîsey min, hêşta zor le xetî ře’îs cwantire. le diłî xomda witim:

«xuda qudret qabîlî toye yekê leser xet naşîrînî muḧakeme dekirêt û yekê leber xet naşîrînî mes’ûd buwe û bextyare?»

ḧasił birdimyan bo polîsxane, lewê teqrîryan wergirtim. kabrayek ke nextê dostim bû bû be kefîlim û be kemalî ’aczîyewe geřamewe, çûme ew hode xanuwey ke bekirêm girtibû. danîştim êware leber ’aczî nanim pê nexura, şewê kefîlekem hate lam witî:

- ’ezîzim ’aczî fa’îdey nîye, hełse biřo ’îlacî xot bike!

- ’îlacim çîye?

- paret heye?

- bełê!

- ře’îs mu’temîdêkî heye, biço teşebusî pê bike!

- axir naynasim?

- meraq meke min dêm le tekta.

xolase hełsayn çûyn bo małî kabray mu’temîd, ke tê fikirîm dîwexanêkî dirêjî heye ke piře le kêç û espê û dûkeł însan kwêr ekat.

xoy le sedrî meclîsewe danîştibû, małamał ew dîwexane, piře le însanî řewşuřût. wam bo me’lûm bû ke hemûyan wekû min le muxateredan. we bo řef’î ew xetere ke le řêgayandaye beẍeyrez ew dîwexane pîse, melce’î dinyahêkyan nîye, çunke hemû kes întîzarî ekird ke sa’re hełsin we xełwet bêt, minîş le ’eynî ew fîkireda bûm, emma leber ewey ke xofî min le hemûyan zyatir bû we yaxu teḧemulim bo ’ezabî kêç û espê û dûkeł hebû le hemûyan zyatir, le danîştida subatim kird. ta hemûyan hełsan, we be meḧremane şerfyabî ḧuzûrî mu’temîd bûm û ewey lazim bû cêbecêm kird û geřaynewe!

sibeynê temaşam kird ke çûmewe polîsxane, gezî çî û cawî çî? ewsake be pêwe ewestam, êsta dam’enên. ewsake be ḧał meydanî qisem bû, êsta muntezîrî giftugoy minin. xom pê negîra le qomîserim pirsî:

- emřo xom zor be muḧterem ebînim be’eksî dwênê, eme çîye?

- bexwa minîş nazanim! ewende heye êsta emrîkman le cenabî ře’îsewe bo hat ke fiłan kesî îstîd’anûs ke ewraqî bo êwe ḧewałe kirabû, ewraqekanî î’ade bikenewe bo xom û zor îḧtiramî bigirin! êmeş mecbûr bûyn be îta’etî emir û ḧeqîqet em meseleye wekû mu’cîze waye!

řastîşî ekird, qomîser xeberî nebû, emma xom agam lew mu’cîzey ew şewe hebû ke kirdibûm.

qomîser witî:

- ře’îs way emir kirduwe ke teşrîf bênin bo meqamî ewan! minîş hełsam û çûm û ře’îs fewqilḧed îḧtiramî girtim û emrî kird çayîyan bo hênam û pêy witim:

- îşt çîye bot bikem, ewa ewraqekeşim la birdî?

- qurban îşim her eweye me’zûnim bifermûn bo îstîd’a nûsîn.

- ’ezîzim to nayzanî min tegbîrî baştirit bo dekem.

derḧał emrêkî nûsî ke beẍeyrez zorab efendî naw, ke esłen xełqî êreye we êsta hatuwetewe û xetî cwane îstid’anûsîn bo hemû kes memnû’e, minîş be kemałî memnûnîyewe emrekem wergirt û dam be ře’îsî beledîye. dû ’erzuḧałnûsî feqîr ke dirawsêy dûkanim bûn û wechî me’îşetyan tenha îstîd’anûsîn bû, be emrî beledîye men’ kiran! minîş her çend qelben mute’esîr bûm boyan ke nanim biřîn, emma leber ewe wez’î muḧît way teqazî ekird ke hemû şexis se’adetî xoy le felaketî hawcîns û hawzimanî xoyda ebînê, minîş serfî nezerim kird le wîjdan û witim:

«be cehennem emirin le birsa! be îstilaḧî kurdî be gunî bargîrmewe! ba xom mes’ûd bim, însan ebê tab’î muḧît bê».

çend mudetê be ’erzuḧałnûsîn mamewe, le sayey ew meslekewe mîqdarê parem ko kirdewe we be wasîtey ew pareyewe meẍrûrîyetêkî tewawim le xomda derk dekird, we bew meslekey xom řazî nebûm, hemû wextê çawim le berizbûnewe bû bo cêgay ’alî, her çende ew lyaqetem le xomda ne’ebînî. emma çunke zorî wam dîbû ke bew hemû cehaletewe, min leman ’alimtir bûm we meqamî gewreyan îşẍal kirdibû, minîş ew maxulyaye kewtibuwe serim û nem’ezanî çî bikem? řojê legeł kabray aşnam qisem kird witim:

- fiłanî min xeyałêkî wam heye? kabra cwabî damewe û witî:

- ’ezîzim ewełen pêm biłê paret heye yan na?

- mebleẍêkî kafîm heye.

- kewabê îtir şitê sehle, emma be’zê meslek heye ebê qibûłî bikeyt!

- wekû çî?

- mezeřet bo hawcînsî xot, diroznî, xyanet!

- me’nay eme çîye?

aşnakem cwabî damewe:

- emane lem muḧîteda wekû şehadetnamey mekteb waye le sa’îrî wiłatana! heta wa nebî umêdî terqîkirdin bême’naye! her çend minîş ew meslekanem zor la naxoş bû, emma ewende ḧezim le tereqî ekird, le diłî xomda, qerarim da ke wekû aşnakem witî weha bikem. destim kird be diroznî û xyanet û tetbîqî ew piroẍrame ke kabra boy danabûm. heqîqet le mudetêkî zor kemda muşahedem kird ke îḧtiramim qat qat zyadî kird û hemû kes le caran zyatir î’tîmadim pê ekat. lew mudeteda ke lew şareda bûm be munasebetî ewewe ke cêgekem nizîkî mizgewtê bû, amuşoy mizgewtekem ekird, melay mizgewteke bû be aşnam. carcar eçume lay temaşam ekird awî ḧewzekey mizgewt û naw ḧewşekey zor pîse, we hîç temaşay nezafetî naken û heta awekey bogene. def’eyek ’erzî melam kird:

- qurban boçî mulaḧezey nezafetî em mizgewte naken? mizgewt małî xudaye û ebê le hemû cêgayek paktir bê we em awe destinwêjî dirust nîye, ewende tif û bełẍemî tê kirawe û awî zor keme û řeng û tamî gořawe. destinwêjîş meqsed le nezafete, em awe însan pîs ekat!

mamosta cwabêkî zor me’qûlî damewe:

- řołe dyare nexwêndewarî! boçî nazanî em ḧewze quletêne? quletên çon pîs ebê?

ke way fermû sikûtim kird.

řojê leber hetawî mizgewt danîştibûm legeł mela ke dersî ewtewe, carcar destî ebird le lamlî espêy egirt û fiřêy eda, lew weqteda le małî melawe nanyan hêna. mela be destî neşorawewe destî kird be nanxiwardin. ’erzim kird:

- qurban boçî destit neşord?

- rołe hemû dû sa’et nabê destinwêjim şorduwe!

- axir êsta espêt le lamilit girt?

- boçî nazanî min sereřay melayetî daxłî terîqetî qadrîş bûm ke le terîqey qadrîda kuştinî kêç û espê ca’îz nîye, eyangirîn û zor bebê ezyet fiřêyan edeyn, îtir boçî destim pîs ebêt?

heqîqet teqdîrî meslekî melam kird ke ewende terefdarî muḧafezey zîřuḧe we hîç arezûy zeḧmetî zîřuḧ nakat.

bo sibeynê dûbare çûmewe mizgewt, temaşam kird qerebałẍêkî zor danîştûn û mela, we’iz dexwênêtewe û ayet û ḧedîs bo îspatî ew qisane ke eykird be delîl eyhênêtewe, yekê siławat edat, yekê egrya, yekê tobe û îstîẍfarî ekird. minîş le beynî samî’înda le lay kabrayekewe ke zor egrya danîştibûm. be kemałî melametîyewe lêm pirsî:

- to ke ewende egrît ełbete le hemû kes çaktir le me’nay em we’ze û me’nay ayet û ḧedîse tê egeyt.

ca ḧez ekem minîş ḧałî bifermûyt!

- newełła bawkim min nazanim me’nay çîye, her ewenne ezanim ke ’arebîye!

- emca ke to me’nay tê nageyt boçî egrît?

- bîstûme herçî be ’arebî bêt beḧsî qebir û qyamete!

zor te’ecubim kird lem eḧwałe. xom pê negîra û le weqtî we’zixiwêndineweda ke mela ayetêkî xwêndewe derḧał ’erzim kird:

- qurban çunke min zimanim ’arebî nîye û me’nay nazanim, eger me’nay ew ayete be kurdî bifermûn memnûn ebim!

her ke weham wit mela hate xwarewe û be çepok day girtim.

witî:

- kafir bûyt, qise meke!

sa’îrî xełqekey tirîş be çepok dayan girtim û wityan:

«bîkujin em kafre! ẍezaye».

 

her çende hawarim kird:

«kuře xełke bo xatrî xwa min hîçim newtuwe».

fa’îdey nebû, her kes ehat be çepok pêyda emałîm, bebê su’al yaxu teḧqîqat, ta nîhayet kabray aşnam hat û be her new’ê bû xelasî kirdim û birdimyewe mał. te’ecubim kird ke yařebî min çîm kirdibê ke emem beser hat? aşnakem witî:

- ’ezîzim to heqit çîye beser em qisanewe, boçî xot xirap ekeyt? swêndim xward ke hîçî xirapim newtuwe.

kabra witî:

- êsta emane fa’îdey nîye, hełse ’îlacî xot bike, řoḧîşt wa le xetera!

- tedbîrim çîye?

- řaweste ta şew?

ew řoje nemtuwanî biçim bo derewe ta şew, le şewda kabray aşnam hat birdimî bo małî kabray mela û małî çen melayekî tir ke lew şareda bûn. teşebûsim pê kirdin we zor pařamewe, řefîqekem destî kird be çeqekirdin legełyanda û ewey lazim bû kirdî, nîhayet ’efûyan kirdim.

emca hênamyan şayetmanyan pê hawirdim û dînyan taze pê kirdimewe. lemewpêş beḧsim kird ke xeyałî gewreyî û me’mûrîyet kewtibuwe serim, tîkirar su’alim kirdewe le aşnakem ke tedbîrî min çîye?

witî:

- ew meslekane ke pêm witî qibûłit kirduwe?

- lewanîşe zyatir.

- ca kewaye dest bike be amşokirdinî îşbedestekan û mediḧ û senayan, carcar dyarîşyan bo bibe! îtir sehle.

heqîqet nesîḧetî aşnakem řast bû. mudetî mangê destim kird be mediḧ û sena û amuşokirdin û dyarî bo birdinyan. řojêk bangyan kirdim wityan: «wezîfey teḧsîldarî munḧelle, îstîd’a binûse û daway bike!»

fewren îstîd’ayekim nûsî.

heqîqet le paş çwar řoj te’în kiram û mubaşeretim be wezîfe kird. emca dest le min û quwet le xuda, destim kird be ehalî-řûtandinewe. ke weqtê eçûm bo derewe defterekem le berdemî xomda da’ena, destim ekird be teḧsîlat ewey ke çwar qiřanî leser bû, şeşim lê esend û ’îlim û xeberî dû qiřanim edanê, çunke ’imûm nexwêndewar bûn û neyan’ezanî.

def’ey duwem ke eçûmewe ew dêye her le ’eynî ew pyawe ke çwar qiřanî leser bû şeşim lê sendibû, tîkirar daway sê qiřanî tirim lê ekird.

kabra eyut:

- efendî çî bû her tewaw nebû?

- kuře segbab hêşta le kwêtane?

destyan ekird be hawarkirdin û pařanewe, minîş le cyatî ewey řeḧmyan pê bikem, emirim ekird bew polîs û qołçîyaney ke le me’îyetma bûn, destyan ekird be lêdan û felaqekirdin. ehalîye mezłûmeke be mirîşkserbřîn û colêsendin bo wiłaxekanman û le dway lêdanêkî zor teḧsîlatekem behewesî xom ekird.

ehalîy bêçare eçûn bo şikat û le merkez îstîd’ayan lê edam, beyanî ẍedarîy minyan ekird, emma bêfa’îde bû, çunke hemû mafewqekanî xom terefdarim bûn û min le pêş ewanda îşî xom meḧkum kirdibû, îtir be me’yûsî egeřanewe. ca emcare ke eçûmewe le heq ew şikateda ke kirdibûyan, zyatir le caran ẍeramem edan. xolase bem new’e mudetê dewamim kird, ke tê fikirîm bûm be saḧîbî şeşsed ḧewtised lîrey xom, emca be tewawî xeyałî gewreyîm kewte ser û be ew meslekey xom řeza nebûm, çunke le diłî xomda emut:

«wasîtey tereqîy em zemane, nařastî û nexwêndewarî û saḧêb pareyîye, min her syanyanim heye, îtir bo çi bem wezîfe biçkoleye řeza bibim?»

be şew û řoj leber ew meraqe xew û îstiraḧetim nebû, her le ew řojaneda bo bedbextîy min me’mûrêkî teḧqîqat bo temaşakirdinî îşukarî ’imûmîy qezake hat, her çend le pêş hatnî ewda, le merkezî lîwawe besîřî exbar kirabûyn wiryayîy xoman bikeyn, êmeş be ’imûmî herçî lazim bika bo tenzîmatî îşukarî xoman le pêş ewda kirdiman, mesela ewsa kołanekan ke piřbûn le pîsî, le teref beledyewe be dereceyek pak kiranewe. da’îrey ême ke defter û esasêkman nebû, şitêkman dirust kird, sindûq ke xałî bû hemûy dirabû be qerz, pareman be qerz hêna û xistimane nawî, lîbasman ke hemû pîs û çiłkin bû, lîbasî cwanman kirde berman, ewsa ke qisey xoşman cinêw û şeq bû legeł ehalî, emca kewtîne mîhrebanî û zibanşîrînî.

emma me’mûrî teḧqîqat çunke xełkî muḧîtî xoman nebû we le cêgeyekî dû mang řêgawe hatbû, be pare, ya be de’wet îqna’ ne’ebû, teḧqîqatêkî zor beşîdetî ekird, we çen kesêkî dest le îş kêşanewe û ewraqî leheq girtîn ke yekê lewane min bûm, her çend ewîşî hêşta be tewawî neykird. her xerîkî me’mûre piçkolekan bû, destî le gewrekan neda, egerçî xoyşî zor çak eyzanî hemûman wekû yek wehayne, bełkû gewrekanman xiraptirin, çunke meseley meşhure (gewre aw eřêjê biçûk pêy lê exa).

nazanim lew řoje syaset weha îcabî ekird ke dest lewan neda, ya zor be gewre û muhîm hatbûne berçawî û wehay ezanî ke eger destyan lê bidat dinya jêrawjûr ebêt, eger çî hîçî têda be ser nebû, mudaxeley ewanî nekird. welḧasił ewraqî bo girtîn û tewdî’ be meḧkeme kirayn, her çend her çî ewarqêkî le heqman girtibûy řast bû. emma leber ewey ke le weqtî xoyda ehalîman çak tirsandibû, le paş řoyştinî ême řefîqekanman ke amîrî ême bûn be wezîfewe le qezada mabûnewe, be dizîyewe şew û řoj tehdîdî ehalîyan ekird ke şehadet le ’eleyhîy ême neden. hîç kes şehadetî neda, meḧkeme mecbûr bû be tebryekirdinman. emma me’mûrî teḧqîqat pyawêkî gewre bû, îsrarî ekird leser ’ezlî ême, çunke bo xyanetman qena’etî wîjdanî ḧasîł bûbû. le paş tebryekirdin ’ezil kirayn her kes çûyn be wiłatêkda, minîş geřamewe ew cêgeye ke lewe pêş tyada me’mûr bûm. mudetê bebê îşukarî sûřamewe, şermim ekird îstîd’anûsî bikem, çunke le ḧeyatî teḧsîldarîmda wekû ḧakmêkî balastiqlal bûm, êsta çon ’ezruḧałnûsî bikem? ke tê fikirîm eger herweha bimênmewe xirape, fîkirim kirdewe ke çî bikem çake? le diłî xomda qerarim da ke meseley mîllet bigirim be destewe û xom bikem be wetenî. emca destê lîbasî swîlî zor cwanim leber kird û wekû pyawêk ke le mektebêkî ’alî neş’etî kirdibê, xom be lîbas řazandewe û bastonêkî başim girt be destewe, cantayekim piř kird le kaẍezî sipî û kitêb ke ekseryanim ne’ezanî xom bîxwênmewe, xistime bin destim û destim kird be geřan be naw bazařu û małan we qawexananda, le her kwê da’enîştim destim ekird be basî weten û îstiqlalîyet we lezetî serbestî û azadî. hemû řojêk ẍezelêkim enard bo metbe’e, be’zen meqaleyekim enûsî egerçî hîç kamyan le qełemî xom der ne’eçû.

be şew lay şexsêk emnûsî we leberim ekird we be řoj neşirim ekirdin. be’zen xełqim ko ekirdewe we destim ekird be basî îstiqlalîyet we carbecar be şewda beyannamem enûsî le ’eleyhîy ḧikûmet be îmzay muste’ar we fiřêm eda be naw kołanekanda, bem new’e meşhûr bûm be pyawêkî zîrek û wetenperist, bo xom nawêkim peyda kird, aya ḧikûmet aya ehalî, be pyawêkî fewqel’adeyan ezanîm, bêxeber bûn ke piroẍramî min her ewe bû ke te’în bikirêm be me’mûr û tîkirar dest bikemewe be xwardinî xwênî mîllet, we pare gilêr bikemewe bo xom. çend mudetê bem new’eş mamewe ke tê fikirîm zor be muhîm û gewre kewtûmete pêş çawî ḧikûmet û ehalî. her řojêk le teref pyawêkî gewrewe de’wet ekiram, û her weqit tesadufî pyawêkî gewre û syasîm bikirdaye zor be dîqet giftugoy ekird legełma, çunke her wekû tûtî ew çend qiseye ke fêr bûbûm tîkirarim ekirdewe, way ezanî ke min pyawêkî zor muhîm û syasîm we ’emden qise naxeme derewe, bêxeber bû ke beẍeyrez ew çend kelîmeye hîç nazanim û qisenekirdinim leber hîçnezanîye. le paş çen mudetê, řojêk ke le małewe danîştibûm, tê fikirîm emrêkim bo hat ke cenabî zorab efendî be ře’îsî qezay xorinşîn te’în kirawe, ḧereket bika bo ser wezîfe we ’ecele mubaşeret be îşî îş’ar bikat. fewren ḧereketim kird bo wezîfe.

le pêşda telẍirafim nûsî, řojî mwaseletim beyan kird, ew řoje geyştime merkezî qeza ta mesafey nîw se’at řêga, hemû ehalî û eşrafî memleket hatin be pîrmewe, minîş le kemałî ’ezemetda le utumbêl dabezîm û merḧeba û sebaḧ xêrim legeł eşraf û ehalî kird. çûme sera bebê ewey çawim kewtibê be ře’îsî pêşû, bebê ewe bînasim le xomewe qînim lê hełgirtibû, em piroẍramem bo xom danabû ke her çî ew kirdibûy be’eksî ew mi’amele bikem. ke geyştime meqam eweł qisem eme bû ke em eskemle û ma heye boçî wa danrawin? dyare ew kese ke ’eqłî nebû.

fewren emirim kird, be’eksî caranewe mêz û eskemlîyekeyan dana û danîştim bebê ewey mwazeney bikem ya byannasim, lewe pêş her kes ke bîstim dostî ew buwe wekû dujmin seyrim ekird.

le paş çend řoj manewem her çî ’adet û syasetî ew bû bekullî teẍeywirim kird.

hîç tê ne’efkirîm ke ême her dûkman xizmet be yek ḧikûmet ekeyn û hîç ’edawetêkman lemewpêş nebuwe, boçî wa bikem bełkî ’eqłî ew le min çaktir bûbê, boçî çak be xirap tebdîl bikem? her le xomewe bûbûm be dujminî egerçî xoyşî lewê nebû. ’ecayb lêredaye her weqit çawim bikewtaye be mindałêkî mekteblî eger ewladî xoyşim buwaye, ḧezim ekird bîkujim, çunke weham mwazene kirdibû ke eger ewane gewre bibin wezîfe dest ême nakewît, ba xisûs, lewan zyatir řiqim le mu’elîmekan bû. le diłî xomda emut:

«em şeytananey xirapin, her emanen ke neşrî mi’arîf eken we axrî xatîme eden bem eḧwałe we nanman ebirin».

emma diłim zor qaym bû be ewe ke ewende xełq le xisûsî řeẍbetkirdin be me’arîf sard bûn, emzanî ta min ḧeyatim heye ewe nabînim we hemîşe ekserîyet be teref xomanewe ebê, çî bikem deselatim nebû ke her çî mektebî řeşuřûtekan heye daybixem û em xetereye le diłî xom la bidem? diłxoşî xom be ewane dayewe. ḧasłî le dway çend řojêk destim kird be tetbîqî piroẍramî pêşû, ye’nî xwênî ehalî girtin we pare bo xom gilêr kirdinewe. hemû řoj emrêkî beşîdetim eda bo kokirdinewey ḧasłatî ew sałe. tesadufen ḧibûbat, ye’nî řizq qîmetî ne’ekird we ehalî hemû řoj îstîd’ayan enûsî ke îmsał řizq qîmet nakat, îstîrḧam ekeyn ḧikûmet sebirman lê bika, bêçare ehalî wayan ezanî řizq herzan buwe, neyan’ezanî pare giran buwe, çunke qa’îdeye, her şitê kembû giran ebê, sebebî giranîy pareşyan ne’ezanî, minîş nayzanim, ba wicûdî ew hemû îstîd’aye û pařanewey ehalî, min bo teḧsîlat emrî beşîdettirim enûsî. le diłî xomda emut:

«min heqim çîye, her ewende xom teqdîr bikirêm, îtir ba hezar feqîr bimrêt le birsana ya be dem şeqî me’mûrewe her hawar biken».

be’zen leber bêtaqetî û muḧtacî tenhayî bûm, be tenha eçûm bo seḧra. çunke weqtî behar bû we hemû kes êwaran eçû bo derewe, tesadufî zor cem’yetim ekird ke danîştûn destedeste. be’zêk ’ereqyan exwardewe, be’zê xerîkî tiryak û be’zê xerîkî bengikêşan bûn, taqmê ’ereqxor leser sewzegya denkekûleke û goştî birjawyan danabû, her carê pyałeyekyan hełbigirtaye, her kes be ewî tiryanî ewt: «eme be şerefî towe» yekê eyut:

«be namûsim em cem’yetem le biray xom la muḧterem û ’ezîztire».

yekê le syaset qisey ekird, yekê le felsefe beḧsî ekird, zor meclîsêkî xoşyan bû, emut:

«emane wekû bira wehane, hîç weqtê ’aciz nabin, we le ehlî em ’esre naken».

taqmê bengikêş her le xoyanewe pê ekenîn, nazanim pêkenînyan be wez’yetî ḧazre ehat ya be waney ke ’aqiłn û îdî’ay beşerîyet eken, we yaxud be xoyan pê ekenîn le xoşyana ke ew meslekeyan qibuł kirduwe û wekû be’zê kesî ’aqił xoyan dûçarî fîkirkirdinewe we ya xeyałatê nekirduwe, be her kamyan pê kenîbin heqe. emma taqmî tiryakkêş ke yek leser yek nefesyan lê eda we çayî şîrîn û piř řengyan exwardewe, mat û melûl danîştibûn we qet’en sedayan nebû we ḧeta le dengî xełqî ’aciz bûn. nazanim ew mat û melûlîye ke bûyan çî bû? fîkirman lewe ekirdewe ke boçî xoyan mubtela kirdibû be îstî’malî ew zihre ke ḧeyatî ’ezîzî ewanî meḧû kirdibuwewe, yaxu mwazeneyan ekird bizanin tiryak ke bo tedawîy siḧetyan îstî’malyan kirduwe, te’sîrî bexşîwe yan na, çunkî ekserî ewane ke mubtela bûn be îstî’malî tiryak be behaney nexoşîyeweye, ke le paşanda mubtela bûn û le mî’adî xoyda îstî’malyan nekird wicûdyan têk eçêt, her ke îstî’malyan kird, fewren wicûdyan çak ebêtewe.

ca leber eweye ke bo hemû ’îllet be dermanî ezanin. aya her le ewełewe fêr nebin çaktir nîye?

’ewdetim kirdewe naw şar, sibḧeynê ke çûm bo sera, hemû ’ereqxorekanim le sałonî meḧkemeda çaw pê kewt, yekê serî şikabû, yekê destî, yekê xencerêkî pêwe bû, ḧasłî, her yek be new’êk birîndar bûn, zor te’ecubim kird.

le feřaşî meḧkemem pirsî:

- lam me’lûm bike emane çîye?

- qurban emane dwênê ’ereqyan xwarduwetewe û le esnay serxoşîya şeřyan buwe le naw xoyana.

zor te’ecubim kird, netîcey ew hemû muḧîbetey dwênê ke min le wanim dî, boçî way lê hat? me’lûm bû ew muḧîbeteş her xeyałî serxoşî buwe.

ełbete şitêk ke ’eqił zayl bika netîcey her weha ebêt. tesadufen, êwareyekî tir çûm bo seḧra, tê fikirîm le kenarî awêkî pak û sewzegyayekî cwanda derwêşêk danîştuwe ke sîmay şehadetî eda pyawêkî ’aqił û têgeyştuwe. çûm selamim kird we cwabî damewe. le lay danîştim, ew hîç qyamî leber nekirdim, min le diłî xomda pêm naxoş bû, wam zanî leber kusretî tefekur bû, emma le paş çend deqîqe bom me’lûm bû leber laqeydîye le dinya. le pêş eweda ke min qise bikem řûy tê kirdim û witî:

- birader le zemanî qedîmewe şa’îr û feylesufekan nawî dînayan be pîrejin birduwe, eme le lay to seḧîḧe ya ne?

minîş çunke hîçim lê ne’ezanî witim:

- çît ’erz bikem?

- ’ezîzim dinya pîr nebuwe, çunke me’nay pîr eweye ke însan pîr bû, quwetî hemû e’zay kem ebê, her kamyan le wezîfey xoyanda, to temaşa bike! bizane em dinyaye hîç le wezîfey xoyda, ye’nî le perwerdekirdinî însan û ḧeywanat û nebatatda kemî kirduwe? lakîn ewende heye, xoman pîr ebîn, le kar ekewîn û emrîn qebaḧet exeyne ser dinya. be pêçewanewe dinya hêşta mindałe, çunke řoj le řoj wa le tereqîda we hêşta tekamulî nekirduwe, lewaneda ke ew perwerdeyan eka qîsmêkî însane ke gwaya le hemû ew şitaney ke ew perwerdey kirdûn ḧîs û ’eqłyan zyatre, ba wicûdî ew hêşta qîsmêkî zor le însan wan le ḧałetî weḧşetda ke zoryan mawe tekamul biken, ewaneyşyan ke layan waye xoyan tekamulyan kirduwe, hêşta le lay min weha nîn, çunke eger weha bûnaye, eweł wezîfey tekamulî ewane dost be hemû benî new’î xot, ebwaye se’îyan bikirdaye ewaney ke hêşta le ḧałetî cehaletda mawenewe tekamulyan pê biken, aya mindałêkî nefam ke leley legełda bêt? şitêkî xirap bikat ya destî xoy bisûtênê, xoy mes’ûle ya lelekey? tebî’î eger bîzanyaye agir dest esûtênê, destî xoy ne’ekird be agirda! ke wabû kabray lele mes’ûle. aya me’nay tekamul ewete însan her bo xoy hewł bidat?

beyanatî derwêş te’sîrêkî gewrey kird le diłimda witim:

- boçî teşrîf nahênî biçîn bo małî ême? min ře’îsî em qezayem, małî cwan û xorakî baş û nwênî pakim heye û çen řojêk xizmetit bikem?

cwabî damewe witî:

- hîç weqtê baweř nakem lem cêgey xome xoştir bêt. çunke ew ferş û nwênî toye mutleqen heqî ẍeyrî wa beserewe. ew nanî toye be teḧqîq le netîcey zułmêkewe peyda kirawe. ew xanuwe cwane, emînim ke zor kes be nařezamendî îşî tyada kirduwe, ke le odekanîda da’enîşî zor meḧdûd ebînî, ye’nî her çawit wa le dîwarewe we tecemulatî naweyewe. emma lem sewzegyaye ke min le serî danîştûm, le qudretî san’êkî bêmnetewe dirust kirawe ke muḧtacî hîç nîye, we em awe mubaḧe bem pakîye be pêş çawimda eřwat û menzereyekî zor cwan teşkîl ekat, ewîş be qurdiretî san’êk ke fewqî hemû ’aleme, le netîcey baranewe peyda buwe, temaşay em fezay namutenahîye ekem zor le seyrî odekey to cwantire, çunke îḧtîmale weqtê to seyrî odeket ekeyt be’zê şitî tyada ebînî ke hînî ẍeyr buwe, we le netîcey zułmêkewe peydat kirduwe, îḧtîmale wîjdanit mu’ezeb bibê, emma min ke seyrî em feza namutenahîye ekem ke heqî ẍeyrî tyayda nîye wîjdanim musterîḧe û zor pêy mutelezîz ebim ke seyrî em mewcûdate ekem ke çen new’ mexłûqatî têda xełq kirawe. ca leber emane min natwanim bêm bo małî êwe!

beyanatî derwêş te’sîrêkî gewrey kird le diłimda. xudaḧafzîm lê kird û be mat û melûlî ’ewdetim kirdewe bo małê. lew mudeteda ke leser ew wezîfeye bûm, kabrayek dû sê qet’e mułkî bû le xarîcî merkezda û be mesafey dû se’at řêga dûr. zorim ḧez lê kirdibûn we arezûm ekird řêgayek peyda bikem ew mułkaney lê bistênim, çunke herwekû le ẍerbida ewsa qa’îde bû, her kes erazîyek ya mułkêkî nebuwaye nawî (konit)y ne’edraye, ba xisûs le xakî firanseda, ke bebê erazî qabîl nebû însan bibê be (konit).

minîş her çend ewende qa’îdey ẍerb şareza nebûm we ewende me’lûmatî tarîxîşim nebû, emma weha ḧałî bûbûm ke eger mułkim nebê, bew meslekaney ke xom emewêt qayl nabim mesela wekû e’zayetîy perleman, ya e’yanî, yaxud wezaret, çunke weham çaw pê kewtibû ke însanî bêserwet û bêmułk ba zor ’aqłîş bê, qayl nabêt be ew meslekane. bext musa’edey kirdim, kabray saḧîb mułk be mes’eleyek îtîham kira û ḧepis bû. her ke emem bîst, ewraqekeym le polîsxane dawa kird heta xom be qanûnî ’eşayrî temaşay bikem, her çende kabraş xoy, ’eşayr nebû, emma le ewełewe, be swênd îqna’im kird ke zererim boy nabê, heta îstîd’ayekim pê nûsî ke îstîrḧam ekem min ’eşayrim, em de’way mine be mwafqî qanûnî ’eşayrî temaşay biken!

her ke ’erz û ḧałekeym dest kewt, fewren sê kesim te’în kird be ḧekem ke xom î’tîmadim pêyan bû, we derḧał nûsîm bo malîye, ke fiłan kes êsta mewqûfe zîmmetî çî heye lêy teḧsîl biken. zû be zû malîye îxtaryan kird ke le mudetî de řojda, ew mîqdare zîmmete ke le serte eger neydeyt, mudetî sê mang û yek şew, mwafqî qanûnî teḧsîl emwal ḧepis ekirêyt, ye’nî newed û yek řoj.

ewraqekeym tewdî’ kird be hey’etî ḧukim, ew hey’ete ke heta îmzay xoyanyan ne’ezanî binûsin. le ḧizûrî kabray muttehema witim be hey’etî ḧukim ke em kabraye nabê le sê sał kemtir meḧkûm bikirêt, çunke mesele îspate.

kabray muttehem ke emey bîst we lew laşewe le teref malîyewe tehdîd kirabû, destî kird be hawarkirdin û witî:

«bo xatrî xwa! qanûnî ’eşayr bo teshîlî umûrî ’îbad danrawe, ew wexte ke em qanûne danra meqsed ewe nebû ke be’zê kes bîken be aletî şeř».

destim kird be ḧîdetkirdin, emirim kird birdyanewe ḧepsixane. kabray muttehem, pyawêkî ’aqił bû, fîkirî kirdibuwe, zanîbûy hawarkirdin fa’îdey nîye, teḧqîqatî kirdibû, mu’temîdî min kêye, be her new’êk bûbû, çawî pê kewtibû, pêy witbû:

«cenabî ře’îs meqsedî çîye?»

witbûy:

«meqsedî ewete ew mułkaney pê bifroşît, be karî to nayen û eger to îta’etî emrî bikeyt le hemû şita mi’awenet û musa’edey to ekat».

kabra leber mecbûrî řeza bû!

bo sibeynê zû le da’îrey tapoda teqrîrî bo dam û mułkekanî pê firoştim, minîş qîmetî ḧeqîqîyan çend bû nîwem dayê. her lew pareye zîmmetekey teslîm kira, emrîşim kird be hey’etî ḧukim, qerarî bera’etyan nûsî. ke le ḧepis hate derewe, zor îḧtiramim girt, we dû sê řoj le małî xomda damna we muḧîbetêkî zorim legełîda kird, le paşa ’ewdetî kirdewe, ca ke bûm be saḧîbî mułk le weqtî texmînda, emut bew me’mûranî texmîney, ke hemû ehalî qezake be destyanewe firyadî bû we ewende texmînî felaḧetî ehalîyan zyad kirdibû ke hemû meḧû bûbûnewe, texmînî dêhatekey minyan zor kem ekird, leber ewey ke fezłey texmîneke bo xom bimênêtewe û şitêkî zor kemyan leser da’enan, we xom serkarim te’în ekird legeł heqî tapoda heqî mîrîşim cem’ û cibayet ekird we xom ew texmîne ke leser ehalî kirabû, le me’aşî xom emda be nawî felaḧekanewe û le nîhayetî ḧasłatda qîmetî ew wextey deẍludan çend bû, dû qatim le ehalî dêhatekanî xom esend, her kes boy mumkîn nebuwaye bîdat, bom ekird be qerz bo sałî atî, emma yek be dû. teb’en ehalîy bêçare le tirsanda neyan’etwanî biřon û řêgay şikatîşyan nebû, ca nazanim ’eqłyan pê ne’eşka ya eyanzanî şikat fa’îdey nîye. ew mułkaney ke bûm, ḧidûdyan nextê kem bû, destim kird be te’eřuzkirdin be mułkî ew kesaney ke nizîkim bûn, be wasîtey ew wezîfeyewe ke be destimewe bû, le mudetêkî kemda, ḧidûdî qedîmîy mułkekanim çend bûn, kirdim be dû ewende be zorî xom! saḧêb mułkekanî řefîqim neyan’ewêra deng biken, çunke eyanzanî, eger qise biken, dûçarî xeterêkî gewre ebin we be naheq be meseleyekî syasî îtîhamyan ekem. sibḧeynêyek ke çûm bo da’îre, le naw kolanêkda dû mindałim dî, ke be yekewe yarîyan ekird.

- to ezanî xuda kêye? ewî tiryan witî:

- to qisey qoř ekey, çon nazanim? dyare xuda ře’îsî qeza zorab efendîye!

ke mindałekey tir ewey bîst destî kird be pêkenîn û witî:

- peşîman berewe, zorab efendî ’ebdêkî ze’îfe wekû min û to! xuda ewete ke le hemû cêgayek ḧazre û em dinyayey dirust kirduwe we hemîşe baqîye.

mindałekey tir witî:

- ca eger zorab efendî xuda nîye, boçî hezar emir bidat îcra ekirêt? we boçî be ḧîdet û lutfî, hemû xełq řazîn? sebeb çîye kes nîye ke heqî xełqî lew bistênin? me’lûm buwe to şêtî û tê negeyştûyt ke zorab efendî be xwa nazanî?

dûbare ewî tiryan witî:

- biray xom to boçî xot şêt kirduwe, xuda fewqî hemû ’aleme nîhayet em zorab efendîye me’mûrêke le teref ḧikûmetî xoyewe te’în kirawe, qanûnêkî dirawete dest mi’ameley pê bikat. emma çunke le muḧîtî ême qanûneke be zubanî xoyan nîye, we le me’nay nazanin we yaxud xwên le wicûdyanda nîye, we le tełebî heqî xoyan ’aczin hezar zułim û zor bikat kes deng nakat, leber ewete ewaney ke bê’eqiłn be xuday ezanin. eger ew kabraye ke to be xuday ezanî le be’zê memleketî mutemedînda bê, ḧeta ḧemałîşî dest nakewêt.

tîkirar mindałekey tir witî:

- ême ke taze çûyne mekteb xot ezanî le řefîqekanman bîstuwe ke le be’zê memleketî mutemedîna, ḧeta ewane ke me’zûnî mektebin, utumbîlçîyetîyan dest nakewê, ey sebeb çîye em kabraye ewende gewre bû?

- ’ezîzim ew memleketane hemû xwêndewarin we lewane ’alimtir heye.

- boçî le zorab efendî ’alimtir lem muḧîteda nîye?

- bełê heye, lakîn îḧtîmal ewey ke wa em qibûłî eka, xwêndewarekan teḧemulî naken! emma hîç ’aczîş mebe řojêk ebêt ḧeqîqet cêgey xoy bidozêtewe û em mîllete feqîre bêdar bêtewe û em new’e mîqrobane defi’ biken, çunke em zułme ke emane kirdûyane be pîşe, axrî ehalî mecbûr ebin be fîkirkirdinewe bo peydakirdinî řêgayekî necat, çunke ḧepis ta zyatir ezyetî biken, zyatir fîkir ekatewe bo řêgey wesîley fîrar.

ke em qisanem bîst le mindałekan zor le diłî xomda ḧîdetim kird, witim: «em şeytanane taze çûnete mekteb û fîkiryan wehaye, axo eger teḧsîl tewaw biken çilon ebin we ḧałî ême çî lê bêt? ax mumkîn bûbuwaye em new’e şeytananem lem muḧîteda nehêştaye?» le paş fîkirkirdinewe be ’aczîyewe çûm bo meqamî xom.

tesadufen ew řoje, řojî îḧaley ew nehrane bûn ke ’a’îdî ḧikûmet bûn, we zor kes le ehalî û eşraf hatbûne da’îre îcra biken. lakîn lew weqteda ke xerîk bûn pey bixene ser nehrekan, pyawêk ke hemûyan eyanzanî pyawî mine, hate jûrewe û be tesdîqêkî zorewe witî: «min talbî fiłan nehir we fiłan cogem» xolase talbî ’imûm cogekan bû be tenzîlî bedelî pêşûyan ba wicûdî ewey ke ewaney danîştibûn eyanzanî bedelî nehrekan nîsfî warîdatyan nîye we xoşyan ’imûm be nyetî tîcarekirdin hatbûn, ke çawyan kewt be kabray pyawî min wityan:

«ême tałb nîn we ezanîn ke bedelî ew nehrane zor girane».

we beẍeyrez em zate kabrayekyan witî:

- min zem ekem!

fewren witim:

- tesdîqit heye!

tesdîqekey nîşan dam. witim:

- em tesdîqe le weqtêka min lêre nebûm, le teref wekîlmewe tesdîq kirawe û neyzanîwe, to hezar îşî ket heye, we serwetit emende nîye!

xerîk bû qise bikat, destim kird be ḧîdetkirdin û derim kird, le paşa kabra lem xisûsewe her çend şikatêkî zorî kird, hîç fa’îdey nebû, we leber ew meseleye zererêkî zorim lê da. her le ew řojeda îḧaley nehrekan dira be ew pyawey min. da’îrey malîye çunke piroẍramman yek bû be kemalî memnûnîyetewe qibûłî kird.

le weqtî ḧasłata her wekû beḧsiman kird her mi’ameleyekim le mułkekanî xomda îcra kirdibû, lew enharaneşda îcram kird, ye’nî wekû řûtandinewey we xwênxwardnî ehalîy mezłûm. bem new’e îşane parem zor bû, ye’nî bêcge le teḧemulatî naw mał û qerz, bûm be saḧîbî bîst sî hezar lîrey neqid.

her wekû lemew pêş beḧsim kirdibû xulyay gewreyî ewende le serimda bû, hîç aramim nebû. ca nardim le wiłatêkî xarîc be’zê qalîçey awrîşmî cwan û be’zê şitî beqîmetim send û be nyazî tereqîkirdin, me’zûnyetî yek mangim wergirt û çûm bo paytext. ke geyştime paytext waqî’en le ewełewe, her wekû xom arezûm bû, ewende ḧurmetim nebû. emma le paş teqdîmkirdinî eşyakan bo ew cêgayane ke lazim bû, ḧurmetim ewende zyadî kird xerîk bûm xom nenasmewe. her êwareyek le utêlêk we her şewêk le sînemayek le teref pyawêkî gewrewe de’wet ekiram, we lew şareda nawêkî gewrem peyda kird.

zor kesî wa bû ke çawyan pêm nekewtibû neyan’enasîm we hîç îstîfadem boyan nebûbû, her le xoyanewe mediḧ û senayan ekirdim. be meḧzî ewey ke bîstibûman zorab efendî pyawêkî muhîme, ewanîş be teqlîdî xełqewe mecbûr bûn be te’rîfkirdinim. axir eger ehlî em wiłate ewende serî’ elqerar nebûnaye ḧałyan weha ne’ebû.

le paş çend řojêk we’dem wergirt ke be wezîfeyekî gewretir te’în bikirêm. dway tewawbûnî mudetî me’zûnyetekem, geřamewe miḧelî wezîfekey xom. tesadufen bo dewrye le merkezî qeza çûme derewe, le beynî dû ’eşîretda ke daxłî ew qezaye bûn, çen sałêk lewe pêş şeřuşořêk waqî’ bûbû, we sê çwar kes le beynî ewanda kujra bûn. lew weqteda ke min geyştime ew nawe meşẍûł bûn le naw xoyanda sułḧyan ekird û qerarî musałeḧeyan dabû, bem new’e ke qatîlekanî em ’eşîrete dû kiçî xoyan biden be kuřî meqtûlekanî ew ’eşîretekey tir, we qatîlekanî ew laş dû xuşkî xoyan biden be biray meqtûlekanî em ’eşîrete. xom gwêm lê bû kiçekanî em ’eşîrete hawaryan ekird eyanut:

«bo xatrî xuda ême ewane nanasîn ke êmetan dawe be ewan, heta êsta nemandîwin? ême xo kesman nekuştuwe ke mes’ûl bîn û diłî qewm û xwêşyan şad û memnûn bikeyn. xwa hełnagrê yekêkî tir qetlî kirduwe, yekêkî tir kujrawe, ême boçî bikewîne ’ezabewe? îḧtimal ême diłman te’eluqî be şexsêkî kewe bêt boçî êwe sermayey ḧeyat û jyanî ême meḧû ekenewe? emane xuda û wîjdan qibûłî nakat?»

bêxeber bûn ke xuda ewende sebrî heye hezar şitî wehay qibûł kirduwe û eykat, we wîjdanîş tenya her îsmî heye û kes be çaw neydîwe! kuřekanî ’eşîretî ew la legeł kiçekanda bîstibûyan min lew řojaneda wam lewê, be her new’êk boyan mumkîn bûbû, xoyan necat dabû û fîraryan kirdibû, hatne lay min. ewełen kiçêkyan ke zor cwan û meḧbûbe bû pêy witim:

«cenabî ře’îs emřo ême zor bextyarîn ke cenabî ’alîtan teşrîfî hatuwe bo em nawe, çunke umêdman waye û be teḧqîq ezanîn ke heqî mezłûm le załim desênî».

tewaw