2

From the Book:
Meseley Wîjdan
By:
Ahmad Mukhtar Jaff (1896-1935)
 10 minutes  7630 views

lepaş çend mudetê ke tê fikirîm, bew new’e le lay westam îdare nakem. mecbûr terkim kird, çûm bûm be pyawî tîcarê ke heqîqet be zahîr pyawêkî baş bû, hîç nwêj û řojûy ne’efewtand û hemîşe meşẍûłî wîrd xwêndin bû. emma ew geze ke kutałî pê efroşt le gezî xełqî kurtitir bû û her weqtê mi’ameley tûtin ya şitêkî tirî legeł feqîrêk bikirdaye, tê efkirîm xerîke be tewawî meḧwî bikatewe û kemałî bê wîjdanî û bê însafîy serf ekird. ew dyanet û ew xyanetey musbet û menfî bûn û bûbû be ba’îsî te’ecub û teḧeyîwir.

tîcarî aẍam dû kuřî bû, yekê le ’umrî heşt û yekê le ’umrî de sałîda ke hîçyan nexwêndibû. řojê ’erzî aẍam kird:

- eger em mindałane binêrî bo mekteb çaktir nîye?

- hetîw dyare toyş be wasîtey ew kwêre xetewe eḧmeq bûyt. kuřî min xwêndinî bo çîye? ême kasbîn, heqman beser xwêndinewe çîye?

min kuřî xom bo çî enêrim bo mekteb? bo çî kafrî bikem wekû gawerekan le hawîna qaç û seryan řût biken? ême her çiłon bûyn ebê weha bîn!

aẍam ’elawey tîcaret, felaḧetîşî ekird, lakîn xoy aw û zemînî nebû, bo felaḧet mecbûr le mułkî begzadeyekî dewłemenda felaḧetî ekird we nezaretî cûtekanî dirabuwe dest min. hemû řojê towî cûtekanî, min emda be cutyarekan. řojê ke çûm tê fikirîm cûtkirdinî řojyan zor keme û towî zor eben. hîç dengim nekird! lepaş dû sê řoj, sibḧeynêyek zû çûm bo teḧqîqatyan. ke tê fikirîm yekê le cûtyarekan lelay ’elafêk sê men genmî wa be destewe û eyfiroşê. pirsîm:

- ewe çîye?

- hî xome!

- minîş leber ewe emzanî mesele çîye be tehdîdewe pêm wit:

- be řastî pêm biłê!

lepaş îlḧaḧêkî zor, řastîy pê witim:

- ême qa’îdeman waye ke herçî genim bibeyn bo tow, silsî efroşîn bo xoman.

- eme dû zererî heye: ewełen genmeke edzin eme zererêk. duwem, toweke kem eken we kemî tya ebêt.

- qurban cûtyarî hemû kes waye, êmeş wekû xełq.

xułase nezaretî cûtekanim kird ta weqtî ḧasîłat pê geyşit û kirdiman be xerman.

çend xermanîkî tirîş nizîkî xermanekey ême bû. weqtê ke xermanekan pak kiran û sûrbûn, tê fikirîm hemû felaḧekan be şew destyan kird be dizînewey genim û co.

minîş şewêk pêm witin:

- eme daxłî wîjdan nîye! em saḧîb mułke însanetî kirduwe, êwe bo çî dizîy lê eken?

- birader, eme ke beḧsî însanîyet û wîjdan kirdine, lêre pare nakat!

tenya min nebê hemû dirawsêkanim be qeder arezû lew xermananeyan dizî. serkarîşman ḧazir bû, emma her yek, mîqdarêk genim û coyan da be serkarekan. ke kabray serkar hat be minî wit:

- bo çî to hîç dengit nîye?

- min xyanet nakem!

- başe çawit be xot ekewêt!

ke řoj buwewe tê fikirîm beg teşrîfî hat dû sê tûle û tancîy be şwênewe bû. le kemałî ’ezemet û şewketda, temaşayekî xermanekanî kird. kabray serkar dû sê qisey be dizîyewe bo kird, ta hate ser xermanekey ême.

ba wicûdî ewe ke be nîsbet kay xermanekewe genmekey ême zor bû, sûrîy xermanî dirawsêkanim kemtir bû. kabray begzade bebê te’emmul destî kird be ḧîddet kirdin witî:

- diro ekey dizît kirduwe!

minîş mecbûr ḧîkayetî dizêtîy genim û co û bertîl xwardinî serkarim bo gêřayewe.

zyatir ḧîddetî kird û witî:

- to diro ekeyt! min pyawî xom enasim dizî le min naken. emane her ew pyawanen ke ta êsta de kesyan bebê qebaḧet her leber arezûy min boyan kuştûm û sed karwanyan bo řût kirdûmetewe. em mułkane ke min heme le sayey çwar pênc pyawî wekû emaneweye.

ke way wit be ḧîddetî zyatrewe witî:

- xermanekan dewr bikenewe!

leser wiłaxekey xoy dabezî û lepaş dewrkirdnewey xermanekan, ewaney ke dizîyan kirdibû, her kesê mîqdarêkî tirîş leser îqtiraḧî serkareke ’efû kiran beẍeyrez xermanekey ême ke be zyadewe lêy sendîn. me’lûm bû ke sedaqet xyanete û xyanet se’adete. ke hatmewe xizmetî tîcarî aẍam em ḧîkayetem ’erz nekird.

le weqtî hawînda legeł aẍam, çûm bo dêhatî etraf bo tûtin kiřîn. lewê tûtin pê negeyştibû. ke le řêgewe eçûyne małî kwêxa, dyarîyekî cwan, be qeder şe’nî kabray kwêxa dê bû, be nawî xełatewe teqdîmî ekird. we legeł ’imûm ehalîda be new’ê giftugoy ekird be kemałî şîrînî û nezaket. we her weqit beḧsî qîmetî tûtin bihatayete pêşewe, hezar swênd û qur’anî exward ke «emsał tûtin zor řezîle û ême hemû meḧu bûynewe, emma be her qîmetê ke êwe biłên min qibûłme; her be şertî ewe le yek lîre, çwar ane qazancim bo bihêłnewe. lewe zyatir, ḧeram bêt wekû goştî seg, çunke êwe ’imûm aşnay qedîmî minin». minîş le diłî xomda lewey ke tesewrim kirdibû aẍam pyawêkî bê wîjdane peşîman bûmewe. we zor teqdîrî aẍamim kird le diłî xomda ke em pyawe lem hemû dêhateda ke geřayn legeł hemûyanda dostayetî û mi’ameley ewende le daxłî wîjdanaye. xolase geřaynewe nawşar. lepaş çend mudetê çûyn bo tûtin dagirtin. wextê ke eçûyn bo ser killarî tûtin, bêçare zeřa’eke le diłî xoyda qerarî dabû mesela ew killarî tûtney de batman der’eçê, wextê ke dewrman ekirdewe şeş batman der’eçû. kabra xoy sersam ebû we heqîqet minîş zor te’ecubim ekird. emut ya řebî eme çî bê aya mwazeney ême ẍełete ya îmsał batman gewre buwe?! meger ke min nazanim û tê negeyştûm, tîcarî aẍam bizmarêkî dawe le topî qepaneke û enwa’î ḧîlebazîy tyayda kirduwe bo ewey hemîşe de batman bikat be şeş batman. welḧasił tûtniman dagirt, ehalî gird bûnewe bo qet’î nirx. aẍam witî:

«ke çûmewe memleket bên, nirx ebřîn!»

ke çûynewe şar, lepaş çend řojêk befir û baran be şîddet ebarî hemû ehalîye bêçarekan be lerzelerz û hemû leşyan quřawî bû, hatin bo dergay ḧucrey aẍam.

temaşam kird, ew sîma beşşaşey aẍam be ’ebûsî tebdîl bû, ew qise şîrînaney bû be zehrî mar. be ḧîddetewe pêy witin:

- em qerebałẍe çîye? bo çî hatûn?

wityan:

- qurban hatûyn bo nirxî tûtin biřîn.

ke wayan wit, defterêkî derhêna û witî:

- mirdûtan mirê, nirxî çî? hemû qerzarin! emsał batmanê tûtin dû řûpye nakat.

- qurban êmeş feqîrîn merḧemetit bibê!

- lewe zyatir qise meken we’îlla ełêm be polîs dertan bikat! biřon şikatim lê biken, ewsa çawtan be xotan ekewêt, ewaney êwe şikatî le la eken, hemû şew le dîwexanî mina qawe û çayî exonewe!

her ke nawî polîsî hêna her wekû şeyatîn ke bîsmîllayan lê bikirêt, her yek be layekda řayan kird, wehayan ezanî polîs wezîfey mexsûsî emete ke ewan ezyet bida.

ewende ’eqłyan nebû biłên polîs bo înizbatî memlekete ke kes ẍedir le kes nekat. minîş le goşeyekewe danîştibûm ta xełq řoyşit. be aẍam wit:

- qurban em ḧałete çîye û leser çî ’aciz bûyt? xo to ewsa le dêhata zor be şîrînî qiset ekird?

- řołe to em segbabane nanasît. ewsa eger be şîrînî qisem nekirdaye tûtnekeyan ne’edamê. êstake tûtnî xomim wergirtuwe, ebê wa biłêm.

- qurban le xisûsî wîjdanewe çî efermûyt?

- qisey qoř meke! eger le sałêka destî ehalîy çwar dê nebiřim, çon îdare ekem?

destî kird be pêkenîn û witî:

- řołe emane zor kerin! emîn be, emsał zûtir dênewe.

heqîqet aẍam řastî kird, her ’eynî ew ehalîye, le sałî atîda, zûtir hatnewe bo lay aẍam û aẍayş ’eynî piroẍramî tetbîq kird û dîsan muwefeq bû. zor te’ecubim kird, sebebî çîye ke em ehalîye wa eken? her çende fîkirim kirdewe hîçim bo me’lûm nebû. her ewende tê geyştim ke ehalîyeke leber feqîrî, mecbûrin her le zistanda dest biken be qerizkirdin leser tûtin. we ewende ’eqłyan bû ke biçin bo her kwê her wekû em waye, ca kewabû em nasyawtire û umêdî řeḧmyan lê ekird, her çend neyşîbû.

«ḧeywane kêwî tenya le yek piłing natirsê. ba wicûdî ḧeywanî, ewende ’eqłî heye ke hemû piłingêk eyxiwat!» em ehalîye feqîre û em meḧsûrmaneweyan sebebî çîye we bo çî wehan?! ḧîretim kird! her ewendem zanî ke nebûnî mekteb û wasîtey nexwêndewarîyane ke eḧwałyan waye.

ekserî weqit temaşay defterî aẍam ekird ke lew şarewe ke mewqî’î îstîhlakî tûtne we tûtnî bo sewq eken boy ehat. sersam emam çunke be’zêkî be terk û be’zêkî be semaḧ û qismêkî be fotanî û ... le tûtnekey der eçû. bêçare aẍam ba wicûdî ew hemû zułim û zore ke kirdibûy, ke wextî tûtin le teref tedbîrçîy ew şarewe boy efroşra ya qazancêkî zor kemî ekird we ya seruber der’eçû; çunke ew tedbîrçîye her çî arezûy xoy buwaye ewendey bo aẍam pare enardewe.

řojê ’erzî aẍam kird:

- aya eger êwe ke çend tîcarêkî dewłemenin, îtîfaq biken we qompanîyek teşkîl biken we le teref ew qompanyayey xotanewe, dû kes lew şare be wekalet dabnên, bo ’imûmtan tûtin bifroşêt, makîne celb biken û qîsmê lew tûtne biken be paket, ew qazance bo xotan bêt baştir nîye? êwe ke madam řoḧî em ehalîye bêçareye derdehênin ke be enwa’î řezałet û felaket be xoy û mał û minałîyewe şeş mang xerîke de batman tûtin peya ekat we êwe bem new’e lêy esênin, bo xotan bê baştir nîye le ẍeyre?

- ’ezîzim dyare toyş wekû mekteblîye şêtekan wayte. ême bawik û bapîrman her wehayan kirduwe, xoşman ebê wa bikeyn!

- qurban eqłî bawik û bapîrman bo zemanî xoyan baş bû, be karî êsta nayet. ’eceben tifengî qepaẍlî başe ya mu’eddel mawwizeř û metralyoz û em new’e şitane? swarîy ker baştire yaxu utumbêl?

- hezar qisey weha bikeyt ’eqłî kon le ’eqłî taze baştire!

ke tê fikirîm bo îlzam û sikûtî aẍa, sikût kirdin û bêdeng bûn le hemûy çaktire, na’îlac bêdeng bûm.

***