şarî xamoşan

Li pirtûka:
Gunah
Berhema:
Elî Ḧesenyanî (1939-1992)
 1 Xulek  1672 Dîtin
Şarî Xamoşan
Bi denga: عەلی حەسەنیانی
Şarî Xamoşan
Bi denga: سەید خالد ئیمامی
taqe kûçey şarî xamoşan,
xołepotînêkî nerme,
qirçeqirçî nîweřoy hawîne, germe,
çol û bê awayîye,
zor lemêje hatuçoy têda nye...
emnî řêbwar,
areqem tik tik le řûmet dête xwar,
deykutim mandû û şeket,
deçme pêşê...
xoretaw dinya desûtênê, dełêy gyanim dekêşê...
cêge pêyek,
cê demênêt û debête nexşî řêyek,
řêyekî sûtaw be tîşkî dax û germ,
xołepotînêkî nerim...
řîzemałêk dête ber çaw:
toz le ser nîştû,
ledesçû...
derk û dîwarî be ser yekda řimîw, mirdû...
axrîn mał:
kawil û wêran û řûxaw,
çaweyekî nîwesûtaw,
baxçeyekî îşk, bêgya, têkdiraw,
çol û bêdeng,
mat û bêřeng,
derkî jînî daxraw,
serdemêkî koşkî awatî minî aware bû...
 
taqe kûçey şarî xamoşan,
xołepotînêkî nerme,
nîweřoy hawîne, germe,
şwênî pêyek,
nexşî řêyek,
yadgarî axrîn mîwanî şare,
dûr... kundêk xem dexwênê:
- axo lem řêgaye kê řêbware em care...?