xeyał

Li pirtûka:
Gunah
Berhema:
Elî Ḧesenyanî (1939-1992)
 1 Xulek  1607 Dîtin
:xeyałêk bû...
gutim: ba çarenûsim,
- çarenûsêkî ke dayannawe bo min bab û bapîrim -
bigořim,
têkî dem,
lay bem...
 
:xeyałêk bû...
gutim: ba berdełanî jînî dahatûm,
- wekû mensûrekey hellac -
le hellacî bidem.
lay dem...
 
:xeyałêk bû...
xeyałêkî cwan û pak û pîroz bû...
demêk wêrẍe,
demêk nerme,
demêk piřtaw,
kutam,
řoyîm berew amanc...
 
:gutim: herçende berdî sard û germim bête ser řê nabezim,
merdem...
 
xeyałêk bû...
xeyałî dwênêkem wa bû,
sibeynê çon debê axo...?