tamezro

Li pirtûka:
Gunah
Berhema:
Elî Ḧesenyanî (1939-1992)
 1 Xulek  1901 Dîtin
Tamezro
Bi denga: سەید خالد ئیمامی
min ke meḧkûmî nemanim piř be dił manim dewê
nîwenûzem takû mawe hêzî hestanim dewê
řewřewey bextim şikawe û dwahenasey jînme
bo ewey nemirim, bimênim em çeleş qanim dewê
wişkeswême û sûrî hawîne û gewey sextim le pêş
awî řûnî kanyawî ber binaranim dewê
ew diłey bijwên bû êstê, şorekate, qaqře
ta demê oxjinî bêtê, řêjnebaranim dewê
wîst û daxwazim wedî naye le pawanî xema
kořî yaranim dewê, kwa şarî maranim dewê?
çîdî estê û berdî tîrutane bo min lêk meden
boçî serkonem deken? însanim û jyanim dewê
bê ewey xoşî bibînim jînî dîlîm birde ser
paşî mergim, dewrî termim, germedîlanim dewê
***
«tarîk û řûn»ê berew «aso» weřê kewtim ke çî,
dîm «hewarî xałî» boye «sûřî dewran»m dewê
«sazî nasaz»e diłim «tawanî bêhêzî»y mine
serdemî mirdin biřist û hêz û hetwanim dewê
dił şika, dengî biřa, haware lem řoje řeşe
hawdiłêkî derdedarî yekdił û gyanim dewê