tirawke
Li pirtûka:
Gunah
Berhema:
Elî Ḧesenyanî (1939-1992)
1 Xulek
1787 Dîtin
Tirawke
Bi denga: عەلی حەسەنیانی
gułim! to řemzî bûnî, hoy jyanî!
gizîngî diłinşînî berbeyanî!
giřî ’îşqî, firîştey xoşewîstî!
henasey çaweřêy katî jwanî!
tikey firmêskî şillêrî beşermî!
bizey mendî gezîzey lapeřanî!
vênûsî, bałî nexşînî pepûley!
gimey kotrî diłî, weznî řewanî!
diney dengî, zirîngey camî badey!
ewînî, pêkenînî sardekanî!
le ser pelkî gułałey dem beharan!
diłopî şewnimî řûn û cwanî!
le tarîkîy şewî bê nûr û swêda,
giřî, bo řêge winbû řazî manî!
be řoyîn çeşnî kerwêşkey beharî!
be mendî her wekû şermî kiçanî!
le çawî řêbwarî řêy ewîna,
tirawkey deştî pan û bêbřanî!
le handî to hemû hêzê dewestê,
eto řagîrkerî çerxî zemanî!
humêdî nahumêdî dił xemînî!
keçî bo min humêdî bênîşanî!
min û to çende lêk dûrîn, hawar
emin deskurtim û to kakeşanî!