V

Li pirtûka:
Bizey Jyan
Berhema:
Elî Ḧesenyanî (1939-1992)
 22 Xulek  972 Dîtin

ke řoyî destim legeł lêdawe û be nermî destî kuşîm û çawî de çawî biřîm. řwanînî detgut oxjinî pêdam. katêk řoyî ta le ber çawim win bû her çawim lê kird. demewîst bigeřêmewe jûrê ke jîro û gizîng pêkewe berew fêrge deçûn. jîro le baẍçey ḧewşe gułêkî sûrî lêkirdewe. le jûrê be daykim gut sibeynê azad dête xwazbênîm, daykim gutî:

- eto gewre û jîrî, xot debê hawbeşî jyanit dyarî bikey, emin qiseyekim nîye, êwarê ke jîro û gizîng geřanewe, gizîng gułe sûrekey leser diłî xoy dabû, le bîstinî xwazbênî azadî herdûkyan şad bûn, sibeynê azad hatewe, daykim pêy gut:

- katêk xotan řazîn emin qiseyekim nîye û bextewerîtan bo be awat dexwazim, bełam xot dezanî dway nozde sał jwanim dîtotewe, debê bełênîm pê bidey lêm dûr nekeyewe û zorîşim pê xoşe bêye ser małê.

azad serî berdawe û gutî:

- herçonêk êwe pêtan xoşe wa dekem.

be têkřayî weder kewtîn û çûyne zêřîngerîyek. daykim ałqeyekî bo azad kiřî û azadîş ałqeyekî bo min kiřî. jîro û gizîng le sûçêk řawestabûn û çawyan le zêřekan dekird, be anîşkim de daykim kuta û gutim:

- kengê bo ewaneş ałqey bikřîn?

- jîro sałêkî mawe xwêndigey nawendî tewaw ka.

- dekirê ew yek sałey desgîran bin.

- carê hîçyan negutuwe.

geřaynewe małê, le małê legeł azadî ałqekanman gořînewe, gizîng le pêş daykim û jîroy pîrozbayî lê kirdîn, daykim gutî:

- jwan legeł gizîngî hestin bo nîweřo şitêkî saz ken.

nan û çay nîweřoman xward û dway nîweřoye daykim gutî:

emin biřêk be małêda dêm û deçim, êware çwar be çwar sûřêkî biden û bigeřênewe.

hemûman le xudaman dewîst. le derê emin û azad we pêş kewtîn û gizîng û jîroş dwa be dway ême dehatin. awřêkim lê danewe, destyan le nêw destî yekda bû, le řêgada basî bawkim bo azadî degêřawe û gutim:

- êsta gewretrîn awatim eweye hewałêkî le bawkim bizanim.

sibeynekey azad be maşênî jîroy, şimekekanî bo małî ême gwêstewe. şew daykim kîkêkî gewey saz kirdibû. gizîng řazandîyewe û legeł mîwe û şerbet boy danayn û gutî:

- emin û jîroş emşo be çend goranî mîwandarîtan lê dekeyn.

gizîng be goranî hoy dawe û daykim be jîroy gut:

- jîro gyan! xo etoş dengit xoşe, bo goranîyekman bo nałêy?

jîro be bizewe gutî:

- be çawan.

dengî germ û diłinşînî jîro legeł nałey sazekey têkeł bû:

- çendî geřam le şaran, nemdî kes wek to cwan bê....

şewêkî xoşman řabward, derfetêkman bo hełkewt legeł azadî destiman be qise kird, azad pirsî:

- key maret bikem?

- pêş mare kirdinê yarîdeyekim bide!

- yarîdey çî?

- yarîdem bide weşwên bawkim kewîn bizanîn çî beser hatuwe.

- çim le dest dê?

- legeł daykim qisan bike.

- eto daymezrêne, emnîş leserî deřom.

- her ew şewe be daykim gut:

- daye gyan! tikayekit lê bikem ředî nakeyewe?

- řołe gyan her çîyekit dewê bîłê.

- dełêm seferêkî şarî «k» bikeyn, hewałêkî bawkim bipirsîn, bizanîn mawe, nemawe, çî beser hatuwe!

daykim serî berdawe û hîçî negut, azad gutî:

- pêşnyarêkî cwane, kak řêbwar bawkî jwane, jwan heqî heye weşwên bawkî kewê, ênca be řay min kak řêbwar gunahêkî nîye, etoş bê tawanî, çarenûs wa buwe.

gizîng gutî:

- yay kejał! emin û jîroş zorman pê xoşe, diłman meşkêne dena na jîro?

jîro be bizewe gutî:

- na..., zorim pê xoşe, betaybetî êsta ke jwan gyanman dîtotewe nabê diłî bişkênê.

daykim be çawêkî xembarewe serî hełêna û gutî:

- çontan pê xoşe wa biken.

giştiman şad bûyn, azad gutî:

- bo karî baş nabê dû û sêy lê bikey, emin dełêm beyanî zû weřê kewîn.

daykim hêşta qiseyekî nekirdibû be jîrom gut:

- jîro gyan, heste legeł gizîngî ew şitaney pêwîstimanin sazî ken, beyanî zû weřê dekewîn.

detkut gizîng çaweřêy ew qiseyey min bû, her ke wam pê gut, řastewe bû û be jîroy gut:

- heste! ba we direngî nekewîn.

beyanî nanuçaman xward û řêman dagirt. jîro maşênî lêxuřî, daykim le pêşewe danîştibû, gizîng û emin û azadîş le piştewe bûyn, le daykim pirsî:

- daye gyan! debê le kê hewałî bawkim bipirsîn?

- nazanim, serêkî małe yay pîrozê dedeyn, eger xuda bika mabê řenge ew hewałî bizanê.

katêk geyştîne şarî «k» şew bû, çûyne hotêlêk, beyanî dway nanuçay weřê kewtîn, daykim gutî:

- nozde sałe êrem nedîtotewe, eger małe yay pîroz bibînmewe başe.

le çend şeqam û kołanan řed bûyn, daykim gutî:

- em şare çend gewre buwe, ewdem êre qeraẍ şarî bû.

le kołanêk maşênekeman řagirt û dabezîn, daykim yek dû małî nasîyewe, małêk taze saz kirabû, gutî:

- êre bû, bełam wa dyare têkyan dawe û serlenwê sazyan kirdotewe.

dûkanêk le tenîşt małeke bû, daykim le dûkandarekey hewałî małe yay pîrozî pirsî, kabray dûkandar gutî:

- çend sałêke lêre nemawin, êreyan firoştuwe, çûnete geřekî «serawê».

swar bûynewe û weřê kewtînewe, geřekî serawman dîtewe, be pirsyar małe yay pîrozîşman dozîyewe. le derkeman da, pîrejnêk derkey kirdewe, azad pirsî:

- eto yay pîrozî?

- adî bawanekem, fermûn....

daykim le amêzî girt û maçî kird û gutî:

- yay pîroz namnasîyewe?

- nawełła, pîr bûm û hoşim nemawe.

- emin kejałim....

- kejał...! kejał gyan etoy...?

yay pîroz dîsan daykimî le baweş kird û řaymûsî û gutî:

- hek bexêr bên ser çawekanim, çawim řûn bowe, de fermûne jûr....

le dwaye emin û gizîngî maç kird, çûyne jûrê û danîştîn, yay pîroz gutî:

- be xuday be hatnî êwe xemim řewîyewe, emane kên?

daykim gutî:

- eme jwane.

- jwan...?

- a, her ewey ke le ber derkî mizgewtêman dana....

yay pîrozî diłsoz hestawe û emnî le amêz girtewe û gutî:

- xudaye şukur, êwe be yek geyştinewe û emnîş be dîtnewey êwe şad bûm.

daykim gutî:

- emeş azade, zawame, emeş jîroye, kuřme, emeş gizînge.

- gizîng kiçte?

daykim ḧebesabû, neydezanî çi wełamêkî bidatewe, boye emin gutim:

- na... gizîng desgîranî jîroye....

gizîng sûr hełgeřa û serî berdawe. jîroş çawêkî le gizîngî kird û hîçî negut.

yay pîroz hesta çay bo saz kirdîn û hatewe û danîşt û gutî:

- dey kejał gyan! ew maweye çonit řabward, le kwê bûy, çonit jwan dîtewe?

daykim be şêneyî hemû şitêkî bo gêřawe û lêy pirsî:

- edî yay pîroz êwe çonin?

- neşmîlî kiçim be şû dawe, şuwekey zor pyawî çake, xuda kuřêkşî dawetê, hejarî kuřîşim jinî hênawe û ewîş kuřêk û kiçêkî hen, lêman cyaye, xom pêm xoş bû cya bêtewe, hemû řojî heynîyan dê serim deda. êsta emin mawim û wisû, wisûş dûkanêkî kutałfiroşîy heye.

xom pê řanegîra û pirsîm:

- edî yay pîroz bawkim çî, mawe?

- adî şukur mawe, bełam...

- bełam çî?

- ca biłêm çî, le wetî le daykit dûr kewtotewe diłî be dinyawe nemawe, her sełte û jinî nehênawe. dayk û bawkî, êwe siłamet, miłk û małêkî zorî bo be cê ma, gundekey firoşt, małî hate şarî. lêre xanûyek û ḧemamêk û sehołxaneyekî kiřîwin û le sayey xudawe jyanêkî xoşî heye, bełam qet diłî xoş nîye, zor dête małî ême, hemîşe basî daykit deka û le bîrî nekirduwe. ax zemane! ta nemrî nazanî çit be ser dê! êsta kak řêbwar êwe bibînê debê çi bika? jyanî degořdirê, xem û pejarey nozde sałey wela deçê û derkî şadî û bizey lê dekirêtewe.

- çon detwanîn bîdozînewe?

- zor dûr nîye, her ew şeqamey ke latanda bo kołanî êre, be destî çepda hêndêk deřon degene çwarřêyanêkî, ew çwarřêyey be cê dêłn. le çwarřêy duwem, le sûçî destî řast ḧemamêkî lêye be nawî ḧemamî řêbwar, le tenîşt ewîş sehołxaneyeke, ya le ḧemamekeye ya le sehołxanekey.

řast bûmewe û gutim:

- emin legeł azadî deçim deyhênim. be maşênî jîroy deçîn û zû degeřêynewe.

legeł azadî weřê kewtîn, naw û nîşanekey serřast bû, zû dîtmanewe. le ḧemamê nebû, gutyan le sehołxaneye, ke çûyn kabrayekî çil û dû-sê sałaney bałaberzî cwan, ke serî maşubrîncî bibû, le ḧewşey sehołxaneke řawestabû, çend kirêkarîş sehołyan le maşênêkî dena. diłim boy lêy da û zanîm bawkime, çûyne pêş řojbaşman kird, be germî wełamî daynewe û pirsîm:

- eto kak řêbwarî?

- a....

- eto kiçêkit heye le temenî minda be nawî jwan?

çawanî piř bûn le firmêsk û gutî:

- a....

- pêt xoşe bîbînîyewe?

bawkim quşqî mabû, çawêkî le azadî kird û řûy le min kird û gutî:

- ca çon pêm xoş nîye?

- eger jwanit pê nîşan bidem mizgênî çim dedeyey?

- serumałim... herçî heme.

- emin jwanim... kiçeket....

- eto...! jwan?

xom le amêzî bawkim hawîşt, herdûkman degiryayn û yektirman řademûsî, demgut:

- bawke, bawkî xoşewîstim!

- řołe...! jwanê...! taze le destit nadem... qet lêt cya nabmewe....

herdûkman degiryayn û pêdekenîn. dway nozde sałan legeł bawkim geyştibûynewe yek, azadim pê nasand û gutim:

- eme azade, desgîranme.

bawkim azadî le baweş girt û yektiryan maç kird. kirêkarekan seryan sûř mabû, bawkim le xoşyan serî lê şêwabû, pêm gut:

- ba biřoyn yekî dîkeş çaweřête.

- kê?

- daykim....

- daykit...! kejał?

- a....

bawkim heray kuřêkî kird û gutî:

- sîrwan! emin deřom ta dêmewe agat lêre bê, serî ḧemamîş bide.

sîrwan gutî:

- kak řêbwar xêre îşałła? qetim awa diłxoş nedîbûy.

- eme kiçme, be mindałî lêm win bibû, ewe xuda pêy damewe.

swar bûyn, destî bawkim tund le destî girtibû, pirsî:

- bo kwê deçîn?

- bo małe yay pîrozê....

geyştîne ber derkî małe yay pîrozê, be dengî maşênekeman yay pîroz û jîro û gizîng hatne der, yay pîroz gutî:

- kak řêbwar! çaw û diłit řûn, îdî dewrî xem û pejare wela çû, lemewla řû dekeyne xoşî û şadî.

jîro û gizîngim be bawkim nasandin û gutim:

- eme jîroye, birame, emeş gizîng desgîranêtî.

bawkim herdûkyanî maç kirdin û daway bextewerî bo kirdin, yay pîroz gutî:

- carê lewane geřê, were jûrê yekêk çaweřête.

emin nemhêşt jîro û gizîng û azad biçne jûr, be yay pîrozîşim îşaře kird ke zû bigeřêtewe. le derê řawestayn, azad û gizîng û jîro çawwidił řûnyan pê gutim, dway nîw se’atêk daykim hate der û gutî:

- ewe bo nayene jûr?

çûyne jûrê, daykim û bawkim çawyan sûr hełgeřabû, bo tawêk hestim kird mindał bûmewe, wîstim biçim le nêwan daykim û bawkimda danîşim, bełam le ber gizîng û jîro ke her dûkyan bê bawik bûn xom řagirt. danîştîn, şadî û bize le derk û dîwar debarî, yay pîroz çay le pêş danayn û gutî:

- oxey nemirdim û dîtim êwe pêk geyştûn.

paş tawêkî bawkim êmey birde małe xoyan. małêkî xoş bû, nêwmałêkî xoş û řêkupêkî hebû, ḧewşey gewrey be guł û gyay cwan û bonxoş řazabowe, legeł gizîngî hestayn xerîkî nan û çêştî nîweřo bûyn. bawkim le xoşyan neydezanî çi bika, dway şêw kirdin be bawkim gut:

- dey bawke gyan! detewê çibkeyn?

- dełêy çibkem jwan gyan?

- herçî hete bîfroşe û bargewbineket têk nê û were bo şarî «bi», ser pêkewe denêyn û jyanêkî xoş řadebwêrîn.

- başe řołe gyan, legeł daykîşt qerarman danawe her wa bikeyn, bełam maweyek dekêşê ta mał û ḧemam û sehołxanekem bifroşim. carê nayełim êwe biřonewe, emnîş her lemřokewe xerîkî firoştinyan debim.

dway ḧewtûyekî ême geřaynewe û çaweřêy bawkim bûyn. ew řojey degeřaynewe daykim dyarîyekî başî bo yay pîrozê kiřî û çûyn mał’awayîman lê kird. le małe xoman xemî jyanim le bîr kirdibû, dinya le ber çawim řeng û dîmenêkî cwanî hebû, hemû şit taze bû, hemû dengêk le gwêmda xoştirîn mosîqa bû. gişt cûłeyek diłnşîntrîn bize bû... dway nozde sałan dayk û bawkim dîtbûnewe, birayekî baş û jîr û têgeyştûm hebû, xuda azadî pêdabûm ke le sêberîda biḧesêmewe. gizîngîş le xuşkan bom baştir û xoşewîstitir bû, jîro deygut:

- le wetî êwe hatûn jyanman gořawe, caran bêdengîyekî qurs û giran xemî be ser małekemanda dadebêşt, bełam êsta gyanêkî nwêy hatote ber. daykim caran gułêkî jakaw bû, bełam êsta geşawetewe û bûjawetewe.

carcar dengî xoş û le diłan aşnay gizîng û jîro jyanî şîrîntir dekirîn. řojêk pêkewe danîştibûyn û gułbêjîman dekird ke teleyfûn zengî lêda. bawkim bû, mizgênî pêdayn ke hemû şitêkî firoştibû û sibeynê dê bo laman. le şarî «k» naw û nîşanî xoman pêdabû. beyanî ke le dergayan da hemûman berew derkî ḧewşe lîngiman da, bawkim bû, maşênekey hêna nêw ḧewşe û legeł daykim destyan lêdawe û hemû êmey řamûsî. çûyne jûr, şirîtî miḧemmedî mamlê, goranî «hatewe teyrekey germênê»y biław dekirdewe. hodekeman be gułî řengawřeng û tabłoy cwan řazabowe, bon û beramêkî xoş le hewada biław bibowe. jîro canta û hegbey bawkimî le sûçêkî danan, daykim bawkimî xułq kird danîşê, hemûman şad û diłxoş bûyn, gizîng şerbetî hêna û le pêş bawkimî řagirt, bawkim pêy gut:

- řût sipî bê bûkekem!

daykim bizeyekî hatê û serî berdawe, gizîng le şerman sûr hełgeřa û le binewe çawêkî le jîroy kird. jîro lêwî xwarewey gest û serî daxist. destiman kird be qisan, nemanzanî çon se’at fiřî û kat řabird, dway şêwî nîweřo be gizîngim gut:

- gizîng gyan! emřo le jyanmanda řojêkî taybetîye, ca bizanim legeł jîro gyanî çiman bo deken?

jîro çû sazekey hêna û be dûqołî destyan pêkird:

were yarim were ey tazeyarim
were estêrekey şewgarî tarim
were ey şapeřî bałî xeyałim
were ey şewçiray řûnakî małim
were ey newnemamî baẍî jînim
were ey şagułî mêrgî ewînim
were sûr be leser wade û bełênî
were kurd be û meke peyman şikênî
were maçim deye maçî xudayî
ke bêzarim le maçî sînemayî

dengyan aramîderî diłî be kuł û gyanî be tase bû. katêk goranîyan degut bawkim serî hełênabû û řûy de ḧeway kirdibû, hestim kird nayewê ême çawî be firmêskî bibînîn, ke goranîyeke tewaw bû bawkim pêy gutin:

- nemirin! le dirêjayî temenmida hîç goranîyek awa karî lê nekirdibûm.

hestam mîwem gêřa. azad mend û hêdî le lay bawkim danîştibû. çawekanî wek caran cadûyan dekird. nemwêra zor le çawanî binwařim, tirsam bikewme nêw telîsmî xeyałewe. daykim wek peykereyekî cwan dataşraw le beramber bawkimda danîştû, le temenî sî û şeş sałîda lewpeřî cwanî û xwênşîrînîda bû, bała berz, kêl gerdin, çawbełek, sipî û mû řeş. çawêkim le bawkim kird, herçend ew nozde sał têkşikan û nakamî hařîbûy, bełam řwałetêkî pyawane û řûmetêkî cwan û akarêkî mendî hebû. dway tawêk bo pyase kirdin weder kewtîn. bawkim û daykim le pêşewe deřoyştin, emin û azad le dway ewan bûyn û jîro û gizîngîş pêkewe wedwaye kewtibûn. wirdewrde nêwanman zyatir bû, gwêman le qisey yektir nedebû, azad gutî:

- lewaneye daykit û bawkit şermiman lê biken, debê le fikiryanda bîn.

- ba sibeynê melay bênîn mareyan keyn, êstaş byanbeyn dû ałqeyan bo bikřîn le qamkyan bikeyn.

- zor başe.

pêman şil kird ta jîro û gizîng geyştinê. pêm gutin ke temayekî awaman heye. zoryan pê xoş bû. legeł azad bawî şeqawman xoştir kird û geyştîne dayk û bawkim. pêm gutin:

- ba biçîne bazařî zêřîngeran.

daykim pirsî:

- bo...?

- demanewê dû ałqan bikřîn yek bo bawkî xoşewîstim, yek bo daykî nazdarim.

daykim û bawkim çawêkyan lêk kird û bizeyekyan hatê.

azad gutî:

- êwe zortan xemî dûrî çêştuwe, bo ewey şadîyekeman bigate ewpeřî xoy, sibeynê melay dênîn û....

emin qisekem tewaw kird:

- lêktan mare dekeyn.

le geřaneweyda şîrnî û şerbet û mîweşman kiřîn û hênamannewe. małekeman serřêj le şadî bû. le derk û dîwar ewîn û xoşewîstî debarî. çarenûs lapeřeyekî nwêy le jyanmanda hełdabowe. azad gutî:

- sibeynê deçim le dway mela mîney, le kê dełên bigêřînewe.

daykim gutî:

- dû sê deruhawsêman hen, jîroyan le dway denêrim.

bawkim gutî:

- emin lêre kes nanasim.

emnîş gutim:

- emnîş her wa.

jîro gutî:

- emin dû hawřêy xoşewîstim hen, pêyan dełêm bên.

azad gutî:

- emnîş tenya awałêkim heye, bangî dekem.

gizîng gutî:

- emnîş kesim nîye bangî kem.

bawkim be azadî gut:

- sibeynê mela her dê, pêm xoşe be yekcarî karî to û jwanîş tewaw bê.

gizîng gutî:

- le hemûtan pîroz bê.

gutim:

- gizîng gyan nexşe le to û jîroş bê.

gizîng serî berdawe û gutî:

- zor sipas.

daykim hełîdaye:

- ba jîro xwêndinî nawendîyekey tewaw bika, ca kêy bwê boy nîşane dekem, sałêkî mawe.

gizîng û jîro çawêkyan lêk kird û bizeyekî mendyan hatê û seryan berdawe. sibeynê dway nîweřo mela û mîwanekan hatin, dway bexêrhênan û şerbet xwardinewe, azad gutbûy:

- kak řêbwar bawkî jwan û jîroye, mawey çend sałêk le yay kejał û jîroy dûr buwe û legeł jwanî kiçî emřo deyanewê pêwendîy jyanyan nwê bikenewe.

mîwanekan gutbûyan:

- pîroz bê.

bew core azad wełamî pirsyare nebêjrawekanî mîwanekanî dabowe. hemû şitêk be xêruxoşî dwayî hat û daykim le bawkim mare kira û emnîş le azadî.

dway mare kirdinî min, gizîng le sûçêkî le amêzî girtim û gutî:

- jwan gyan! lêt pîroz bê! daway bextewerîtan bo dekem.

pêm gut:

- gizîng gyan nexşe le toş bê! le to û le jîroy.

- zor sipas.

- jîrot zor xoş dewê?

- nazanim....

- etom bo jîroy danawe, wekû daykim gutî jîro sałêkî mawe xwêndinî nawendî tewaw ka, îşałła ewdem lêktan mare dekeyn, bełam kiçêkî jîr be û lew maweyeyda agat le xot bê, her dûktan lawin.

- jwan gyan dezanim, hemû şitêkî dezanim, nîgeran mebe.

daykim bangî kirdîn û gutî:

- řołe ewe bo nayen danîşin?

bawkim be azadî gut:

- emin be awatî řojêkî bûm ke jwanê bibînmewe, êsta ke xuda yar buwe û dozîwmetewe û jyanêkî nwêy legeł to dest pêkirduwe, demewê dyarîyektan bo bikiřim, saz bin biçîne der.

bawkim daykimî swarî maşênekey xoy kird û emin û azadîş swarî maşênî jîroy bûyn, azad gutî:

- jwan! ême çî bo dayk û bawkit bikřîn?

- nazanim, ba biçîne bazařî bizanîn çi heye?

bawkim yekřast êmey bird bo firoşgayekî maşên û maşênêkî cwanî kiřî û swîçekey da be azad û gutî:

- pîroztan bê.

sipasman kird û hatîne der, be dayk û bawkim gut:

- min û azad ta bazařî gewre deçîn.

daykim gutî:

- xudatan legeł bê, emnîş deçmewe bo şew çêştêkî saz dekem.

jîroş gutî:

- min û gizîngîş dêyne bazař.

le bazař jîro û gizîng lêman hełbiřan. çawim be tabłoyekî gewre û cwan kewt, dîmenî çya û bijwênêkî xoş û diłřifên bû, kanyawêkî řûn le dawênî çyake dehate der, yek dû kîj xerîkî goze piřkirdinê bûn, be azadîm gut:

- eme çone?

- zor başe.

tabłokeman kiřî û geřaynewe. taze wejûr kewtibûyn ke gizîng û jîroş hatnewe, dû besteyan be destewe bû, le ser yekyan nûsrabû «pêşkêş be dayk û bawkî xoşewîstiman be boney jyanî nwêyan», le ser ewî dîkeş nûsrabû «bo azad û jwanî xoşewîst legeł awatî bextewerîyan», besteyekyan da be bawkim, kirdîyewe, kitêbî «tarîk û řûn»y mamosta hêmnî têdabû. daykim û bawkim zoryan pê xoş bû, sipasyan kird û her dûkyan řamûsî. bestekey dîkeşyan da be ême, dyarîyekeyan bo ême cê swîçêkî yekcar cwan bû. êmeş sipasman kirdin û emin her dûkyanim maç kird. daykim û bawkim tabłokey êmeşyan zor pê cwan bû. danîştin, jîro şirîtêkî hawîşte ser.

derfetêk hełkewt, azad pêy gutim:

- kengê zemawendêkî saz keyn?

- ca kêman heye banghêştnî bikeyn?

- bezmêkî çûke çone?

- xot dezanî.

- sibeynê řadespêrim dayk û bawkim û xizim û kesim bên, etoş be daykit biłê bo řojî heynî amade bin.

- zor başe, çwar řojtan mawe heye.

dway dû řojan dayk û bawik û dû xuşk û dû biray azadî legeł mam û xał û xêzan û mindałekanyan hatin. be dabî kurdewarî sê meř û sê çeleng řonyan hênabû, be germ û guřîyewe bexêrhatniman kirdin û ewey le destiman hat kirdiman ta xoşyan lê řabrê. zorman řêz girtin û dayk û bawkim zor be azadyan hełkut. ewanîş gutyan xizmayetî legeł ême cêgay şanazîye.

bo řojî zemawend çend małî dirawsê û çend nasyawî daykim û azad û jîroman bang kirdin. le ḧewşekemanda cêgey hełperkê hebû. çend goranîbêj û sazlêder hoyan dawe. le seranserî zemawendida gizîng her doy jîroy bû, emnyan cwan kirdibû û taray sûryan pêdadabûm. azad řankuçoẍeyekî şînkî le ber kirdibû ke zor cwanî lê dehat. êwareyekî direng şayî û hełpeřkê dwayî hat. bêcge le xizmekanî azadî û yek dû destexuşkî daykim, mîwanekan řoyştin. pêman gutin bo sibeynê, bo sê řojaney bênewe. le dway řoyştinî ewan daykim cêgay gizîngî le hodekey min řagwêst û azad hate cêgay. bo sibeynê bawkî azadî milwankeyekî zêřî cwanî bo kiřîm û mam û xałîşî her kamyan parçeyekyan zêř xełat kirdim. dway nîweřoye kirdimane sê řojane. wirdewrde mîwanekan hatnewe, ta êwareyekî direng her bezim û hełpeřîn bû. jîro û gizîng dîsan her le destî yektirîda hełdepeřîn. emnyan birde nêw destî azadewe û bo yekem car pêkewe hełpeřîn. lay bangî şêwan sê řojane dwayî hat û biławeyan kird. tenya xizim û kesî azadî mabûnewe, bo beyanî ewanîş be cêyan hêştîn û bełênîyan lê estandîn ke le yekem derfetda serêkyan lê bideyn. ême mabûynewe û dinyayek diłxoşî û hîwa be dahatû.

legeł azad û jîro û gizîng qerarman dana geřanêkî bikeyn. pêm gutin debê serêkî şarî «s» bideyn û biçîne ser giłkoy daye şem û kak pîrotî û fatîḧayekyan bo bixiwênîn û serêkî małe mam ḧacîş bideyn. le wêşewe çend řojêkî deçîne małe bawkî azadî û serêkîş le małe befrînî hełdehênînewe. dway dû řoj weřê kewtîn. emin le tenîşt azadî danîştibûm, le maşênekey pişteweş gizîng le lay jîroy bû. her çwarman bizeman le ser lêw bû, bizey jyanêkî nwê.

 

dwayî