IV

Li pirtûka:
Bizey Jyan
Berhema:
Elî Ḧesenyanî (1939-1992)
 29 Xulek  855 Dîtin

dengî gizîng kułukoy derûnmî awpiřjên dekird, bon û beramî xoş û mestîhênî ewînî le hewada biław dekirdewe. dengî yekcar xoş û diłinşîn bû, hemû çawyan têbřîbû, jîro carcar be dem saz lêdanewe serî hełdehêna û çawêkî lê dekird, detgut ewîş be çaw hestî derûnî bo degêřêtewe. azad destî de bin serîda bû û nuqmî zeryay xeyał bibû, katêk goranîyekey dwayî hat, azad gutî:

- her bijî bo huner û dengit. jîro etoş nemrî, beřastî herdûktan hunerwerin, huner dinyayekî xoşe, hunerwer hestêkî naskî heye ke mirovî asayî ew nask xeyałî û wirdibînîyey xawen hunerî nîye. êsta ke pêkewe dejîn, derfete be yekewe řadey zanistîy hunerîtan berne ser.

be qisey azad gizîng û jîro wek guł geşanewe û bizeyekî řezamendîyan hate ser lêw. daykim gutî:

- ewe çend řoje gizîng legeł jîroy deçête fêrgey mosîqa, daway serkewtinyan bo le xuday dekem.

azad ber le řoyştinî bełênî da sibeynê bêtewe û dîsan de xewm bika. dway řoyştinî azad, legeł gizîngî biřêk be małêda hatîn û çûyn û hełmanwejard. le dwayeşda çûyne ḧewşe û le tenîşt ḧewzekey danîştîn. jîro weder kewt, be helim zanî û le daykim pirsî:

- daye gyan! pêt waye bawkim le ast toda tawanbar bê?

- na řołe gyan, çarenûs wa bû, bawkit diłêkî pakî hebû, be gyan û be dił emnîşî xoş dewîst.

- edî bo nozde sałe hewałit nepirsîwe, betaybetî dway mirdinî bawkî jîro?

- nazanim... nemdewîst bîrewerîy konim bo nwê bêtewe.

- her ewe?

- edî çî?

- pêt wa nîye lewe ke şût kirdibû xot be tawanbar zanîbê?

- řastit dewê ba....

- bo pêt wa buwe tawanbarî, bo to mafî jyanit nebuwe? řaste legeł bawkim be dił û be gyan yektirtan xoş wîstuwe, bełam xo netdetwanî be karî małan pirçî sipî bihonîyewe. emin pêm waye ne to tawanbarî ne bawkim. yasa û dab û nerîtî kurdewarî le layek û cyawazîy çînayetî le layekî dî ew karesatey beser hênawin. nazanim bawkim mawe yan na, nazanim çî beser hatuwe, bełam debwaye we şwên yektirî kewn, êstaş be min دەکەێ hewałêkî lê pirsî.

- taze...?

- a....

- çon...?

- řojêkî her be geřan deçîne şarî «k». pirsyar dekeyn bizanîn çî beser hatuwe. ewet le bîr neçê daye gyan, řêbwar bawkî mine, bawkî kiçekete.

- nazanim biłêm çî?

- hîç mełê, biřêkî bîr lê bikewe.

sibeynê azad hatewe, dîsan dway tawêk danîştin emnî de xew kirdewe û birdimye dinyay çwarset sał pêştir û gutî:

- êsta legeł zêřn û şaşanê le nêw kejaweda û berew tewrêz deçî. ewe geyştîye tewrêzê, herçî deybînî bîgêřewe.

- kejawekeman berew qełayek çû, derkêkî gewre kirayewe û be kejawewe çûyne jûr. tenya kejawey ême wejûr kewt, řaygirt, kabray kose serî dênête nêw kejaweke û dełê:

- geyştîne qełay ḧakmî, dabezin.

ême her kamman buxçekey webin hengiłî deda û dadebezîn, ḧewşêkî gewreye, deyan jin ke le ḧewşekeda pyase deken berew ême dên û çawman lê deken. jinêkî qełewî geřawe jinekan biř deda û dête pêş û bexêrhatniman deka û dełê:

- legełim werin.

demanbate hodeyekî dû nuhomî yekcar gewre û xoş û řazawe. êreş çend jinî lêye, ewanîş dên bizanin ême çonîn! cwanîn! wêçûyn! jine qełeweke deçête nêw jûrêkî û êmeş be dwayda deçîn, pêman dełê:

- êre dîwî êweye, nawî min «gułnaz»e, hemû pêm dełên nazxanim, êweş her bew nawe bangim ken, carê werin biçin xotan bişon, cilkî nwêtan bo amade kirawe. be ḧewşeda demanbate nêw hodeyekî gewre ke çend derkî têdaye, dełê:

- emane giştî şortiken, her katêk wîstitan xotan bişon werne êre, emcar derkî komodêk dekatewe, piře le cilkî corawcor û dełê:

- katêk xotan şuşt kame cilkitan pê cwane le berî biken û wernewe hodeketan, ca dêm qisetan legeł dekem.

nazxanim deřwa û êmeş her kamman derkî dîwî şorkeyekî dekeynewe. dû mencełî mezin awî germî lêye û dû mencełîş awî sard. şane û sabûn û lifke û xawlî û berdepê û şitî pêwîstî dîkey lê dandirawe. xom deşom û dême der. kirasêkî pîrozeyî gułdarî tenk hełdebjêrim, dełêy be berî minyan durîwe. cûtêk kewşîş de pê dekem. desrokeyekî lîmoyîş be serim dadedem. gwê nademe serinc û twancî jinan, yekřast deçme hodekey xom, zêřn û şaşanîş dênewe, nazxanim dełê:

- beh beh! sê gułî cwan, sê firîşte....

dadenîşîn û dełê:

- danîşin, tawêkî dî jinêk dê henêtan hełdegrê û cwantan deka. emşo şazade yektan hełdebjêrê, debê hêndêk le řêwřesmî êre û çonyetî hestan û řoyştin û qise kirdin legeł şazadey bizanin.

nazxanim zorman le barey şazadeda, ke ḧakmî tewrêzîşe û nawî «pîrbudaq xan»e, qise legeł deka. nîzîk nîweřoye hełdestê û dełê:

- êsta henê hełgir dê, dway nîweřoyeş dîsan dêmewe û serêktan lê dedemewe.

- nazxanim deřwa, hêndey pê naçê degeřêtewe û sê pyawî legełe, ême be pele xoman dadepoşîn, nazxanim dełê:

- pêwîst nîye řûy xotan bigirin, emane desniwêjyan lê naşkê û meḧřemin, her kam le wane nokerî taybetî yektanin. ewey bo min dyarî kirawe turke û nawî «aydîn»e. aydîn wek duwekey dîke kose û nêremûke, kiřnoşêkim bo deka û dełê:

- her karêkit bê le xizmetit dam.

- başe êsta şewe, çi debînî?

- êre koşk û talarêkî yekcar gewre û řazaweye. pyawêk ke temenî her çil û pênc sał debê, le ser textêkî yekcar cwan danîştuwe, dû jinî geřawe lem ber û ew berî řawestan, le beramberîda desteyek xerîkî saz lêdanin, sazekanyan her yeke corêke, jinêkî barîkełey zor cwan be qeşmerîyewe hate jûr, le ser keşefêkî çûke, tungeyek û pyałeyekî pêye. tungeke şeřabêkî ałî têdaye, dête pêş, pyałeyekî têdeka û deydate destî pyaweke, min û zêřn û şaşan û nazxanim le hodeyekî dayn û hodeke be dû kołekey piř nexiş û nîgar le hode gewreke cya botewe, nêwan dû kołekeke perdeyekî tořî sewzî kemřengî pêweye. be em ber û ew berîşîda dû perdey zêřînî gułebatûnî heławasrawin. le pişt perde zêřînekewe be dizîyewe çawim le pyawekeye, nazxanim dełê:

- ewe şazadeye, herwek pêm gutin katêk fermanî da yek be yek deçne jûr, dway kiřnoş kirdin be qişmerîyewe semayekî kem deken û le dwaye le pêş pêyda çokêk dadeden û ser le ser erdî dadenên, ta pêtan nełê hełnastin. wişyar bin hełeyekî biken sertan be fîřu deřwa.

şazade pyałekey yekser pêda deka, yekêk le jinekan pyałekey lê werdegrê, şazade dû car destî lêk deda, dengî mosîqake hêdî debêtewe, nazxanim be şaşan dełê:

- biço....

şaşan perde tořîyeke be aramî hełdedatewe û be kirasêkî sipî şořewe dû hengaw deçête pêş û kiřnoşêk deka, le dwaye be aramî wek perîyekî nerim û sûk semayekî mend û cwan deka û deçête pêş şazadey ser le ser erdî dadenê. şazade dełê:

- heste.

şaşan hełdestê, cwanî lê debarê, řêkupêk û bałaberze, şazade dełê:

- nawit çîye?

- şaşanî kenîzit.

şazade çawêkî kiřyaraney lêdeka û be dest îşaře deka ke wela çê, şaşan piştawpişt degeřêtewe, nazxanim be zêřn dełê:

- norete biço....

zêřnî jîkełey mêrmindałî xwênşîrin kirasêkî sûrî tengî leberdaye, taze binaẍey memkî danawe û bermûrêkî cwanî le estoy kirduwe ke le ser memkekanî xoy řanagrê û bo em la û ew la dexzê, řeş esmere û dû çawî kejałî be mestî degêřê, ewîş wek şaşan sema deka, kiřnoş deba û serî le ser erdî dadenê, şazade dełê:

- heste.

hełdestê, şazade dełê:

- nawit çîye?

- zêřnî çûket.

- temenit çende?

- emřo le dayk bûm.

şazade pêdekenê û depirsê:

- çon emřo le dayk bûy?

- dwazde sałim be fêřo çuwe, lemřokewe ke le xizmet şazadey dam be temen dadenêm.

şazade pêdekenê û dełê:

- wa dyare kiçêkî jîr û qisexoşî.

- hîwadarim şayanî kenîzîy şazade bim.

şazade îşařeyekî deka û zêřn piştawpişt degeřêtewe... nazxanim dełê:

- biço....

deçme jûr, bałam le şaşan beriztire, kirase pîrozeyîyekem leberdaye, gułêkî sûrim le lay çepî sîngim dawe, pirçî kał û dirêjim be serşanîda hatote xwar, le şaşan û zêřn cwantir sema dekem, şazade bizeyekî le ser lêwe, legeł yekêk le jinekan sirteyek deka, katêk serim le ser erdî dadenêm dełê:

- heste....

hełdestim.

- nawit çîye?

- kenîzit xeyał....

- xeyał....

be îşařey şazadey deçmewe pişt perdey, şazade hełdestê û qiseyekî be jinekan dełê û deřwa, yekêk le jinekan dête pişt perdey, řû le min deka û dełê:

- řêwît be pîrîyewe hatuwe, emşo humay bextewerî le ser to nîştuwe.

em car be nazxanim dełê:

- bo sibey şewê zêřnî saz ke û dûsbey şew norey şaşane.

nazxanim be řêzewe serêk dadenwênê, jineke mistêk zêřî dedatê û dełê:

- emeş xełatî şazade bo to.

nazxanim zêřekan maç deka û dełê:

- text û bextî şazadey her berqerar bê.

berew koşkî ḧerem deçînewe, jinanî ḧerem be tasen bizanin şazade kammanî hełbijarduwe, bełam hîçman qisan nakeyn.

- çende le ḧeremda mayewe?

- nîzîk heşt mang.

- çon řizgarît debê?

- lêre hêndêk xwacey ḧerem heye, ewane le mindałîyewe estêwir kirawin, ta xwênşîrîn û cwanin le koşkêkî taybetîda dejîn, ledwayeda debne nokerî taybetî jinanî ḧerem, emane gewreyekyan heye be nawî «îpek», çend řoj bû hatbûme ḧerem ke legełî aşna bûm û sikkeyekî zêřim daye, zor şad bû û zorî du’ay xêr bo kirdim, nexşey hełatnim de serîda bû, ḧerem bo min řike bû, demzanî şazade řojêk lêm têr debê, ewdem wek jinanî dîkey ḧerem le çeşnî sîpałêk we lam denê û ta demirim debê le ḧeremda zîndanî bim. jinanî ḧerem heqî çûne deryan nîye, ḧerem bo ewan zîndanêkî hemîşeyîye.

wirdewrde xom le îpek nîzîk kirdewe, ewaney wek îpekin û le jinan kam wernagirin, xoşî dinyaye le dirawda debînin, boye nêwenêwe sikkeyek ya dû sikkem dedaye û bew core herçî pêm degut be gyan û be dił boy cêbecê dekirdim. řojêkî pêy gutim:

- eto debê kiçî gewremałan bê, legeł jinanî dîkey ḧerem zorit cyawazî heye, eto kêy?

diroyekim bo saz kird û gutim:

- bawkim gewretrîn derebegî مûûسڵێە, her emnî hebû. řojêk emnyan dizî û hênayanme meraẍey firoştyanim û řêm lêre kewt.

- bawkit zor dewłemende?

- set û bîst û dû gundî hen.

- set û bîst û dû...?!

- a..., lew gundane bîst û dû gundî be nawî min kirawin, eger kesêk min řizgar ka, dû gundî dedemê.

- dû gund...?!

- a..., dû gund ke her kamyan le hezar mał zyatre, bawkîşim xełatêkî zorî dedatê.

îpek serî berdawetewe û deřwa, zanîm ew diroye karî xoy deka û be hîway we dest hênanî dû gund xoy le aw û awrî dawê.

- êsta ewe dîsan îpek hatote lat, çi deqewmê bîgêřewe.

îpek dełê:

- beřastî detewê lêre biřoy?

- a..., êre bo min řikeye....

- emin ḧazirim sebaret be to ke ta êsta zorit çake bo min hebuwe berew pîrî merg biřom.

- zor sipas, tołet bo dekemewe, bêcge le dû gundekey ke pêm gutûy, zêřêkî zorîşt xełat dekem.

- xuda le gewreyît kem neka, debê emeş biłêm nabê kes bizanê, dena eger de gîr kewîn basî sere û şazade le kilkî hêstiranman debestê.

- demewîst emin ewey be to biłêm, diłnya be kes nazanê, carê çaweřê be heta pêt dełêmewe.

îpek îşaře be zigim deka û dełê:

- edî em mindałe çi lêdekey? řadewestî heta bête dinya?

- na..., carê çwar mangime.

- le îpek cya debmewe, dêmewe hodekem, tenya şaşan le wêye, zêřn çote şortikey, şaşanim be matî û xembarî dête ber çaw, dełêm:

- şaşan gyan bo wa damaw danîştûy?

- ca biłêm çî xeyał gyan! bîr le çareřeşîy xom dekemewe, ta dejîm debê lem zîndaneyda bim, natwanim pê binême der, ewe pênc mangîşe şazade lêm têr buwe, hîç humêdêkim nîye, debê her le êstawe çaweřêy mirdin bim.

- pêt xoşe lêre řizgarît bê?

- ca eme qiseye? pêm xoşe sałêk be azadî bijîm ca bimirim.

- eger deretanêk bête pêş dêy pêkewe hełêyn?

- kwa xuda wa deka? erêwełła ḧazirim, bełam hîç hîwayekim nîye.

- ba, hîwat hebê, be hîway xuday deřoyn, zor zûtir lewey ke bîrî lê bikeyewe.

- gałtem legeł dekey?

- na..., be řastîme.

- çon?

hemû şitêkî bo şaşan degêřmewe, xem û pejarey wela deçê û wek guł degeşêtewe û dełê:

- biłêy serkewîn?

- be hîway xuday, bełam zêřn, zêřnê çi lê bikeyn? zor mindałe û detirsêm pêy biłêm lêman le hełła bida.

- le zêřnê geřê, êrey pê xoşe, le ḧewtûda dû şew deçête lay şazadey, bem jyane řazîye, legełman naye.

- emnîş pêm waye.

- ke wa bû ew şitaney pêwîstimane sazî dekeyn û amadey řoyîn debîn.

- ca çim heye, yek dû dest cilk dadenêm û hêndêkîşim zêř û sikke lêre ko kirdotewe, ewanîş dênim û hîçî dî.

- emnîş her wa, zêř û sikkekanî xoşim her mawin, her emřo legeł îpek qisan dekem, pêy dełêm etoşman legeł debî.

- le dwayî çi le îpek bikeyn?

- xomanî lê dedzînewe, le pêşda hêndêkî zêř dedeynê boxoy bîkate desmaye û małêkîşî pê bikřê. were biçîn bîbînînewe.

deçîne ḧewşe, jinanî ḧerem le nêw ḧewşey piř guł û darda dû dû û sê sê pyase deken, yan danîştûn û xerîkî çeneweřîn. le şaşanê cya debmewe û le hodekey nîzîk debmewe, îpek çawî be min kewt, îşařeyekî dekem, dête der, dełêm:

- îpek! demewê şitêkit pê biłêm.

- fermû.

- demewê yekî dîkeş legeł xom bênim.

- kê..., şaşan...?

- a... le kwêt zanî şaşane?

- şaşan nîzîktirîn hawdemte, zanîm debê ew bê.

- dey ca dełêy çî?

- herçend karekeman sextitir debê, bełam eto çonit pê başe qisem nîye.

- çon lêre we derman dexey?

- bîrim le hemû şit kirdotewe, kartan be wey nebê, key biřoyn?

- herçî zûtir bê baştire.

- sibey şewê çone?

- zor başe.

- ca debê sê espan bikiřim û amadeyan kem, dû dest cilkî pyawaneş bo êwe dênim, nîweşew le berî deken û weřê dekewîn.

- ha em tûrekem lê wergire, herçî pêwîste bîkře, herçî mawe bo xotî hełgire, eme penca sikkey zêře.

- penca sikkey zêř...?!!

- a....

- xuda lêt be zyad ka, sibeynê detbînmewe.

le îpekî cya debmewe û berew şaşan deçim, şaşan be tasewe çawî le demim biřîwe, depirsê:

- çi buwe...?

- hemû şitêkî bo degêřmewe.

- sibeynê çi debê, îpekî debînîyewe?

- a. îpek dełê hemû şit ḧazre, nîweşew weřê dekewîn.

- êsta nîweşewe, çi debînî?

- ême cilkî pyawaneman leberdaye, îpek dû buxçey min û şaşan hełdegrê û dełê:

- her îşařem kird werin.

- îpek weder dekewê û zû degeřêtewe. wa dyare buxçekanî taqet kirdûn. be dest îşařeyek deka û ême weřê dekewîn, le dergay qełaye deçîne der, kes dyar nîye, hêndêk be pêyan deřoyn, degeyne baxêkî gewre. le baẍekeda esp bestirawetewe, swar debîn û be terextan teqłekut weřê dekewîn. berew şarî merend deřoyn, be temayn biçîne şarî «xo» ye. dway maweyek ke be piřtaw û řikêf lêdan deřoyn, deykeyne nerme, îpek dełê:

- her bigeyne şarî xoye le metirsî řizgarman debê, çunke ewê le dest turke ’usmanîyekandaye û ḧikûmetî tewrêz desełatî be serda nîye.

le dwayeda dełê:

- ta degeyne xoye, nabê le şar û gundekan nîzîk bînewe, le xoyewe berew wirmê û mukiryan deřoyn, emin ta mukiryan şarezayîm heye, lewêşewe be pirsyar heta hewlêr deçîn.

- be çend řojan degeyne xoye?

- xuda yar bê be ḧewtûyekî degeynê.

***
 

- êsta geyştûne xoyCihe, çi debînî?

- le qeraẍ şarîn, şarî dewr lêdedeyn, êre derwazey «sełmasCih»e. de sikkey zêř dedem be îpek û dełêm ême lem baẍe debîn, to biço hêndêk xwardemenî û sê xenceran bikře û zû werewe, herçî mawe bo xotî hełgire, îpek le xoşyan çawî zeq debê û dełê:

- xuda lêt be zyad ka, le řojî hewłewe zanîm eto kiçî gewremałanî û bo berde nabî.

îpek deřwa û be şaşanî dełêm:

- řameweste, swar be ba debaz bîn.

- bo koy?

- edî detewê îpekman her legeł bê? ewendem dawetê ta dejî bîxwa, ta negeřawetewe ba biřoyn.

- xo řêga pê nazanîn.

- depirsîn, xoman degeyenîne sełmas.

be şałêkî řûmetî xoman dapoşîwe, tenya çawman dyare, cilkî pyawanman deberdaye û destewaneşman le destî kirduwe, weřê degewînewe û bo hemîşe le îpekî cya debînewe.

- ta degene şarî sełmasCih çi şitêkî girîngitan bo dête pêş.

- detwanim biłêm hîç, bełam le sełmas řed bibûyn, çend řoj bû sełmasCihman cê hêştibû, şew le gundêk lamanda û řûman le yekem mał kird, gutman:

- małê! mîwanan řadegirin?

dengî jinêk le jûrewe wełamî daynewe:

- mîwan bexêr bê ser çawan.

be dway dengekeda jinêkî bałaberzî geřawe hate der, çawêkî le ême kird û gutî:

- fermûn dabezin.

***

- êsta ewe dabezîwin, çi debînî?

jineke espekanman lê werdegrê û be serincewe çawman lêdeka, her çawman be dyareweye, espekanî legeł dadekeyn û alîkyan deber dekeyn, deçîne jûr, jine dełê:

- ya xuda bexêr bên, emnîş takî tenya mawmewe, xuda êwey bo min nard... edî bo xotan řût nakenewe?

şałekey le řûmetman dekeynewe û kiławekanman hełdegrîn, jine quşqî demênê û dełê:

- êwe kiçin? le dengitanewe şikim boy çûbû, le kwêwe dên, bo kwê deçin?

- beserhatî ême dûre, berew mukiryanCih deçîn.

- mukiryanCih? lêrewe zor dûre.

- êre kwêye?

- em gunde «heştyanCih»e.

jineke dełê:

- nawtan çîye?

- emin xeyałim, emeş nawî şaşane.

- emnîş nawim gułyare.

gułyar metretîyekî meznî doman le pêş dadenê û kewçkêkî darînî gewrey têdenê, doyeke şwît û guł û qezwanî têda, dadenîşê û dełê:

- ca çon deçne mukiryanCih?

- bo?

- dewłetî êranCih le lay meraẍeCihwe leşkirêkî zorî hênawete ser ’usmanîyanNava taybet, hewał hatuwe ke sibeynê le lay xoyCiheweş hurûjim dênin, be zûyî şeřî nêwan êranCih û ’usmanîyanNava taybet dest pêdeka, êreş ser řêye, qerare sibeynê biřoyn, deçîne gundî «çarîCih», êweş detwanin legełman bên û maweyekî le lay min bin ta wiłat aram debêtewe.

- be tenyay?

- a..., dû kuřim hen, yekyan tazey jin hênawe û ewî dî řebene. kuřekan be cêyan hêştûm û legeł xanî lep zêřînKes kewtûn û ewe le qełay «dimdimCih» n, bûkekeşim carê çotewe małe bawkî, edî êwe çone tenya sefer deken?

- beserhatî ême dûre.

gułyar jinêkî baş û diłpak û diłsoze, beserhatî xomanî bo degêřmewe, dest deka be giryan û dełê:

- ta be êre řazî bin małe xotane, emnîş deykeme qaw û dełêm emane birazamin, şew legeł birakeyan hatin û birakeyan geřawe. beyanîş legeł xełkî awayî deçîne gundî çarî û maweyek le wê debîn. êweş cilkî xotan deber kenewe, em cile pyawaneş hełgirin.

- çûne gundî çarî?

- a....

- êsta le gundî çarîCih çi debînî?

- le małêk hodeyekman girtuwe, emin û şaşan û gułyar danîştûyn, mêwij û gwêzman le pêşe û xerîkî xwardinîn, jinî xawen małekeman wejûr dekewê û dełê:

- dełên ’usmanîyekanNava taybet têkşikawin, hemûyan paşekşeyan kirduwe, dewłetî êranCih hemû layekî girtuwe, bîst hezar kes le kurde celalîyekanNava taybet hatûne pał êranCihewe, dewłetî êranCih heşt hezar kesî lewan nardote nawçey biradostCih, bełam xanî lep zêřînKes hemûyanî derkirduwe.

depirsim:

- bo?

- çunke xan legeł ’usmanîNava taybetyekan dijî êranCih řêk kewtuwe û her eweş bû ke le şeřî ’usmanîNava taybetyekan û êranCihda be qisey şa’ebbasKesy nekirduwe û dijî çeẍał oẍłî serdarî ’usmanîyan beşeř nehat û le akamda ełławêrdîxan serdarî êran têkşika.

- êsta wiłat aram botewe?

- a..., bełam şa’ebbas dest hełnagrê û be gij xanî lep zêřînda dê.

jineke řoyî, her ke jine weder kewt berejanim dêtê, mang û řojî xome, ewa nîzîkey pênc mange le çarîm, wirdewrde janekanim tunditir debin, ewe berî beyane, dezêm û kiçêkim debê, gułyar nawî na «estîlan».

- ta key le çarî demênîyewe?

- ta ḧewtûyek dway zanim.

- êsta ḧewtûyek řadebrê, çi dekey?

- le gułyar mał’awayî dekeyn û legeł şaşan û estîlan û pyawêkî pîr benawî mam sofî berew şarî şino weřê dekewîn. le pêşda be gułyarim gutbû ke deçme mukiryan xizmêkman lewê heye, deçîne małe ewan. gułyar pêy gutbûm ke eger detwanin biçne mełbendî serdeşt, yekcar xoş û diłřifêne û le mukiryan dûreşeřtire.

- degene şinoye?

- a....

- lewê çi debînî?

- mam sofî demanbate małêkî nasyawî, dway nîweřo mam sofî geřawe.

- êwe çi deken?

- şew maynewe, beyanî pêş melabangidanan weřê dekewîn, xawen małeke, ke jinêk bû, deygut şuwekey legeł xanî lep zêřîne, ta serî kołan beřêman deka, ême pêş ewe ke le şar weder kewîn, deçîne ber derkî mizgewtêk, melotkey estîlan leser xwacaney, le ber derkî mizgewt, dadenêm û bîst sikkey zêř le nêw melotkekey denêm û şino be cê dêłîn.

- deçne kwê?

- berew mełbendî serdeşt deçîn.

- çi debînî bîgêřewe.

- ewe sê řoje beřêweyn, hemû layek lêřeware, mełbendêkî bijwên û diłřifêne. carcare tûşî řêbwaran debîn, hawîne û hewa germe. degeyne daregwêzêkî gewre ke le tenîşt kanîyekî řwawe, dadebezîn û dest û řûman deşoyn û pirêskekeman dekeynewe. hêndêkman nan û pêxor pêye, dest dekeyn be xwardin, hêşta nanekeman tewaw nebuwe ke dû swar degenê, yekyan bîst û pênc sałêk û ewî dîş temenî bîst û dû sał debê. řojbaşman pêdełên, dadebezin, ke çawyan be ême dekewê deḧebesên, yekyan dełê:

- řêbwarin?

- a..., berew serdeşt deřoyn.

- êmeş bo ew la deçîn.

pyadekan zor mend û be edebin, leserexo qisan deken, ewî gewre dełê:

- emin nawim «şîne» ye, eweş birame, nawî «şewřeng»e.

zor qisan dekeyn, pêm waye ew duwe lem řêgayeda detwanin hawřêyekî baş bo ême bin, hêndêk gwêz lêdekeynewe û weřê dekewîn. şîne degêřêtewe ke legeł dayk û bawkî pîryan dejîn, dełê:

- hêşta ne emin û ne şewřeng jinman nehênawe, çunke xuşkiman nîye jinbejney pê bikeyn û lem mełbendeş be jin - bejne nebê kiçî be şû naden. katê dezanin ême kesman nîye, şîne dełê:

- werne małe ême, be małe xotanî bizanin, małekeman le gundêke be nawî «pêşasb», dełên gundêkî yekcar kone, dełên le zemanî mêdyawe mawetewe û zerdeşt le wê jyawe.

şaşan lêy depirsê:

- xwêndewarît heye?

- emin û şewřeng çend sałan le lay melay awayî xwêndûmane, edî êwe kên?

şaşan wełamî dedatewe:

- ême dû afrey lêqewmawîn, bê kes û bê penayn.

- le kwêwe dên û bo kwê deçin?

şaşan be zîrekîyewe gutî:

- şuwekanman be dest qizłibaşekan kujrawin, êmeş hełatîn û řûman lêre kirduwe.

- lêre demênnewe?

- xoşman nazanîn, xuda dezanê.

- eger be małî ême řazî bin bo ême cêy şanazîye.

- zur sipas.

êwareyekî direnge, şîne dełê:

- emşo ladedeyne gundêkî, beyanî weřê dekewînewe, bełam...

şaşan gutî:

- bełam çî?

- eger pirsyan em jinane çî êwen biłêm çî?

- biłê xuşkimanin...

şîne bizeyekî dê û çi nałê.

şewřeng dełê:

- bo cilkekantan nagořn? awa lêtan weşk dekewn.

emin û şaşan ladedeyne nêw lêřewarî û cilke pyawanekeman derdênîn û cilkekanî xoman deber dekeynewe.

emin be dizî dêmewe û le pişt darêkî estûr xo mat dekem bizanim şîne û şewřeng dełên çî. şîne dełê:

- biłêy şûman pê biken, zor cwan û têgeyştûn.

- ca biłêm çî?

- şaşan bo min û xeyałîş bo to....

- xuda bînûsê.

degeyne gundêk ke le dawênî çyayekî piř darudewenda saz kirawe. ladedeyne małêkî, jinêk be pîrmanewe dê, şîne û şewřengî denasê, dway bexêrhênan depirsê:

- emane kên degełtanin?

şîne îşaře be şaşan deka û dełê:

- eme xêzanî mine û eweşyan birajnime, xêzanî şewřengêye.

emin û şaşan çawêk le yek dekeyn û bizeyekman dêtê.

degeme êrey beserhatim ke azad le xew wexeberim dênê û dełê:

- emřokeş bese.

wirdewrde xewałûyîm beser çû, bîrim kirdewe, emin mindałekem le ber derkî mizgewtê dana, boye le jînî êstamda her ew beserhatem dî, gizîng çay bo hênayn, çawim le çawî kird, piř bû le wefa û diłsozî, gutim:

- gizîng gyan! hîwadarim řabirdûy to wek jyanî pêşûy min nebûbê.

gizîng be pêkenînewe gutî:

- na..., emin le jyanî pêşûmda pepûleyekî bał nexşîn bûm, her le dewrî gułan degeřam....

bew qiseye hemûman pêkenîn, azad gutî:

- gizîng her dengî xoş nîye, qiseşî xoşe.

jîro pirsî:

- kak azad! le waneye ême le jyanî pêşûmanda gyanleberêkî wek ga ya wirç ya kotir bûbîn?

- na, hêndêk kes pêyan waye û dełên le dway mirdin řenge bibîne gyanleberêk, bełam wa nîye, tenanet kesanêk hen ke pêyan waye debîne darudewen, ya şitêkî bêgyanî wek berd û xoł. ewane řast nîn û ta êsta sûr nebûnetewe. emeş biłêm, her wekû le pêşda pêm gutin, be řagwêzranî gyan le leşêk bo leşêkî tir dełên «tinasix» û be çûnî gyan bo ber gyanleberêk dełên «timasix» û be çûnî gyanî mirov bo dar û gya dełên «tirasix» û bo berd û xoł dełên «tifasix», bełam her tenasux ya jyanewe diruste û ewanî dî her qisen.

jîro řûy le gizîngî kird û gutî:

- ke wa bê gizîng eto pepûle nebûy, lewaneye pîrejnêkî serkutik bûbî.

- na, kiçî şay peryan bûm.

nazanim bo zêde le řade gizîngim xoş dewîst, bo ewey ke gałteyekim kirdibê, gutim:

- edî jîro çi bû?

- jîro kuřî şay cindokan bû, çend caran nardîye serim şûm pê nekird.

dîsan hemûman pêkenîn û dway hêndêk qisey corawcor azad hesta û gutî:

- eger sibeynê karêktan nebê dêmewe û dîsan de xewt dekemewe.

- na, karman nîye û zorîşim pê xoşe, bizanim axrî çim lê be ser dê.

be tenyayî ta derkî ḧewşe beřêm kird û gutim:

- le jyanî pêşûmanda xoşîman nedî.

- lem jyaneda tołey dekeynewe.

herçend zanîm mebestî çîye, xom le nezanî da û pirsîm:

- çon?

çawêkî lê kirdim û bizeyekî hatê û gutî:

- heta demrîn pêkewe debîn, tawêk lêk cya nabînewe.

- bo pêt waye şût pêdekem?

- pêm wa nîye, diłnyam, çunke çwarset sałe çaweřêy yektirîn.

pêkenîm, qisekanîm be dił bûn, katêk dûr kewtewe ta le ber çawim win bû her çawim lê kird, ke řoyî le diłî xomda gutim:

- xudaye tołey řabirdûman bo bikewe, be yektirman şad ke.

hêşta nehatbûmewe jûrê ke jîro û gizîng berew fêrge weřê kewtin. sibeynê azad hatewe û wek řojanî pêşû de xewî kirdim û birdimîye ew cêgeyey lêy bûm û gutî:

- çûye gundî pêşasb?

- a....

- le pêşasb çi deqewmê?

- dayk û bawkî şîne û şewřeng zoryan řêz girtîn.

- pêyan dełên ke çitan beser hatuwe?

- na..., detirsêyn le ber çawyan sûk bîn. emin pêyan dełêm emin xełkî şarî sinem û şuwekem legeł şûy şaşanî be destî qizłibaşekan kujrawe. şaşanîş xełkî hewşare, dayk û bawkîşman nîye.

- le dwaye çi deqewmê?

- pêşnyarman pêdeken ke şû be kuřekanyan bikeyn, şaşan bo şîney, emnîş bo şewřengî.

- şûyan pêdeken?

- a....

- çend sałan le pêşasb demênîyewe?

- ta demirim, nîzîkey çil û pênc sał.

- çon jyan řadebwêrî?

- pêş şû kirdin be şewřeng řojêkî be bawkyanim gut:

- mame! em gundey nafroşin?

- bo...?

- pêm xoşe eger deyfiroşin bom bikřî.

- ca ewendet diraw heye?

- a, zêř û dirawim zorin.

- ba bizanim qiseyekit bo lê dekem.

- gundêkîş bo şaşanê bikře.

- le ser xuday, sibeynê wedway dekewm.

- kiřîtan?

- a..., emin gundî pêşasbim kiřî û şaşanîş gundî wawanî kiřî.

- le dwaye çi deqewmê?

- emin û şewřeng le pêşasb demênînewe û şaşan û şîne û xesû û xezûrim deçne wawan. ta demirim şitêkî girîng naqewmê.

- le şewřeng çend mindałit hen?

- dû kuř û kiçêk.

- êsta kiç û kuřekanit le pêş řawestan, biłê bizanim nawyan çîye?

- em kuřem nawî «diłşad»e û emeşyan nawî «ferhad»e, em kiçeşim nawî «wenewşe» ye.

- le jyanî xot řazî?

- a, zor řazîm, bełam carcar webîr dayk û bawik û xuşk û birakanim dekewmewe.

- serdarit le bîr kirduwe?

- çonî le bîr dekem, hemîşe řwałetî pyawaney le ber çawme û dengî pyawaney le gwêmda dezrîngêtewe.

azad wexeberî hênamewe, katêk hestam gizîng le lam danîştibû, çawim le çawî kird, hełem nekirdibû, gizîng her wenewşey kiçî xom bû, le amêzim girt û řammûsî û gutim:

- gizîng gyan! eto wenewşey kiçî xomî....

çarenûs seyre! emin û azad û gizîng dway çwarset sał geyştibûynewe yek. azad řoyî, ber le řoyştin daykim pêy gut:

- tikaye pêman lê mebře, etoş bo min kuřêkî wek jîro.

azad çawêkî le min kird û gutî:

- zor sipas, zû zû dêmewe.

azadim beřê kird, ta derkî ḧewşe legełî çûm, gutim:

- jyanî řabirdûman ta lêwan sextî û çermeserî buwe.

- qeydî nîye, baş bû dway çwarset sał geyştînewe yek, ewîş le temenêk dayn ke detwanîn pêkewe jyan řabwêrîn.

be pêkenînewe gutim:

- bo qerare pêkewe jyan řabwêrîn?

çawêkî lê kirdim û gutî:

- le min mepirse, le diłî xot bipirse, diłit dełê çî dełê a yan na?

- dełê na....

- ke wa bû zor řanawestîn, sibeynê dêmewe û le daykit xwazbênî dekem.

- her wa be pele?

- be min bê sibeynê direngîşe, her êsta çone?

- na, sibeynê.