zira kerê lota devê

Li pirtûka:
Şefaq
Berhema:
Cigerxwîn (1903-1984)
 6 Xulek  874 Dîtin
di mêrgê deve û ker
diçêrîyan ser bi ser
goştê wan tev bûye bez
ne sewal û nejî pez
mexel bûne ber li hev
bi ser wan de hatî şev
devê go : tira m tê
kerê go : zira m tê
deve zû gote kerê
pir nêzîkî meyerê
dibî hebin rêbwar
wê me bajone binbar
ezne xurtim wek cara
pişt kul bûye ji bara
tijî wek min bike tir
nebî, bikî zirezir
lê ew kerê têr gya
sivk rabû ser pya
heta jê hat kire zir
ew çol ji deng tije kir
kerwanek diçû rê
çawa hat dengê kerê
yekî ji nava kerwan
barê kerê wî giran
go : wa, dengê kerê tê
vaye li vê derê tê
du kes derketin ji rê
berê xwe dan cem kerê
çawa gihane mêrgê
dîn ko ker û deve lê
ew herdû dane ber xwe
li wan kirin barê xwe
xuyaye ker nezan bû
barê wî pir giran bû
xwe avête ser qadê
nema diçim bi xwedê
çiqas lê dan wan bi dar
kerê xwe kir wek mirar
barê wî jî dan devê
ma wê çibkî wê şevê
demek dîjî raborî
bû firtifirta wî kerî
wê şevê û wê revê
ew jî danîn ser devê
rewşa deve bû nexweş
bû zirzira kerê reş
deve jêre gazî kir
go : te ya xwe bi min kir
heta lota mijî bê
tê bibênî wê çi bê
şev çû li wan bûye roj
newaleke wekedoj
teng û kûr û pir zirav
jêrê wê jî tijî av
deve bakire kerê
xweş binêre vê derê
go : wey malk mîratî
ma wiloye biratî
lê deveyê hêc û har
lotek da xwe hate xwar
kerê reş û tevlî bêr
teqlo meqlo çûne jêr
deve go : xwe bigre baş
gelek serjêre ev kaş
lê kerê reş çû û çû
heta perçeperçe bû
raste bostek nezanî
dibî gazek xezanî
ew hevalê bê mijî
tejî bi xwer dikujî
dema ko zira wî tê
derdikevî ji xetê
ewî kerê bîrnebir
barê deve giran kir
li ser pişta wî bû bar
paşê çilo hete xwar
ew hevalê pir xinz
paşê dibî qelawiz
ew xwe dixî bin bara
dibî kerê neyara
emanet û sedzinhar
ji pîsa re mebeyar
bi çewtî jî bilîzî
dengê te nabhîzî
bê şêwir û bê biryar
weke zanî, dikî kar
ne hiş heye,ne mijî
tejî bi xwer dikujî
ey hevalên partîzan
win guh mednê nezan!
wî tim ji xwe bikin dûr
bere herî cihên kûr
tilya te bû penceşêr
şer zêde bû, nema xêr
zû bibre tilya kul
da nexweşî neghê dil
yek nexweşî bikêşî
bere partî neyêşî
zyan dikî wî xortî
paqij dimênî partî
dema partî diçî pêş
dijmin hawîr weke mêş
sivk xwe dighênî nav
şêlû dikî lime av
xwe di kar de nakî sist
lê tim dikî kurtepist
êrîş dikî heçî baş
dako xweş negerî aş
kadir divê şyar bin
li her kesî guhdar bin
tim rê jiber wan bigirin
ta bi jehra xwe bimirin
tirsê dixin dilê we
da pir bikin kulê we
hina ji me dikin diz,
hina dikin qelawiz
devê wan tev qerêjin
pir derewan dibêjin
dibê : min wilo bihîst
ne carekê, sed û bîst
lê guh medê tev derew
ê dibêjî, tenê ew
ew radbî weke şêr
belav dikî libajêr
da hin dîjî bibêjin
lê em jî, werne gêjin
mij tê çyayên mezin
tajî ji kêr dibbezin?
me serne xistye xew
em nebûne çêlekew
bere bikin gijegij
çya natirsin ji mij
kerwan diçî rê û rê
dengê çye li pey tê?
ev rê raste em dirin
em ji vê rê nagerin
nema divên paşatî
bere bimrî qatqatî
em kurd hemî birane
barê me pir girane
pişta me dibin de xûz
lê em nakin kûzekûz
divê em hilgirin bar
çiqas ryame dijwar
ko xwîn nerjê weke av
kî dikarî bighê maf?
ev derê serxiwebûnê
tev sor bûye ji xûnê
bi van zendên birîndar
divê ko hilgirin bar
destên bi xwîn neqşikirî
ev vedkin vî derî
ji borcewazên kurd hin
bûne sazmanê dijmin
divên me derxin ji rê
da xweş bikin şûn tirê
xwe difroşin bi pera
nema didin pey kera
kerê reşê bi zirzir
ji ser devê ket û mir
ey gernasên xebatê
pir bikin kêferatê
êrîş bikin qelawiz
zû rê bigirin li ber diz
lê sazmanê borcewaz
gelek jîr û gelek saz
li waşenton dikeln
lê zanbene deln
tev rovîne çekurxiwer
ew xwe li me nakin der
peran didin kerên me
dikin bela serên me
bi gotnên pir qelew
hawîr dikin lewelew
da tirsonek birevin
paşê li wan bicvin
xwe dikin miletperwer
da karbin bikin şer
şerê heçî pêşketî
çi serxetî, binxetî
dijmin nabî dostê me
divê bixiwî postê me
kurdên sûrî û îran
bê xwendin û bê ziman
lê wê arî kê bikin?
kurdistanê çêbkin
ey qelawzên pir jîr!
win binêrin li cizîr
tijî kirin byanî
ma qey tu jî nizanî
tifke rwên va pera
xwe mefroş wek kera
pir dilxiwazê te me ez
bere ji dest neçî rez
pir şerme dijmin bêjin :
kurd bicarek qerêjin!
bê rêzan û bê rêber
wan dikirin weke ker
emê wan berdin hev
virde rev û wêde rev
ji bo qada xwe berdin
bere bêjin em kurdin
kurdên çî? we merdên çî?
hemî tazî û birçî!
derdikevin ji welêt
derman nema li wan têt
diçin kar û xebatê
pir dikin kêferatê
da ko nanê xwe derxin
li pêş çirav û erxin
kinc şil bûne ji avê
dûv ketye çiravê
şêr li tevan daye lep
şikandine dev û gep
hawîr lêdan û zindan
hemî mane perîşan
pir bûne li wan sawîr
pîrhevokan wîrewîr
dilê wan mişte ji tirs
ji ereb û turk û firs
rojî, li wan bûye şev
dil bi tirsin, dev ji hev
wek leşkerê şikestî
nema karî rawestî
eger nebî yek serdar
ma wê çibkin ev hejar?
tim li pêşe mêrê baş
ew xwe carek nadî paş
leşker li wî dibin kom
êrîş dibin firs û rom
heval, mebin mêresil!
nebî tirsê bixin dil!
heçî tirsê bibênî
wê, çawa dest hilênî
dema zira kerê çû
devê nema bidî dû
guh medin lîzên neyar
çav vekirî, tim çyar
bi kêferat û zanîn
bidin şopa cigerxiwîn