di bîr anîn

Li pirtûka:
Şefaq
Berhema:
Cigerxwîn (1903-1984)
 1 Xulek  437 Dîtin
ey dilo jaro li kûne, deşt û zozanê dimin?
kanî ew cejin û sema û geşt û seyranê dimin?
çaxekî dûr û dirêje, ko ji wan dûr bûme ez
guh bide ber qîr, û nal û ah û evxanê dimin
min divê ku nû cwan bim, biçme nav bax û rezan
kanî ev reng nûcwanî? kanî bostanê dimin?
şahî û nûroze îro, tên semayê kesk û sor
têne ber çavên me gav û çax û dewranê dimin
keske sorin çox bi surme, ser bi zêrin cerg û bez
ka li kûne : dehrî û xeftan û mîtanê dimin?
ah di bîra minde mane, ew demên şêrîn û xweş
tevger û lîzên bi lotik, deng û xoşxiwanê dimin
min di nav bax û rezande, lot didan bê tirs û pirs
min gul û nêrgiz didan hev, ka gulistanê dimin?
serxiweşê dengê bilûra, wî şivanê ber zinêr
kanî îro ew bilûr û ew bilûrvanê dimin?
tev di bin lingên neyaran, tên pelaxtin yek bi yek
ew kelat û ew sera, birc û eywanê dimin
ey cigerxiwînNasnava edebî bes bibêje, pir dirêje ev deram
maçê lêvê erxewanî, derd û dermanê dimin