li rojhilat

Li pirtûka:
Şefaq
Berhema:
Cigerxwîn (1903-1984)
 2 Xulek  825 Dîtin
şev reş û tarî, bahoz û bandev
nakevî dest me:ne razan ne rev
hewrên rêzanî tarî û giran
berfê bibarî, yan gulebaran?
ew reşhewravin kevneperestî
tênin bîra min dîlî, bindestî
dar bikevî dest mirovên xwînxiwar
dîsa dimênin birçî û hejar
karê me dibî veşartin û rev
tavê nabênin bi rojê em tev
tênin ber çavan dijûn û lêdan
şemaq û qamçî, kawçûk û zindan
pêlên zordestî wek lehî û çem
xwe berdin ser me xum xum û lem lem
di ber xwe dibin bîr û serbestî
paşve dişkênin nûjenperestî
tên periçqandin tev destûr û rist
raserî me tên ev kevnepirist
benda azadî li xwe napirsî
belkî ez şaşim, ji wan natirsî
tarîx û abor, herdu di gel me
eger bitirsin ji bo me şerme
badîhewane ev tav û bahoz
eger em rabin hemî dibin toz
vane, şyarbûn cotar û karker
dijmin têşênin bê ceng û bê şer
çiqas bimênî ev cihan bê deng
bê şer, bê kuştin, bê halan û ceng
em her diçin pêş, dijmin diçin paş
bê av digerin ev dolab û aş
sermayeperest, tev top tavêjin
nabênin îro çawan sergêjin?!
ew çi talan û çi ceng û pevçûn
bila xweş bikin hemî cî û şûn
hemî em mirov bibin wek bira
cî nedin diza, rê nedin gura
cihan xweş bikin tev bax û bihişt
ne şûr, ne xencer, ne def û ne xişt
kesek nemênî wek min dilbirîn
ev dinya xweşe, dinya cigerxiwînNasnava edebî