birca gernasan

til ze’ter
Li pirtûka:
Şefaq
Berhema:
Cigerxwîn (1903-1984)
 3 Xulek  748 Dîtin
çêkiroxê şêran wargeha ze’terCih!
jêdera mêran wargeha ze’ter!
aferîn jêre wargeha ze’ter!
bijî serbilnid ey girê ze’ter!
dijmin bi êrîş dihate ser te
top û tang û çek kişande ber te
li ber wan danîn, sênc û çeper te
bijî serbilnid ey girê ze’ter!
li ber pozê wan, tu bûyî kelem
êrîş tanîn te, ’ereb û ’ecem
te ew dikuştin dil bi kul û xem
bijî serbilnid ey girê ze’ter!
li te bûne yek tev kevneperest
êrîş tanîn te, wek dijmin dixiwest
te şerê wan kir bi sîng û bi dest
bijî serbilnid ey girê ze’ter!
te dane kuştin pir xortên keleş
keçên çavbelek, zarokên rûgeş
dê û xûşk û jin hiştin serbireş
bijî serbilnid ey girê ze’ter!
tu bû meydana cenga felestîn
ji bo serbestî te rijandî xwîn
gernas û şervan serbilnid dijîn
bijî serbilnid ey girê ze’ter!
azadîxwazan destên xwe dan hev
gullebaran bû, bi roj û bi şev
we xwe da kuştin lê qet nebû rev
bijî serbilnid ey girê ze’ter!
li ser te bûn yek tev mizgevit û dêr
berê te li jor, berê wan li jêr
va em dinvîsin navê te bi zêr
bijî serbilnid ey girê ze’ter!
te dane zanîn, çine rast û çep
bûne dubendî ’ecem û ’ereb
li meydana şer bûn celeb-celeb
bijî serbilnid ey girê ze’ter!
benda azadî, benda imperyal
belengaz hemî em bûne heval
yek daxwaz û dil, yek-ol û yek-al
bijî serbilnid ey girê ze’ter!
ji bo me divêt hinek hişyarî
ko em derbaskin van demên tarî
dijmin wê çaxê bi me nikarî
bijî serbilnid ey girê ze’ter!
kevneperestên cihan bûne yek
alî hev dikin bi mal û bi çek
hawîr digerin bi şer û bi dek
bijî serbilnid ey girê ze’ter!
dema ku dişkê serê koledar
mat û mest dibin li herder neyar
zivistan diçî li pey tê bihar
bijî serbilnid ey girê ze’ter!
karker dipirsî li mafê mirov ?!
gelo nabênî ev hirç û ev hov ?!
me didin kuştin li herder bi tov
bijî serbilnid ey girê ze’ter!
eger em rabin besî xwene, bes!
hevsar nedin dest mirovên teres
xwîna me nerêjî guh nadî me kes
bijî serbilnid ey girê ze’ter!
barê me giran, şerê me dijwar
dijminê me xurit, jîre koledar
êrîş tênin me gurên birîndar
bijî serbilnid ey girê ze’ter!
xwezî hebûna me jî hezar mêr
kurdên qareman tev bi çek û zêr
bihata hana te tev wekî şêr
bijî serbilnid ey girê ze’ter!
azadîxwazin dijminê neyar
dostê haştîxwaz, dijê koledar
nûjenperestin dijminê kevnar
bijî serbilnid ey girê ze’ter!
bijî kurdistan azad û serbest
bimirin, hilweşin tev kevneperest
nema dixiwazin wer bijîn bindest
bijî serbilnid ey girê ze’ter!
gernasê ze’ter, hezar aferîn!
gernasê libnanCih, şêrên felestînCih
hevalê weye herdem cigerxiwînNasnava edebî
bijî serbilnid ey girê ze’ter!