forit û port

Li pirtûka:
Şefaq
Berhema:
Cigerxwîn (1903-1984)
 1 Xulek  789 Dîtin
kurdim: kurmanc, lor, gor û kelhorim
zazim, bext û mil û kîk û torim
şorişgêrim ez azadîxwazim
pîkolê dikim, hawîr borborim
derketim çyan, ne razan, ne xew
navêm vî sedî weha raborim
bi çarox û rext gêr bûm ser qadê
berjor dibezim, tim ber li jorim
benda sipîdê mame ku bêder
çavnerê şewq û şefeqa sorim
dijminê maldar, koledar herdem
çi bikim, hevçaxê mirovên korim?!
kurdim gernas û mêrxas û dilpak
sînorparêzim, li êş bi dorim...
çend sînor danîn li ser dilê min
xwedî qadim ez, lê bê sînorim
bax û rez û pez, qad û xanî tev
dijmin sitandin, yanî natorim
lê çima dijmin tim xurit û ez qels?
bê dezgeh, xwendin çi ton pisporim?!
cigerxiwînNasnava edebî dikî hawar û qêrîn
pêncî saln ez qoreqorim.