bendî şemał

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 3 Xulek  962 Dîtin
şewêk leylam kewte xeyał
kewte yadim ew zułf û xał
hawarim birde ber şemał
şemał bom bike em firmane
şemał emşew bêqerarim
mubtelay çawî bexumarim
were biçore lay yarim
hawar ḧałim perîşane
şemał damaw û zelîlim
hanam be toye dexîlim
were bibe be delîlim
bom biçore xizmet canane
şemał to bî û şahî merdan
to û serřastî wefay kurdan
tey ke şax û kêw û herdan
firyam kewe bem zuwane
şemał witî: be çawanim
dirêẍ nakem ta detwanim
bot deçim be dił û gyanim
em xizmetem la asane
namem nûsî be xwênî dił
bo yarî řûmet peřey guł
xwêndim wek bilbil leser çił
be neẍmey şorî mestane
şemał namem pêçayewe
tekêkim da be layewe
zamî cergim kulayewe
diłî sûta bem giryane
be pařanewe û dexîlî
kewte řoyn be te’cîlî
werî girt namey zelîlî
fêrî seferî şewane
şemał be řaberî leyla
şineşin le nisif allîlErebîa
geyştibuwe xizmet leyla
leyl nustibû em wextane
kenîz û xadim bûn lewê
ewan êşkiçî bûn şewê
pirsîbûyan to çît ewê
çon geyştîte em mekane
witbûy min hatûm le koye
namey mecnûnêkim pêye
bo yarêkî semen boye
nawî şehenşay xûbane
witbûyan leyl nûstuwe
zułfî perêşan kirduwe
mar dewrî gencî girtuwe
řêy kes nada lew zułfane
katêk leyl le xew hełsabû
lew wirtewrte tirsabû
le kenîzekî pirsabû
kêye lem dewr û dûkane
wityan: qurban şemałe hat
be namewe hatote lat
’erzey mecnûnî dûr wiłat
her canfîdakey xotane
namekey le şemał wergirt
daway qełem û dwêtî kird
cwabî nûsyewe destubird
bew deste û bew pence cwane
nûsîbûy: yarî wefadar
wek bilbilêkî nałekar
’eşqî xot kirdibû îzhar
xoş bû em ئاە û fuẍane
řaweste takû behar dê
nałey bilbil le gułzar dê
wadey dîdenî diłdar dê
were bon ke em sêwane
şemał tayek lem zułfane
ke zincîre bo dêwane
eydem be to be nîşane
boy bere şifay zamane
şewêk lewê nîştibuwe bał
be hêzî ’etrî zułf û xał
be tîrî nîgay çawî kał
kewtibuwe em asmane
mijde bê şemał hatewe
be name û be xełatewe
zamî dił çak ekatewe
hey hey lem agir barane
şerit bê ta min zîndûm şemał
emem derneçêt le xeyał
to minit hênayewe ḧał
wefa her wefay kurdane