28

Li pirtûka:
Karmamz
Berhema:
Elî Ḧesenyanî (1939-1992)
 4 Xulek  786 Dîtin

le nêw eşkewtida hemû le dewrî yek ko bibûnewe. goran, mamz û taray bexêrhatin kird û maweyek lebarey karesatî kwêxa emer û «ḧemedempel» ewe dwa. gêřayewe ke çi dewrêkyan le dijî cûłanewey gelekeyan hebuwe û çon nexşey kuştinî wiryayan kêşawe.

katêk dîtî mamz û tara le kujranî kwêxa emer û ḧemedempel nek têkneçûn, zorîşyan pê xoşe gutî:

- êweş le emřokewe jyanêkî nwê dest pêdeken. xuşke mamz be awatî xoy geyşit û pêm waye lemewla debête pêşmerge, bełam eto xuşke tara! çonit pê xoşe azadî, deçîye her kwêyek beřêt dekeyn. eger legeł êmeş demênîyewe zorman pê xoşe.

tara gutî:

- le řabirdûda mamz zor şitî têgeyandûm. dezanim êwe çi řêgayekî gewre û girîngitan le pêş girtuwe. dezanim çi amancêkî pîroztan heye. zorim pê xoşe emnîş le lay êwe bimênmewe û bibme pêşmerge û xebat bikem. emeştan pê biłêm le dinyada kesim nîye biçme lay.

ewey gut û be nihênî çawêkî le dyako kird. dyako bizeyekî hatê û serî berdayewe. goran gutî:

- em mizgênîyeştan pêbdem ke be fitway mela «xalîd» mareyî hîç kamtan dirust nebuwe, çunke řazî nebûn. bo dirustîy nîkaḧ řezamendîy her dû la pêwîste. ca êwe detwanin be diłnyayîyewe hawbeşî jyantan hełbijêrin.

simko gutî:

- eger nîkaḧekeş dirust bûbê be hoy nemanî kwêxa û ḧeme û be boney kiç bûnî êwe ’edêtan (’ide) le ser nîye û detwanin şû bikenewe.

bew qisane mamz û tara oxjinyan hatê. detgut baryan lê sûk buwe. paş îstêk goran dirêjey be qisekanî da:

- ca ke wa bû emin tika le hawřêyan, betaybetî wirya, dekem ke pitir em xuşkane legeł jyanî pêşmergayetî aşna biken.

emeş biłêm ke her emşoman lêre mawe û sibeynê deřoyn. wa başe êsta hel le dest nedeyn û xerîkî karekanman bîn.

mamz û tara hełistan û xerîkî nanuçêştî şew bûn. simko çû bo ser êşk û ewanî dî xerîkî nûsînî řageyandin bûn.

lew řageyandineda wêřay bangewazî xełk bo yekêtî û hawkarî legeł pêşmergekan, basî akar û akamî şeş gelfiroş, şeş caş, wata: qoytas, mîne bedfeř, wetman panêr, kwêxa emer, ḧemedempel û xiledêz kirabû û řêkxiraw berpirsîy kuştinî çwar kesyanî we esto girtibû. her weha nûsrabû ke hawkar û mûçexorî gewrey yaney casûsî «xile dêz» dway bîstinî hewałî kujranî caşekanî nawçe le tirsî sizadan maweyeke xoy ḧeşar dawe û ta emřo neywêrawe bigeřêtewe.

le dwayî řageyandinekeda heřeşe le ḧikûmet kirabû ke dest le eşkence û azardanî xełkî çewsawe hełgirê, dena debê çaweřwanî tołe estandin bê. deyanzanî dway çend řoj ḧikûmet be boney xûxdey diřindanewe dest deka be qetłubřî xełkî bê tawan.

axrî şew řageyandineke amade kirabû û çend wêney leber hełgîrabowe. şewekî yekêk le endaman dehat û deybird û biław dekirayewe. dway nanî şew goran gutî:

- îdî karman lêre tewaw buwe. her çend xiledêz derbaz bû, bełam dîsan baş bû řenceřo nebûyn û zeḧmetekeman be fîřo neçû, řêkxirawî nawçeman řêkupêk kird û berpirsêkî lêzan û lêweşaweman bo dyarî kird.

soran gutî:

- em dû xuşkaneşman le bend řizgar kirdin.

paş tawêk wirya û mamz le ser tateberdî ser kanyawî penay dareben seyrî lêřewaryan dekird û řazî derûnyan hełdeřişt... .

hêşta mang hełnehatbû... estêrekan be wirşey xoyan asmanî bê binyan nexşandibû... bałindekanî lêřewar be azadî dengyan lê hełênabû... le nakaw xişpeyek hat û le nêw tarîkayîda wirya û mamz dîtyan dû kes bo lay kanyaw dên. katêk nîzîk bûnewe dyako û tarayan nasîyewe û wirya gutî:

- direng hatin. ême zîrektir bûyn û cêge xoşekeman zûtir girtewe. fîkirêkî bo xotan bikenewe... .

bew qiseye her çwar pêkenîn. le řastîda ewe bizeyek bû be dîmenî jyanî dahatûyan.