27

Li pirtûka:
Karmamz
Berhema:
Elî Ḧesenyanî (1939-1992)
 3 Xulek  778 Dîtin

le řêgada tara gutî:

- êwe firîşte bûn êmetan řizgar kird?

ber lewe ke simko ya dyako qiseyekî biken, mamz gutî:

- le çîrokekanda bîstûme firîşte xoy be wêney kotir derdênê, îdî nembîstibû xoy bikate derwêş!

tara pirsî:

- derwêş...?!

- bełê derwêş... lebîrte çend řoj pêş derwêşêk hatbuwe ser kanî û mizgênî bo hênabûyn û deygut:

beharî ême dê û xunçe dexemłên
der û deşt û çya giştî deřengên
legeł yarî be tasey dûre zêdim
deçîne seyrî nwałe û mêrg û bijwên

- dey ca?

- ew derwêşe em kakeye. em firîşteye. êstaş deçîne seyrî beharî cwanî... lew demeda le dûrewe çend teqe bîstira. mamz gutî:

- oxey le dawî bendî dêwan řizgar bûyn... .

ewey gut û dîsan webîr çîrokî «kuřekarwanî» kewtewe û çuwe nêw dinyay xeyałewe. tara bêdeng bû, herçendî bîrî dekirdewe bîrewerîyekî xoşî le kakî nebû ta boy xembar bê.

dyako ke le yekem dîn, cwanî û neşmîlî û xwênşîrnîy tara tîrî le diłî dabû, bo ewey newek xem daygirê pirsî:

- bo çûy le fîkirewe? lemřowe etoş û xuşke mamzîş jyanêkî nwêtan debê, jyanêk ke legeł kiłołî û koyleyî řabirdûtan yekcar zorî ferqe.

- tara ke ta ewdem derfetî ewey nebû serinc bidate dyako, serî wergêřa û çawî be çawî dyako kewt... .

carî waye dû çaw, dû řwanîn, baştir le dû ziman qisan deken û hestî derûn degêřnewe... .

mamz hestî kird ke nîgay tara û dyako têk ełqa... le naxî diłewe daway bextewerî bo kirdin û legeł simko şeqawyan tunditir kird ta ewan bitwanin baştir pêkewe bidwên.

tara û dyakoş be hêndêk nêwanewe be şwênyanda dehatin. derfetêkî baş bû ke legeł yek bidwên û zyatir yekdî binasin.

herwa deçûne pêş ke lepřiřa dengêkî aşna, dengêkî diłlerzên, dengêkî birîndar, perdey diłanî lerzandewe... mamz dengî wiryay nasîyewe. ew dengey ke hîway jyanî bû... ew dengey ke wirey pêdeda.., ew dengey ke destî lê şordibû û wek xeyałêk, xewnêk, carubar webîrî dehatewe êsta derkî jyanêkî nwêy bo dekirdewe. dengeke be aşkira qisey legeł dekird:

demêk awir, demêk awim bebê to
melî hêlanesûtawim bebê to
serim sûř mawe ey sirwey beharan
heta emřo çilon mawim bebê to?

dû tinok firmêsk le çawe kejałekanî mamz xizane ser kołme turit û geşekanî û le diłî xoyda gutî:

- wirya bese... çî dî basî xem meke... îdî norey xêr û xoşîye... .

geyştibûne dołe şîn ke le nakaw dengêk heray kird:

- mamz...!

mamz wek askołeyek siłêkî kird û destibecê wełamî dayewe:

- wirya...!

mamz û wirya geybûne yek. mamz xoy pêřanegîra û le oqey giryanî da... detgut lemêje esrînekanî bo ew deme ko kirdibûnewe... wirya ḧebesabû û neydezanî çi biłê. şanoyekî seyr bû... dû diłdar çawyan têkbiřîbû û cwantirîn şê’rî jyanyan xułqandibû... le dîtnî yektir mest bibûn... simko ew xoşîyey lê têk dan û gutî:

- carê ba biřoyn, kuřekan çaweřêmanin.

dyako û taraş geyştinê û pêkewe berew eşkewt weřêkewtin.