25

Li pirtûka:
Karmamz
Berhema:
Elî Ḧesenyanî (1939-1992)
 3 Xulek  705 Dîtin

tan û poy jyanî mamz leber yek biław bibû... hestî dekird bote babirdełeyekî yexsîrî destî ziryanî çarenûs. şewezengêkî besam asmanî temenî kał û saway dapoşîbû, bełam wêřay eweş, le dûr, le sûçêkî ew asmaneda carcare cirîwey kize’estêreyekî dedî. ew somayîye bibû be hoy hîwayek bo ew. hîway têkşikandinî řikey dîlî û koyleyî... hîway řizgarî le jyanî asayî û řoyîn berew amancêkî pîroz ke debû be hoy nemanî zułim û zor û damezranî komełêkî pêşkewtû ke lewda kîjan fîday hewesî hewesbazan nekirên û mafyan leberçaw bigîrê.

wirya dîmenî cwan û diłřifênî ew komełey pêşan dabû û řêgakeşî fêr kirdibû: têgeyştin, zanîn, dest le hîwa bernedan, xebat, berberekanî, řawestan, kołnedan, mandû nebûn û... .

řojî pêncişemmo le dû małî kwêxa emer û ḧemedempelda çend serejin xerîkî nan û çêştî zemawend bûn. le meydanî ber mizgewtida dehoł û zuřnayan lêdeda û çend kîj û kuř hełdepeřîn, bełam dyar bû ew hełpeřkê û gowende legeł zemawend û hełpeřînî dîke cyawaze. lawekan bîryan le wiryay namrad dekirdewe. lêyan sûr bû ke wirya be pîlanî kwêxa emer û ḧemedempel kujrawe. herçend xoyan firîw deda ke taze wirya zîndû nabêtewe, jin be jine kirawe û hełnaweşêtewe, bełam hestyan dekird ke be dił nehatûne zemawend. gowend zor sard û xaw degeřa. jinan be dił xemîy mamz û tarayan bû. diłxoşîyan dedanewe û yekyekeş xoyan pêřanedegîra û firmêskyan be çawda dehate xwar... .

mamz û tara leser biřyarî xoyan sûr bûn û her kam çeqoyekî tîjî deber piştêndî nabû û legeł xoy deygêřa... .

le sûçêkî, aso legeł «şîne» û «lawên» ke pêkewe çûbûne dołeşîn, nîgeranî dahatû bûn. şîne gutî:

- kak aso kengê be kuřekan biłêyn?

- wirdewrde xerîk debîn.

lawên pirsî:

- be kê û kê biłêyn?

- be giştyan.

- de ba dest pêbkeyn.

emca yek yek û dû dû hawřêyekanyan bang kird û sirteyan legeł kirdin. hemû pêyan seyr bû. deyanpirsî:

- beřastîtane..., wirya mawe..., mamz dezanê...? ḧemedempelîş caşe...?

nextenexte tewawî hawřêyekanyan têgeyştin û zanyan debê çibken. le xoyan depirsî:

- axo çon debê...? mamz û tara debê çibken...?

gowend wek se’atêk pêş sardusiř nebû, kemkeme gerimtir û giştitir debû. lawekan diłsardî û bêwazîy tawêk lewewberyan nemabû. êsta şadîyan le diłda degeřa. destî řeşbełekyan girtibû û be hewayekî gişt hełdepeřîn û çaweřwanî dway nîweřo bûn...