laḧewle le ser ta be qedem diłber û şenge

pênc xiştekî le ser ẍezelî tahîr beg
Li pirtûka:
Dîwanî Edîb
Berhema:
Edîb (1874-1932)
 3 Xulek  1275 Dîtin
laḧewle le ser ta be qedem diłber û şenge
bo cezbî diłî ’aşiqî ’îşqit çu nehenge
pencet ke be xwênřêjî dełêy şêr û piłinge
ey piřtewî řengit wekû řengî heme řenge
xałit be mesel zulfî syahit şewezenge
aşûbî zemen, zîbî çemen, sunbulî xoşbû
gêsûy û biroy nazir û ḧeyrane be hersû
ey seruqedî sîmten û mehweşî gułřû
bezim û tereb amadeye, saqî meyê fermû
dengî def û nałey ney û awazeyî çenge
bîmare diłim, tenge wekû ẍunçeyî zarit
bû ba’îsî mexmûrîy min, çawî xumarit
xecłet dere bo ḧor û perî, ḧusnî wîqarit
sed namî xuda bê le dû pustanî enarit
gird û şilk û nask û piř çeng û qeşenge
carêkî le ’uşşaqî nepirsî çîye ḧałî
dûrî to deçêjê, bese jehir û xem û tałî
bêçare be tîrî to birîndare, denałî
lêwit ke wekû le’łî bedexşane be ałî
gencûr û nigehbanî dehan û demî tenge
řût şemse, ke ser taze weder dênî le xawer
şu’ley le ser afaqî melaḧet wekû dawer
fermandeyî ebroyî xemit, amîr û yawer
tabûrî mujanit legeł egrîce beraber
westawe ełêy leşkirî japon û feřenge
çawim ke le muştaqîy řût bote be derman
wa çaweřê û wale û giryane, duř’efşan
mezłûme, esîrî tuwe, meḧkûme be ferman
murẍî diłim er xeste û xwênîne be qurban
pêkawî mujey toye, ne kujrawî tifenge
řût cennet û ḧusinit melek û saḧrîyet cin
bo hałeyî dewrî qemerit kafir û mu’min
nawestê leber tîrî mujet cewşenî asin
çawit be mesel afetî diłhaye, welakîn
boç waye ke ebroyî keçit meylî be cenge
bo dîtnî em řoje zemanêke le ser řêm
qewlî, le keřemda, beme fermû ke şewê dêm
ḧazir bê mey û saqî û peymane legeł cêm
’aciz bû ke řûm xiste berî pêy û witî pêm:
ey eblehe key małşî awêne be senge
bew şehdî lebit tifłî diłim çun buwe mu’tad
ḧeyrane be kêwî ẍemewe ’aciz û naşad
yekdem be demî xunçeyî şîrînî bike yad
sergeşte û aşufteyî eşqim wekû ferhad
kêwim bedił û sîne û ser, pence qułinge
însafe! be hewrî were em perde mepoşe
bem nergisî şehla, bese ’îşwe mefroşe
bakî çi be şîrîne, edîbNasnava edebî maylî noşe
men’î meke, «tahîr» ke eger mat û xemoşe
dêwaneyî řûy toye ne mestî mey û benge