23

Li pirtûka:
Karmamz
Berhema:
Elî Ḧesenyanî (1939-1992)
 3 Xulek  817 Dîtin

le nêw eşkewtî dołeşînda wirya û goran û hawałekanyan danîştibûn. her kam çonîyetî û akamî geřanî xoy degêřayewe. soran û duktor řêbwar gêřayanewe ke çon qoytas û wetmanpanêryan lenêw birduwe. emca dyako be wirdî basî seferî xoy kird û gêřayewe ke mîne bedfeř be hełdêranî maşên kujrawe. şemał ke bo lay gundî qełakon û awayîyekanî dewruberî çûbû gutî:

- «xile dêz» çuwe bo şar, wa dyare hewałî caşekanî nawçey pêgeyştuwe, nawêrê bigeřêtewe. emnîş ke mawem beser çûbû û debwaye bigeřêmewe, nemtiwanî zyatir řawestim û hatmewe.

her weha basî dînî hawałan û qerarî hatnî ewanyan bo binke kird. norey simko hat. be wirdî basî çûne kanîperî kird. be her wişeyek ke le demî dehate der diłî lêwan le ewînî wirya tunditrî lêdeda... katêk bîstî mamz le ḧemedempel mare kirawe, waqî wiř ma. dinya be dewrî serîda desûřa... bo maweyek ne çawî deydî ne gwêy deybîst. her çonêk bû be ser bîr û hoşîda zał bû û pirsî:

- kak simko xełk le barey minda çyan degut?

- eto nemawî... be dest kwêxa emer û ḧemedempel kujrawî û termekeştyan le dołeşîn dîtûyewe... mamzîş ke le to nahumêd buwe teslîmî wîstî bawkî buwe û le ḧemedempel mare kirawe. şewî heynîş zemawende, deyangiwêznewe.

- key?

- şewî heynî dahatû.

wirya zor be aramî serî wergêřa û çawî le çawî goran biřî. detgut tewawî hîway jyanî le çawî goranda ko botewe. bo ew katjimêrî zeman zor be espayî degeřa. çawenwař bû goran qiseyek bika. goranîş ke dîtî wirya zor be nahumêdîyewe çawî têbřîwe, be bizewe gutî:

- kwêxa emer û ḧemedempel debê ew awate berne jêr gił. emřo yekşemmoye carê sê çwar řojman mawe heye. řojî pêncişemmo wêkřa deçîne kanîperî. le řojêkî wa degeřam... .

emca leber xoyewe gutî:

- şeş tifeng û çwar demançeşman heye... .

wirya bew qisane geşayewe û pirsî:

- kake goran! detewê çibkey?

- emşo be wirdî basî dekeyn.

dway îstêk dirêjey pêda:

- le sibeynêwe kuřekan deste be deste dên. pêm waye ta çend řojî dî karman lêre tewaw debê... .