22

Li pirtûka:
Karmamz
Berhema:
Elî Ḧesenyanî (1939-1992)
 6 Xulek  802 Dîtin

mamz be dest tewjimî bay nehatîyewe babirdełeyekî bê hêz û hetwan bû. pejare û peşêwî dewruberî tenîbû. xoy le hîç nedegeyand. bawkî zorbey karekanî małêy cêbecê dekird û le ser ew biřwaye bû ke mamz wirdewrde legeł jyanî dahatûy řadê û řiq û tûřeyîyekey wela deçê û bîrewerî wiryay le dił deçête der.

mamz ew gułesûrey caran nebû. sîs û jakaw bibû. hestî be bîkesîy dekird. çelçele řêgay gořistanî degirte ber û legeł giłkoy daykî sikała û derdî diłî dekird. řojî dway mare kirdinî be kułî giryan û kołêk xem û temewe dîsan berew gořistan weřêkewt. hemû carê ke le gořistan degeřayewe giranîy xem û pejarey sûk debowe. ew řoje eger kesêk be lay giłkoy daykîda řabirdiba deybîst ke mamz dełê:

- daye, daykî xoşewîstim! bo be cêt hêştim? bo le dawî ew dû gurge xwênmijet xistim? emin le dinyada tenya wiryam bû... wirya însan bû... têgeyştû bû... gyanim bû... jyanim bû..., bełam bawkim bo ewey ke be awat û amancî biga be naheq xwênî ałî řişt... . wirya deyewîst gelekey le bedbextî û kiłołî û koyleyî řizgar bika. qerarman danabû pêkewe bo bextewerî û serkewtinî gelekeman xebat bikeyn, keçî bawkim wiryay le min û gelekey estand.

- daye gyan! emin ta şewî heynî le latim, qewl bê hemû řojê bêm û bon be kêleketewe bikem. le dwaye legeł tara be şwên řêgay «wirya» da deçim. namewê kîjanî kurdistan wek min dîl û koyle bin.

- daye gyan! wirya çaw û gwêy minî kirdotewe. zor şitî lê fêr bûm, bełam bedaxewe nemawe ta pêkewe bextewerane bijîn; bawkim taqe estêrey jyanmî lê awa kirdim.

mamz zorî sikała kird. fire esrînî řişt. katê ke nîwe bêhoş xoy be ser giłkoy daykî dakêşa, dengêkî asmanî û hestibziwên wişyarî kirdewe. wiryay hate ber çaw..., bełam na, dengî wiryay denasîyewe. ewe wirya nebû, edî debê kê bê ke bew denge karîye û be heway derwêşane doł û çyay lêřewar delerzênê û bonî aşnay wirya biław dekatewe û dełê:

wełamim pêye bo zînê le lay mem

le hełdêr û telan û lêř û estem

dełê: ey guł! welanê nahumêdî

berew to şadî dênim, ladeçê xem

be bîstinî ew denge mûçuřkêkî pêda hat... nûrêkî aramîderî le diłda geřa. boxoşî neydezanî çone xunçey jakawî lêwe cwanekanî dîsan be bizeyekî mend û hêdî pişkut! tawêk çawî wêk na. deyhewîst xoy firîw da û be xoy biselmênê ke ewe dengî birîndarî wiryaye..., bełam katê dû tinok firmêsk be kułmanîda xizîne xwar, wişyar bowe. be qamke şûş û barîkekanî esrînekanî estiřînewe û hełsita xoy tekand û be şwên dengekeda dageřaye xwar. le ser swêy tepołkî qebran çawî le lay kanyawî awayî kird. xawen dengeke derwêşêk bû be kirasêkî sipî dirêjewe. keşkołêkî be destewe û tewerzînêkî le ser şan bû. taze geyştibuwe ser kanî. şê’rekey ke be heway derwêşanewe têyhełkirdibû, tewaw bibû. wirdewrde çend kesêkî lê hałan. mamz xoy pê řanegîra û berew kanî weřêkewt. geyşte ser kanî. çawî le kes nekird, tenanet le ḧemedempel. yan neydî yan xoy lê gêl kird. řûy le derwêş kird û gutî:

- řoj baş kake! zor bexêr bêy!

- rût sipî bê kiçim!

mamz pêy seyr bû çone wa xoşî lew derwêşe hatuwe! xoşewîstîyekî pak û birayane. tawêk řawesta û çořêkî aw xwardewe û le dwaye be řewtî tawsanewe berew mał weřêkewt. katêk mamz řoyî derwêş gutî:

- ew kîje wa dyare xemêkî nihênî heye. xembarim hate ber çaw. karsaz xemî xembaran we şadî gêřê... .

jinêkî geřawey swêrqise ke xerîkî piř kirdinî gozekey bû, henaseyekî hełkêşa û gutî:

- le lay xoy dwênê mare kirawe û şewî heynî deygiwêznewe û debwaye şad bê keçî qederêke bestezmane xemî lêdebarê... .

ewey gut û be dizîyewe didanêkî le ḧemedempel le çîřêkewe bird. derwêş agay lêbû. zanî ke jineke îştyay le qisane. bo ewey qisey lê derbikêşê be zîrekîyewe gutî:

- xuda bextewerî ka. emnîş kiçêkim heye le temenî ewdaye. sê sałe nemdîwe. ew kiçe nawî çi bû? kiçekemî webîr xistimewe.

jineke wełamî dayewe:

- ewe mamz kiçî kwêxa emere. bawkî legeł em kak ḧemeye (îşařey be «ḧemedempel» kird) jin be jiney kirduwe. kak ḧemeş xuşkêkî heye dełêy mangî çardeye dawyetî be kwêxa emer.

derwêş ewey deyewîst û mebestî bû sûk û hasan weçnigî kewtibû. bo ewe ke lêy weşk nekewn gutî:

- bexêr û xoşî.

emca destuçawî le sardi’awî kanî şuşt. nîzîkey nîweřo bû. xułqyan kird ke mîwanyan bê, bełam derwêş keşkołekey nîşan dan û gutî:

- hêndêkim nan û jajî pêye. bezyad bê. tawêk le ser em kanîye xoşe dadenîşim û deřom.

dway řoyştinî ḧemedempel, derwêş ewey pêwîst bû le zimanî jinekanî derkêşa û le derfetêkda xoy be aso nasand û pêy gut ke le derewey awayî çaweřêy bê. mamz le małê neqłî derwêşî bo tara gêřayewe û gutî:

- nazanim çi bû katê qisem legeł dekird sêbûrîyekim hatê. leber kakit neba se’atêkî le lay řadewestam.

lew qisaneda bûn ke gwêyan le dengî derwêş bowe ke çirîkey le asmanan degeřa:

beharî ême dê û xunçe dexemłên

der û deşt û çya giştî deřengên

legeł yarî be tasey dûrezêdim

deçîne seyrî nwałe û mêrg û bijwên

mamz û tara çawêkyan lêk kird. dengî derwêş karî leser dił û gyanyan kirdibû. dengêkî asmanîy bû ke diłxoşîy dedanewe, bełam diłxoşîyekî pûç, le lay ewan yarêk nemabû ta legełî biçne seyran... .