7

Li pirtûka:
Karmamz
Berhema:
Elî Ḧesenyanî (1939-1992)
 4 Xulek  1049 Dîtin

wirya her çonêk bû le ser ewe sax bowe ke biçêtewe serêk le mełbendî xoy bida û hewałêkî hawałanî bizanê û paş řûnkirdinewey karubarî bigeřêtewe û bo dwayîn car binêrête ser mamz. eger dayanê başe, dena hełîgrê û legeł xoy bîba. bew hoyewe çend ser biznêkî ke heybû firoştinî û kirdî be diraw. herweha be xełkî awayî řageyand ke çî dî şwanêtî pênakirê û le fîkirî şwanêkî dîda bin. le yekem derfetda serêkî gundekanî dewruberî da û legeł hêndêk hawřê ke le mawey dû sałî řabirdûda twanîbûy karyan le ser bika û amadey xebatyan bika pêwendî girt û bo dwařoj, bo nasînî hawałekanî dîke řemzêkyan le nêwan xoyanda dana.

ew řoje le berqedî berzekoda le ser tertêkî danîştibû ke «aso», yekêk le lawekanî kanîperî hate lay û dway çakuxoşî, wirya gutî:

- seferêkim le pêşe. em sefere hemû şitêkman bo řûn dekatewe. eger xuda kirdî û geřamewe baştir dest pêdekeyn.

- be hîway xuda be zûyekî zû degeřêyewe. emeşt pê biłêm, kuřekan hemû amaden û çaweřêy destûrin.

wirya bizeyekî hatê û be dił şad bû ke řenceřo nebuwe û twanîwyetî her nebê bîst kes le xełkî ew nawçeye řûn bikatewe. ewe bû ke be asoy gut:

- xuda yarman bê... .

le dwaye be dengêkî aram û lerzokewe gutî:

- aso gyan! le dway min agat le karmamzekem bê!

- be çawan wek xuşkî xom agam lêy debê.

pêkewe hełistan û be mûçe û mezrayanda geřan û wirya maławayî le hawałekanî kird.

êwarê be hîwa û mebestî dîtnî mamz geřayewe bo awayî, bełam şansî nehêna û neydî. şew xoy saz kird. be tema bû tarîkuřûnî beyanî řêga dagrê û biřwa. lewe ke ew mełbende diłgirey cê dehêşt xembar bû. zyatir hoy cexar û pejarey nedîtnewey karmamzekey bû.

taze xewî lêkewtibû ke be dengî derke řast bowe. be xoy gut:

- debê kê bê?

hełsita hate ḧewşe û heray kird:

- kêye?

- emnim, kwêxa emer.

zorî pê seyr bû. debê kwêxa emer çi karêkî pêybê!? leweta mam birzû koçî dwayî kirdibû, kwêxa emer dergay lê nekirdibowe. hemû carêş ke nardibûye xwazbênîy mamz, cwabî kirdibû. edî ewe debê çi qewmabê!? be pele gutî:

- ewe hatim.

derkey kirdewe. pêş ewey kwêxa emer qiseyekî bika siławî kird û gutî:

- fermû jûr, xêre îşałła!? ewe çone webîrit hatûmewe, ewîş bew direnganey?

- xêr debê îşałła.

kwêxa emer ewey gut û xoy le jûrê řakird û derkey le xoy pêweda û be espayî gutî:

- wirya gyan! karêkî girîngim bo hatote pêş, debê yarîdem bidey!

wirya ke hemîşe be awatewe bû kwêxa emer karêkî pêybê û be hîway eme ke beşkem diłî nerim bê û mamzî bidatê, be pêkenînewe gutî:

- serim le řêdaye. her karêkit bê be gyan û dił le xizmet dam.

- dezanî birayekim heye kwêxay «qełakon» e. nawî «kwêxa xile» ye. nameyeke debê her emşo be destî biga. emnîş boxot dezanî kuřim nîye, çit lê bişarmewe, le kes diłnya nîm, eweye ke wîstim le to dawa bikem zeḧmetekey we esto bigrî û bom bigeyenî; zor dûr nîye se’ateřêyeke.

- be çawan. zeḧmet nîye. her êsta weřêdekewm. çend caran çûme qełakon, şarezay řêgam, bo ewey zûş bigemê be «dołeşîn» da deçim.

ewey gut û be pele cilubergî leber kird û saz bû. katê kwêxa emer namekeydaye, pêygut:

- leberit mirim kes nabê lêt bizanê!

- megîm gił lêm bibîsê.

kwêxa emer be şadîyewe geřayewe. pêy wa nebû wirya xwêndewar bê, çunke le mawey dû sałî řabirdûda xoy be nexwêndewar nasandibû.

katê wirya kanîperî berew qełakon cê dehêşt, le tarîkayî şewda dû kesî dîke be bîruřayekî şeytanîyewe, çekdarane le dê weder kewtin.