6

Li pirtûka:
Karmamz
Berhema:
Elî Ḧesenyanî (1939-1992)
 4 Xulek  872 Dîtin

kwêxa emer, ew gurkey le pêstî meřda bû, seferêkî şarî bo hate pêş. kiřînî hêndêk şimekî kirdibû byanû. kes neydezanî çî le barandaye. legeł çend kesan weřêkewtin. le şar, xoy le hawřêyekanî dizêwe û be dizedze xoy le yaneyekî řakird. «yaney casûsî», lewê zoryan řû daye, hemû deyannasî, pyawî xoyan bû. zor karî dijî gelîyan pê sipardibû, ewîş be meylewe cêbecêy kirdibûn. le dîwî serokî yanekeda pyawêkî dîkeşî lêbû be nawî «ḧemedempel». ḧeme be řwałet kabrayekî mend û leserxo û feqîroke bû, bełam eger le tayekî terazûyan naba û kwêxa emerîşyan le tayekî dî, bedfeřî û xirapeyan beramber û hawseng dehatewe.

«serok» be fîzewe le pişt mîzêk danîştibû. be kwêxa emerî gut:

- kak ḧeme yekêk le hawkare benirxekanî êmeye, bełam giriftarîyekî bo pêş hatuwe, le tom dewê yarîdey bidey.

kwêxa emer çawêkî kiřyaraney le ḧemedempel kird û be zimanlûsîyewe gutî:

- her karêkim le dest bê kotayî nakem.

serok gutî:

- kak ḧeme le nawçey xoyda zorî xizmet be ême kirduwe, bełam qederêke le layen çetekanewe nasrawe (çete, wişeyek bû ke le layen dewłet û mûçexorekanîyewe be pêşmergekan degutra.) û ewa çend řojêke małî hatote şar. çend car wîstûyane le nêwî berin, bełam bextî yar buwe û weber nehatuwe. êsta wam pê başe małekey lêreş biřwa, ca eger eto bot deguncê bîbe bo gundekey xotan ta bizanîn çon debê. dyare bo yektir debne hawkarêkî baş.

kwêxa emer řûy le ḧeme kird û pirsî:

- kake gyan! çend ser xêzanin?

- zor nîn. tenya xuşkêkî ’ezebim heye ke binawanme.

kwêxa emer nûrî hîway le diłda geřa û qisekey qostewe û pirsî:

- edî jinit nîye?

- nexêr. dû carim jin hênawe mindałim nebuwe, emnîş telaqim dawin. xuşkîşim leber ewey kes nîye xizmetim bika be şû nedawe.

kwêxa emer tewaw diłnya bû ke detwanê be amancî biga û xuşkî ḧemedempelî bixiwazê. dyar bû ew sewdaye be fîda kirdinî mamz tewaw debû.

kwêxa emer wek řawkerêkî nêçîrî dîbê û neyhewê le destî bida, dway hatne der le yaney casûsî legeł ḧemedempel çûn małekeyan têkewe pêça û berew kanîperî weřêkewtin.

«tara» y xuşkî ḧemedempel kîjêk bû bałaberz, kêlgerdin, çawbełek, cwan û xwênşîrin û leber diłan. kwêxa emer her ke çawî pêkewt diłêk na, sed dił gîrodey bû, bełam tara her le xowe qînî lêhełista. le diłî xoyda ewî legeł kakî hełsengand û be xoy gut:

- emeş le kakim namênêtewe. wek yek xwênyan le çawan debarê. řaste ke dełên: «dîze deglê derxoney debînêtewe.»

le řêgada tara gwêy le qisey kwêxa emer û kakî bû ke kwêxa emer pêy degut:

- emnîş řebenim. kiçêk nebê kesim nîye. kiçekem katî mêrd kirdinyetî, bełam leber eme ke binawanêkim nîye ta êsta be şûm nedawe.

be bîstinî ew qisane diłî tara daçłeka. leber çawî bû ke kakî jin be jiney pêdeka. ca hêndey dî řiqî le kakî û le kwêxa emer hełsita û leberxoyewe gutî:

- xudaye! penam bo hênay. bimparêze!

katêk geyştine kanîperî, kwêxa emer le małe xoy dîwêkî pêdan û her le yekem řojda pêşnyarî jin be jiney be ḧemedempel kird. ḧemedempelîş ke mamzî dîbû le xuday dewîst.

mamz û tara zoryan yektir xoş wîst. herdûkyan pirêskey diłyan bo yek kirdewe û mamz le dest bawkî û tara le çing kakî xwênyan hełřişit.

kwîxa emer deyzanî ke wirya berhełistî řêgayane, ewe bû ke be hawdestîy ḧemedempel, be nihênî nexşey lenêwbirdinyan kêşa.