4

Li pirtûka:
Karmamz
Berhema:
Elî Ḧesenyanî (1939-1992)
 3 Xulek  916 Dîtin

mamz le małe bawkî - ke be małe xoy nedezanî - her řojey be sałêkî lê řadebird. zimanpîsîy bawkî tûře û tosnî, małekey lêkirdibû be dawî całcałûke. legeł eweş řoj be řoj cwantir û lebartir û xwênşîrintir debû. nawbangî cwanî û têgeyştûyî bo henderan çûbû. gułêk bû kewtibû nêw estêrêkî lîxnewe. ta boy hełdekewt deçû bo lay yay guł û pereng û pirêskey diłî bo ewan dekirdewe û ewanîş wek dayk û xuşkêkî baş hawderdîyan legeł dekird û gułî hîwayan le diłda dexemłand.

yekem car ke le ser kanî çawî be wirya kewt çîrokî «kuře karwanî» yay gułî webîr hatewe ke kiçêkî cwan le dawî dêwêkî dekewê û bo ewey řaneka, dêweke le qefesêkî şûşeyî denê, bełam kuře karwanîyek ke gîrodey debê weşwênî dekewê û le ser dundêk be hewayekî xembarane tê hełdeka:

xom kuře karwanî, dił hełwedaye
yarkołekey xom, le bendîdaye
diłim le swêyan şêt û şeydaye
 
xom kuře karwanî, hatûm le řêwe
kewyarî cwanim, yexsîrî dêwe
dełên řeng zerd û mat û peşêwe
 
xom kuře karwanî emřo bar dekem
le çya û řewezan bangî yar dekem
bełênim dawe yar řizgar dekem
 
xom kuře karwanî hatûm le řêy dûr
kejałim debem berew şarî nûr
małî bo dekem le xiştî bilûr

axrî deçête nêw eşkewtekewe. dêweke xewî lêdekewê. kuře karwanî be derfetî dezanê û kûlekey řûḧî dêwe deşkênê û kiçe řizgar deka û legeł xoy deyba bo şarêkî piř le nûr û xoşî û le nêw baxêkî piř le gułda koşkêkî bilûrî bo saz deka û be şadî jyan řadebwêrin.

mamz xoy le cêgay kiçe yexsîrekey dana û wiryaşî kirde kuře karwanî û le nêw diłîda gutî:

- xudaye! to bikey «wirya» min le çing bawkim řizgar bika... .

ewdem hêşta çarde sałî tewaw nekirdibû. dû sał lew kate řadebird, hemîşe be xoy degut:

- edî kengê wirya dergay zîndanî min têkdeşkênê, legeł xoy demba bo şarî nûr û xoşî?

katêk zor diłteng debû û xem daydegirt řêgay gořistanî degirte ber û bo maweyek legeł giłkoy daykî cwanemergî sikałay dekird û firmêskî deřişt; le geřaneweda hestî dekird barî pejarey sûk buwe.

řojêk le ber bêłaye řawestabû ke dîtî pereng be pêkenînewe bo lay dê, zanî ke debê hewałêkî xoşî pêbê.

pereng xwazbênîkerî bo hatbû. «samřend» ew kuřey ke lemêj bû yektiryan xoş dewîst. dayk û xałîşî samrendyan pê kuřêkî baş û kasb bû, bew bonewe «pereng» yan pêşkêş kirdibû.

mamzîş be bîstinî ew hewałe şad bû û daway bextewerî bo kird. perengîş gutî:

- îşała etoş legeł wirya pêkdebřên.

mamz bizeyekî hatê û henaseyekî hełkêşa. henasey tase û nahumêdî. ber lewe ke pereng lêy cya bêtewe qeraryan dana sibeynê legeł çend kîjî dîke biçne řêwasan.