3

Li pirtûka:
Karmamz
Berhema:
Elî Ḧesenyanî (1939-1992)
 3 Xulek  863 Dîtin

wirya çayekî xwardewe û be çîlkeyekî jîlemoy awirgekey lêkda. dyar bû derdêkî nihênî azarî deda. wek řêbwarêkî naşareza ke bigate dûřêyan, serî lê şêwabû û neydezanî kam řêga bigrête ber. kanîperî û mamz be cê bihêłê û biçêtewe mełbendî xoy û dirêje be xebatî xoy bida yan řawestê ta karî mamz yeksere debê û ew dem be yekewe biřonewe. bê îxtyar gutî:

- tek małit şêwê kwêxa emer, exir mamzim bo nadeyey?!

dû caran nardibûye ser mamz, bełam kwêxa emer pełpî lêgirtibû û gutbûy:

- mamzî be jin dedem. exir emnîş binawanêkim pêdewê. xo wirya kesî nîye jin be jinem legeł bika!

mamz ke dîtbûy bawkî be hîç çeşnêk řazî nabê, daway le wirya kirdibû hełîgrê, bełam wirya le wełamîda gutbûy:

- qederêkî dîke řaweste bawkit axrî řazî debê.

dyar bû ew qisaney bo diłxoşî mamz degut, dena deyzanî kwîxa emer hergîz mil nada.

wirya serî sûř mabû, neydezanî çi bika. le nêwan dû ewînda mabowe: ewînî gelekey ke xebat bo nîştimanî be erkî xoy dezanî û ewînî mamzî bêkes ke çawî humêdî lew biřîbû. mamz deyzanî ke beserhatî wirya çone û çi amancêkî heye. bew hoyewe bełênî pêdabû ke şan be şanî xebat bika.

wirya le mawey aşnayî legeł mamizda twanîbûy řûnî bikatewe û zor şitî fêr bika. mamz îdî kîjêkî çaw û gwê bestirawî ladêyî dûreşar nebû, deyzanî kurde. deyzanî gele çewsawekey le ḧałî řabûn û řapeřîndaye. deyzanî mafî gelekey çîye. deyzanî le komełî kurdewarîda çi sitemêk le jinan dekirê. deyzanî řêgay çînî zeḧmetkêş û kirêkar û cûtyar le řêgay dewłemend û çewsêner cyaye û zor şitî dîke fêr bibû. ewe bû ke wirya neydetwanî be sûk û sanî çawî lê bipoşê û be cêy bihêłê. mamzêkî boxoy perwerdey kirdibû û piř be dił û gyanî xoşî dewîst û ogrî bibû. mamzêkî lew dinya berberîneda tenya wiryay şik debird û hîçî dî.

ewê řojê wirya ewendey fîkir kirdibowe kas bibû, serî lê estûr bibû. naçar hełsita be awî kitrîyekey agirekey kujandewe û îstîkan û jêrpyałekey têkewe pêça û meřekanî berew awayî wepêş xoy da.