lew seḧer cewlan didit bayê sebayê rast û çep

Li pirtûka:
Dîwanî Melay Cizîrî
Berhema:
Melay Cizîrî (1570-1640)
 2 Xulek  1128 Dîtin
lew seḧer cewlan didit bayê sebayê rast û çep
sosin û sunbul bi mestî bên semayê rast û çep
da ji miḧraba du nûnan secde bit eswed-ḧecer
dil bi mîzan mahê new ebrû numayê rast û çep
dil ji biska filfilîn bû fir dida xala syah
şehperê zulfa şepalê dalê dayê rast û çep
’alemek wêranê zulfên te ji rengê ’enberê
çerx û perwazê didin carek li bayê rast û çep
xencer û tîr û teber barîn şubih berq û birûsk
misryan lam’ ji elmasan didayê rast û çep
teyrik û ’iqid û şerab û netirk û berg û wereq
her bi lerz û cezbeyên yaqûtê tayê rast û çep
bişkoyên benda girîbanê ji rengê kewkeban
berq û tîr û jîn ji xurşîdê vedayê rast û çep
kewkeb û qewsê qezeḧ lû’lû’ê benda ḧeyderî
tên tewafa zulf û xalên dilrubayê rast û çep
dil dixiwînit zulf û xalan dêm û balayên ji nûr
her bi qanûn mujdeya ẍeybê ji nayê rast û çep
zengîyan cewşen vebestin pêşberê coqa ḧebeş
daberistin yek bi yek çûn ber lwayê rast û çep
çingaçniga bişkowan awaz û dengê zergowan
sed melayk guh didin ber wê newayê rast û çep
lew ji ’işqa wê dinaln bazin û berg û wereq
cezbeya dil min ji remza wan gihayê rast û çep
zuhre û ’iqda sureyyayê di şerqê keşşifîn
leyletu li-qedrê ji meẍirb perde dayê rast û çep
zuhrerengê mah û xurşîdê ji bala wê numa
lew du kewkeb çûne vê ra istiwayê rast û çep
bête eywanê ji xelwê ḧorîya qudsî-sirişt
sed hezaran ḧorî qudsî tên liqayê rast û çep
ma melaNasnava edebîyî ez lebê le’il abê ḧeywan bit nesîb
qudsîyan ragirtîn destê du’ayê rast û çep