macd řoḧanî û binemałey
Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
1 Xulek
914 Dîtin
bûme aşnay małî macîd. detwanim biłêm małî exlaqberzin; ke de pêşda hîç çawenořî nebûm xełkî sine małî awa exlaqberz û kurdiperweryan têda hełkewê. birayanî macîd hemûy pyawî hełbijarden. daykî jinêkî zor keyxudaye û pyaw şermî lê deka. bawkî (babe şêxî řoḧanî) melayekî zor zanaye. çil sałe wek serbazêkî gumnam serî lê daxsituwe û ḧewlî dawe nawdaranî kurd le tarîxda ko katewe û sîfrêkî zor gerwey pêkewe nawe. eger gelî kurd qedrî xizmetkaranî xoy bizanê, beřastî debê ewpeřî qedrî ew pyawe bigrê.