çûnî şa bo cezayr û peyamî nesîrî bo ême

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  917 Dîtin

gutim: kake! karî řadyom yekcar zore, biřwaş be qewl û bełênî şa nakem. hergîz naçmewe.

gutî: axir min qewlim dawe ke degeł xom biçyewe û le řabirdût nepirsinewe.

gutim: kake! her ga xot çûyewe minîş degełit dêm. bełam êsta kar becê nahêłim.

le mangî befranbarî sałî 1975da -nazanim kam řoj bû- barzanî dehate taran, gutî toş degeł xom were! hênamye wirmê, çawim be seyadyan kewt. kurdêkî kirmaşanî bû; ke gutî: bełê, meraḧmî milûkane toy girtotewe; êsta azadî! gutim: bew şerte sawak mawak le sabłaẍ lêm nepirsin.

- na, xatircem be! her êsta ke çûy ba sawak bitbînin. îtir kes taze bast naka.

degeł dû sawakî nardyanmewe mehabad. çûme îdarey sawak, «serheng řeşîdî» naw ře’îsî sawakî mehabad bû; telefonî le kulîcî kird ke were karêkî girîngim pêt heye. ke minî dît girya... degełya hatmewe mał. dway wa bizanim sê řoj çûmewe wirmê. degeł mela mistefa û çendêk le hewałanî hatîne taran; le cêgeyek dabezîn ke başgay sawak û cêgey mîwanî xarcî bû be nawî «şyan»; lewpeřî řojhełatî taran. małî «jineřał nesîrî»y serokî bałay sawak le nizîkî ewê bû. dû kesî sawakî, yek be nawî «emanî» ke birîkarî nesîrî bû, yekî tirîş be nawî «kîseçî» hemîşe laman bûn. emanî pyawêkî ser û řû xoş bû; zorî min dedwand. řojêk pirsîm: nesîrî le pêş tawhełatda deřwa. xwa ẍezebî lê girtuwe ke têr naxewê?!

gutî: na, nesîrî be naw mi’awnî serokwezîre, bełam serokwezîr (hweyda) le małe xoy dernakewê ta nesîrî neçî le şawe destûratî karî řojane wernegrê û pêy nedat. ca nesîrî deçête małî şa, ke le xew xeberî bowe, destûratî lê werdegrê û deçête małî hweyda pêy řadegeyenê...

karman her xwardin û nûstin bû. carêk barzanî û duktur meḧmûd çûne lay şa.

xeberman wergirt ke şa deçête «cezayr». şewêk jinerał nesîrî hate lay barzanî, wek hemîşe maçî kird û danîşt û zor qisey xoşî kird. lepiř hełîdaye gut: bîstûmane ’êraq mûşekî way le řûsya wergirtuwe ke no mîtir dirêje; hîçtan nahêłn û qirtan deken! duktur meḧmûd gutî: ême fêre mirdin bûyn; lew şitane natirsîn!

gutî:duktur to nazanî qise bikey! e’laḧezretîş hîç keyfî be qisey to nehatuwe. min hatûm şitêktan pê řabgeyenim: êranî şahenşahî be sedha hezar dolarî yarîdey şořş dawe. be çek û serbazî xoşman hatûyne yarîdetan. êwe hîç behretan pêwe nemawe. gewrekanî leşkirtan hemû dizin; her xerîkî gîrfanî xoyanin; çend carman gutuwe «ḧeso mîrxan», «’elî şe’ban», «řeşîd sindî» û kê û kê diz û xaynin be şořş;