çonawçon hatmewe bo êran

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 5 Xulek  960 Dîtin

ca bizanîn min ke nizîkey sî sał zeḧmetim kêşawe û ewîş zeḧmetî ferhad, çim lê sêndirabû: heşt hezar û şeşsed dînarî ’êraqî, çwarsed misqał zêř û xişłî jin, piřî şeş wetaẍ mafûrey êranî, kitêbxanekem ke baweř ke qet be milyon dînarîşim nededa. ew hemû sałe kitêbî hełbijardem we ser yek nabû. cige le ’erebî û farsî û turkî û azerî, herçî be kurdî le estembûł û ’êraq û sûrya çap kirabû. hembû. dûsed û bîst û heşt ciłd her şerefnamey dest lê nedrawim hebû. dyarî û cayzey meqalat û ew hemû ’ekse yadgarîyane û xulase bayî nizîkey dwazde hezar dînar û xanûyêkî «îskan» ke tenya qîstî pênc sałî mabû, telefîzyon û çend řadyo, fiřgazî îtalî û cilşor û hemû kelupelî małî teyar û sazî şaristanî, moblî here çak, hemûy le se’atêkî nîweşewda musadere kira. ca çon jinêk be xwênî dił şerîkî peydabûnî ew hemû darayîye buwe û degeł geskêkîş ’elaqey diłî zore, lepiř bibînê hatotewe ser sîfir û dest betał û nanî penahendeyîy êranî bixiwa, xemgîn nabê?! bełam çar çîye?... dełên «cuneydî beẍdadî» we’zî deda, serî kuřekeyan biřîbû, le kołanewe xistyane naw koşî. gutî: «ew mencełey min ser agirim nabû, debwaye kelakêkî ’ezîzî têda bikułê...».

dawakirdinî azadîy kurdistan le mencełî cuneyd gerimtir bû; darayîy minîşî têda kuła û hela hela bû. ba nahumêd nebîn; eger le êranewe hełatim, pêncised û şeş timenim pê bû. eger mał û mindałim bo hatin, şeş timenim hebû. bełam dûkanêkî ’ekasîşim şik debird. le paş dewłemend bûn, êsta şeş timenekeş şik nabeyn! ew mela ḧesen barzanîyey bibuwe sebebî małwêranîy min, her be’sîy girtyan û î’damyan kird. jinekeşî be gwêpçir gwêpçir xoy geyandewe řûsya.

řêgay şaran nemabû. teyrîş neydewêra hatuço bika. řojêk lew naxoşîye gewreda «kerîm nestanî» - ke pêşmergeyekî êranî û zor aza bû - le ḧacî omeran peyda bû.

- kerîm to le koye dejî, çonit wêrawe bêy û bigeye êre û bo çî hatûy?

gutî: min carubare qaçaẍyetî dekem û be kwêre řêgayanda xom le caş û serbaz deşarmewe. miḧemmed mewlûd (mem) bîst dînarî ḧeqî řêge dawmetê ke sed û bîst dînar pûł bo to bênim. zanîwye małit hemû dagîr kirawe û êsta be destengî le çya mawyewe.

lew pyawetîye ke hîç temaḧî dinyayî têda řeçaw nekirawe û lew lêqewmane sexteda, biraderêkî dest kurt awa dostî xoy lebîr neçûbêtewe; giryanim hat... ca çon nełêm aferîm merdayetîy řast! çon hezar dostî ziman xoş û le kirdarî pyawane be dûr, bequrbanî dostêkî wa nekem?...

xêwetêkman peyda kird. małe mela mistefa danewêłe û kelupelyan bo nardîn û jyanman damezrandewe. hemû řoj teyareman dehate ser. me’sûm lewe detirsa min berkewm ke xom naşarmewe; naçarî dekirdim ke heta min xom pena nedem ewîş xoy neşarêtewe. serma hatbû. małman birde çoman; le xanûyêkda dejyayn.

şeřî emcare zor bêřuḧmanetir bû. hemû řoj hemû awedanîy bombaran dekiran. řoj nebû çend kesêk leber çawman nekujrê. min dîsan her le ser řadyoy kurdî karim dekird. jyan le çoman zor dijwar bû; detirsam xanuweke û mindałekanim weber bombayek kewn. naçar gutim biçne sabłaẍ û mîwanî seyîd ’ebdułłay kulîcî bin! eger wêray řatangirê, bimênnewe. ew řenge bitwanê le girtin řizgartan ka. bełam ’ebdułłay biram hîçî bo nakirê û lewaneye xoşî tûşî gêçełî sawak bêt. be řojêkî zor sardî zistanî nardimnewe. çûbûne małî seyîd ’ebdułła. çûbuwe wirmê gutbûy: hejar xizmî mine! mindałî hatûn mîwanmin. eger řayannegirim abřûm deçê û debê lem şare bar kem. gutbûyan hîç qeydî nîye; ba mîwanit bin! tebeqey dûhemî xanuwekey xoy be hemû espabêkewe dabûnê û ewpeřî pyawetîy nwandibû.

hêştan her payîz bû, barzanî le seferêkî taran geřabowe; gutî: degeł şa derbarey to dwawim ke çend sałe dostî mine û hawkarîy kirdûm û debê bibexşirê. şa qewlî dawe ke perwendeket nekewête kar û ta xirape degeł êran neka û gunahî dijî dewłetî şahenşahî lê řû neda, basî nekirê û ba bêtewe êran. de îsta xot ḧazir ke! biço wirmê û xot be «seyadyan» binasêne!