çend bîrewerîy ew wiłate

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  720 Dîtin

beyanî be naw şarî bakoyanda gêřayn. şew mîwanî serokî akadîmîy azerbaycan bûyn, ’elî gelawêjim lewê dîtewe. gutî qerare be wadey çwar sał tarîxî abûrîy azerbaycan binûsmewe. bo yekemcar mîwey «xurmalû»m dît; gutim ta leber çawim neyxon naxom!

ře’îsî ’erebekan milî lewe nabû ke xanuwekey ře’îsî akadîmî naxoşe! ḧiqûqtan çende? ême le ’êraq zor xoştir dejîn! ke lew cêgeyeda ew qisane zor eḧmeqane bû; pyaw şermî dekird. le xwaḧafîzîda min gutim: supas bo xanmî xanexwê ke ew çêşte xoşaney lênawe û zeḧmetî ew twanî waman bexêw ka.

xanim gutî: de naw hemuwanda tenya ew pyawe dezanê dełê çî. manay heye min her le beyanîyewe zeḧmet bikêşim, be pyawan biłên memnûn?!

le beyanîyekî zor sardî şewî dûhemda hatînewe mosko. duktur kemal ’erîzeyekî dabû ke çend řojêk deyewê mitała bika û çend esnadêk řûnûs bika. qibûł kira ke kemal û min bîst řojî tir le mosko bimênînewe û mîwan bîn. ew řoje çûyne bazař û birdyanîne dîdenî «mozle» (aramgay lînîn). mamosta se’îd cemîlêkî pîrman degeł bû her deygut: ew kafre xudanenase řûsane!... řawestabûyn; befir debarî; ta noreman dê biçîne ser qebrî lînîn. çûme tenîştî gutim: ustad xuda zyaretit qibûł bika û nyazit pêk bênê!

’ereb řoynewe û degeł kemal maynewe û çûyne utêlêkî tir. degeł fetḧî degeřam, deçûme małî, şewane deçûyne řistûran pêkewe.

řojêk degeł kemal çûyne dîdenî «ẍefûrof». şerefnamekey lepêş bû; zorî aferîm lê kirdim. gutî: hejar be qisem bike wire mosko! xanût bo werdegirim. lem enistîtoye karman bo to zor debê. nexwaze ke zanîwme ’erebî û farsî û kurdî çak dezanî. mindałit zor baş dexwênin; xoşt zor baş beřê deçî. her êsta ba xeber binêrim mał û mindałeket bêne mosko. to meçowe!

gutim: zor supast dekem; bełam ta mela mistefa minî bwê, lêy dûr nakewmewe. eger pêm biłê, dêm û pêm xoşe.

kemal řoyşit bo sałonî kitêb xwêndinewe. ẍefûrof farsî ziman bû; tacîk bû. cige le serokayetîy em enistîtoye, le mektebî syasîy ḧîzbî komonîstî şorewî endamêkî bała bû. lewane bû ke le kirmilîn dejîn. kursîyekî hêna pêş û gutî: hejar! min zor dostî barzanîm. le mektebî syasîy ḧîzbida dostî hen; bełam heşin ke naxoşyan dewê. êsta qazancî şorewî lewedaye ke hîç kêşe le ’êraqda nebê. ca ke ’êraq daway kirduwe cebheyekî yekgirtû lenêwan ḧîzbî be’is, ḧîzbî şyû’î û ḧîzbî partîy barzanîda pêk bêt, be mesłeḧetî syasetî bałay şorewîye. le ziman minewe be barzanî biłê xo negrê û biçête ew cebhewe.