daway ẍefûrof bo manewem le mosko

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  974 Dîtin

katê deçûyne gundî kurdekan û seyrî nîşane yadgarîyekeman dekird, ałay turkan le damênî araratewe dyar bû. hîçim bo nemabû, dû cinêwî ser be kułkem be cisin û řegezî turk da!

zoryan dyarîy damê ke le giştyan ’ezîztir dû tabloy berciste bû, dîmenî herdûk çyay araratî piř le befrî denwand.

êwarewexte, le yerîwanewe çûyne bako. şew geyştîn û ’erebekanîş hatbûn. «duktur qadrî aso» û mał û mindałekanî û jinî ’elî gelawêj zû zanîbûyan û hatne bexêrhênanim. lebîrim çû biłêm: her ke geyştîne mosko, kone defterêkî çarde sał lewe pêşim birdibû, adrêsî fetḧî xuşkinabî têda bû. telefonman kird, jinêk cwabî dawe ke zor sałe lêre nemawe, bełam adrêsî tazeyan ew ژماە telefoneye. telefonim lê kird:

- fetḧîy demnasî?

- çonit binasim? to kêy?

- fikir bikewe!

- be xwa hejarêkim denasî bełam nazanim le kwê gořî gum buwe! dengit tozêk lew deka!

- were le fiłan utêlim. emma eger hatî çonit binasmewe?

- wek caran dirêjim! řîşim sipîy buwe; kiławêkî qûçî borim be sereweye.

hat û bepele birdimyewe małe xoy. jinî azerbaycanîy nemabû; jinî řûsîy hênabû. le enistîtoy řojhełatnasî le beşî tarîx damezrabû. xanûy le mosko dirabûye û zor saz bû.

gutî îsma’îl ke le tewrêz hewałman buwe le bakoye; ba telefonî bo bikem. lêy pirsî: simayl çonî? çi dekey? gutî; hejarim we bîr hatotewe; degrîm û ḧałim nîye! zor řêkewtêkî seyr bû. gutî: emřo hejar hatote małe min; ha qisey degeł bike!

ca ew şewe her geyme bako, tewaw le utêl turîst neḧesabûmewe, îsma’îl hat:

- ba biřoyn bo małî ême.

řeḧîm qazî telefonî kird û biřêk koxî:

- hejar min nexoşim; nemtiwanî bêm. to were û daykîşim lêreye!

- řeḧîm min jin nahênim! daykit bide be yekî tir!

degeł simayl çûyne małî řeḧîm. neyhêşt bend bim; birdimye małe xoy. kîjêkî be nawî «ferzane»y hebû; mosîqay zor xoşî bo lêdayn.

bedaxewe bîstimewe ke simayl cwanemerg buwe! azerbaycanîyekî xełkî selmas bû.

bîstimewe ke pirofsor «ce’fer xendan» mirduwe.