dawet le layen akadîmîy ’ilûmî şorewîyewe

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 4 Xulek  1065 Dîtin

mangê sed dînar baznişistegî, bîst û pênc dînar ḧeqî endametîy kara le kořda, le her celseyekî heftaneda sê dînar heqî kobûnewey dû se’ate, sereřay ewaneş tercemey kitêbî dersî kurdî - ke yekêk bûm le sê kesî pişkinî here bała - fořmey kitêb şêst dînar dedra; dahatim yekcar zor bû. le sałêkda lêkim dayewe pitir le ḧewsed dînarim her małyatî deramed dabû. zor dewłemend bibûm. zêřî jinan û pûłî neẍdim zor bû. hemû şit herzan. mixarîc kem, deramed zor. bewpeřî teselî dejyam û be hemû twana yarmetîy dostanî deskurtî xom dekird. em îḧtirame zore û dahate zyadîye û beşda bûnim le hemû karubarî edebî û tercemeda, bibuwe mayey ḧesûdî û êreyî zor kesî ’êraqî ke be naw zana bûn û degeł minyan dernebird: «çon kurdêkî êranî le kurdî ’êraqî bebrewtir bê?!...». zor kes le xořa dejayetîyan dekirdim. duktur ’îzeddîn mistefa her le xowe bibuwe dujminim. tenanet xeberî be ḧikûmet deda ke êranîye û debê bîgirin! bełam leber mela mistefa parêzrabûm.

katê şerefnamem amadey çap dekird be duktur marf xeznedarim gut: to şeş sał le lînîngirad řûsît xwênduwe; pêşekîyekî xanim «yevgîna wasîlîva» be řûsî leser şerefnamey tercemey řûsî nûsrawe; bêzeḧmet bom bixiwênewe ta eger şitêkî tazey têda bê neqłî bikem.

- başe, ca ewe çîye? hemût bo terceme dekem.

neharêk de’wetim kird, herçî kirdî neytiwanî dû dêř bixiwênêtewe.

- duktur gyan dyare be şeş sał fêrî řûsî xwêndineweş nebûy!

kemal mezher boy terceme kirdim.

řojêk «duktur kawis qeftan» de’wetî kak mes’ûd miḧemmed û kemal û minî kirdibû. gutî: hejar! dezanê min le kurdî nûsînda çend zebir bedestim.

gutim: kake! ta neçûbûye řûsya baş bûy. leweta hatûyewe ’esłen kurdî nazanî û şayetim ew dastananeye ke nûsîwtin.

ke le de’weteke derçûyn, kak mes’ûd miḧemmed fermûy:

- hejar to mucamele û te’arf nazanî! nedebû eme be kawis qeftan biłêy.

- kake mes’ûd! min řûbînî û mucamele be nîfaq dezanim. emeş nezeryey xome. řenge paş penca sałêk me’lûm bibê ke mucameleş her nîfaq û dûřûyye...

řojêk le komełî dirasatî kurdî bûm. gwêm lê bû «řesûł hawar» - ke şa’îrêke - le jûrêkî tir be mudîrî degut: mamosta ’ebdułła şalî! segbabî waman lê peyda bûn dełên debê kurdî le şwan û řenicberî nexwêndewar fêr bin! edî çend sałe ême çîman kirduwe? çon zimane edebîyekeman terk bikeyn û şwên werzêř û gawanan kewîn?! ke ew cwêney degeł min bû. hemîşe min şeřî ewanem dekird ke zimanî pakî kurdî têk deden û dane be dane ’erebîy werdegêřn û ewîş be îştîbay nezanî xoyan... gałtem pê dekirdin. leber ewe zoryan zor řiqyan le min debowe. nebezînim le beranber ew nezane xo be zana nasane serencam karêkî way kirdibû ke zoryan bîr le ḧałî xoyan û qisey min bikenewe û egerçî xirapeyan degutim, bêne ser qisekanim. pêm waye lew şeř û herayaneda twanîm ta endazeyekî baş geşe be zimaneke û nûsînî kurdî bidem.

carêk le cengey eweda ke «’îzeddîn» le hemû cê dijî min dedwa, tûşim hat. zor be řûy xoş dwandimî, gutî: mamosta! eger min û to yek bîn û yarîdey yektir bideyn kesman pê nawêrê; ba bibîne dost.