ferdînand mîş

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  749 Dîtin

ḧewt řojî kongire nanî nîweřojeman le ser sorbon bû; deçûyne řistûranêk û pareman nededa. řojêk ke le řistûran hatme der, «ferdînand mîş» çawenořî dekirdim. yektirman maç kird û le qawexane danîştîn. ferdînand mîş lawêkî xełkî «luksemburk» bû; zor ’aşiqe kurd û kurdî bû. çend carêk le şořş dîbûm. kirmancî weha degut kes neydezanî kurd nîye. tenanet carêk gutî: êwe ke pêşmergem řegeł dexen bo sefer, hîç xizmetim naken û cwabim nadenewe; çunke layan waye minîş kurdêkim wek ewan! ew lawe çûbuwe kurdistanî turkye; cendirme girtibûyan; birdibûyan le zîndanî wanda ḧebsyan kirdibû. kurdî zîndanîyan lê fêr kirdibû ke ewe kafre! lêyden xêre! kurdekan zoryan lêdabû; piştyan şikandibû. bextî ew, zîndanîyekanî kurd dû destey dij be yekin. destekey tir le řiqî ewane, leseryan kirdotewe û paraztûyane. bo çî gîrawe? çunke çend kitêbêkî kurdî lê gîrawe. le paşan ke zanîwye kes be dengyewe naye, nameyekî be îngilîsî le estandarî «wan» nûsîwe: êwe mintan girtuwe, nazanin min kêm. şerit bê wa bikem dewłetî gewrey min bezmî segtan pê bika! deygut: wa dyar bû estandar neydezanî luksemburg le dewłete gewrekan nîye û nifûsî be ḧał degate çwarsed hezar. tirsa û ’uzrî lê xwastimewe û beryan dam. hatmewe luksemburg şikayetim lay wezîrî derewe kird. wezîrekeman - berazeke mezne! - gutî to kêşeman bo saz dekey! sałê bayîy nîw milyon dolar sewda û mamłeman degeł turk heye. kengê ew kurdey to dełêy mezłûmin twanyan sałî bayîy şeşsed hezar dolar mamłeman degeł biken, dełêm heqte û leserit we cwab dêyn...