ḧewt řoj kongire û çend pyawî gewre

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 6 Xulek  913 Dîtin

kongire bo ḧewt řoj damezra. le hemû dinyawe zanayanî řojhełatnas hatbûn. şikłî zor seyrit dedî. îwa hebû kirasêkî awdamanî sûr be řengî xwên de berda, pêxwas, serqijin! hî wa hebû beşî bermałî mizgewtêkî kirdibuwe mêzer! keşîşêk hebû be nawî «tomabwa», çend sałan le lubnan jyabû; ’erebîy baş dezanî. le layen zanayanî feřansîyewe zor beqedir bû. ew pyawe çend sał bû jyanî xoy bo xizmet û yarîdedanî gelî bedbext û kiłołî kurd terxan kirdibû; çendîn kitêbî nûsîbû; le naw ’almanî dereweşda nawbangî hebû. pîrêk bû řîş sipî, zor cwan û be ser û sîma. kilîsayekî be destewe bû le parîsda. ew pyawe çake xoy lê kirdin be kesukar. «pirofîsor lazar» naw ke le sorbonda zor destî deřoyşit û zor pyawmaqûł bû; farsîşî dezanî, be řaspêrî «tomabwa» qewlî pêdayn ke karêkî wa bika êmeş bitwanîn xoman wek gelêkî serbexo nîşan bideyn. ême nwênerî hîç dewłetêk nebûn. gelî kurd le hîç dinyaye be řesmî nenasrawe; heqman nîye be nawî ’êraq ya êran qise bikeyn; ke řojhełatnasanî turk û êranî û ’êraqîşî lê bûn. bełam nifûzî keşe «tomabwa» û mandûbûnî «coys» û bezey «pirofîsor lazar» beranber be kurd, karêkyan kird ke řojêk le se’at nořa ta dwazde, celseyekî be tenya taybetî kurd řêk bixrê û hawarî kurd bikirê. ḧewlman da ta bitwanîn zanayanî kurdî zor lê ko keynewe ke qedrêkî pitrî hebê. gutyan «duktur kamran ’alî bedirxan» le cenûbî feřansaye û jinî nexoşe. «duktur mekînzî» îngilîsîman hate la, ke zor kurdîzan û şarezay karubar û ḧałî kurdistane. «duktur şefîq qezaz», «duktur miḧemmedî werzêr» xełkî silêmanî, jinî werzêr ke kîjêkî çîkosliwakî û kurdînasêkî baş bû, danişcûyekî ’êraqî be nawî mezher, sadqî biram, keşîş «yûsif meta» - ke xełkî silêmanî bû - saz bûn.

be coysim gut: dełên duktur miḧemmedî mukirîy êranî le parîse; ba bewîş biłêyn.

wek be de kesan qidîlkey biden le piřmey pêkenînî da û her xaw nedebowe.

- coys gałtem nekirduwe, bo pêdekenî?

- maława lewe cok xoştir çon debê?! duktur mukirî nexoşî xeyałat û ewhame. derdî ew le mu’alece derçuwe; be kes çarî nakirê; le sêberî xoy detirsê. her kes zengî derkey lêda yan telefonî bo bika lay waye hatûn bîkujin! xoy le ḧewt kunanda taqet deka. cinêwî gewre la ew emeye ke biłên to kurdî. êsta çonit ew qise qoře we bîr hat ke ewîş lem kobûnewe beşdar bêt û dîfa’ le gelî kurd bikat?!

meqalêkim nûsîbû ke bîxwênmewe; sadiq be feřansî tercemey kird. coys û tomabwa her çend zoryan pê seyr û diłtezên û îḧsas bizwên bû, bełam gutyan bo ew kobûnewe des nada. pêwîste derbarey gelêkî şerqî be corêk ke nezerî řojhełatnasan berew xoy bikêşê qise bikirê. le sałonêkî sorbon ko bûynewe. zor le ’ulemay řojhełatnas hatbûn gwêman lê bigirin; ke pirofsor lazar pêy řageyandibûn. keşe tomabwaman be ře’îsî kobûnewe hełbijrad. beyanatêkî zor ’almane û diłsozaney derbarey kurd û kurdistan gut. duktur kemal mezher be ziman îngilîsî derbarey tarîxî kurd û şeřekanî azadîxwazî qisey kird. zanayekî wirg zilî turk hesta gutî: le turkya kurd û meseley kurd nîye; hemû turkin û bêganey têda nîye! duktur kemal mezher cwabî dayewe ke le turkyada hemû kêwekan şayetî bûnî milyonha kurd le turkyen. kabray turk destî hełêna, îcazey xwast dîsan qise bika. tomabwa be lepî dest îşareyekî zor sûkayetî hênî bo kird ke îcazet nîye. bo xoy gutî: çon pêm wa bê em kabraye ’alim û řojhełatnase? yan pêm wa bê dersî xwênduwe? min eger nełên te’essub be xerc deda, detwanim biłêm le turkyada turk her nîye. ḧeyfe pyawî wa nezan le kobûnewey ’îlmîda beşdar bê! kabray turk hesta û řoyşit. be ’erebî, tomabwa be minî gut: ew sege çon le řûy hełat gûy wa bixiwa? înkarî şitêk bika ke le řoj aşkiratre?! zor le hawbeşan qiseyan kird û celse tewaw bû.

řojî axrî kongire - ke hemû mîwanan û xanexwêy feřansî le sałonêkî gewre ko bibûnewe - karubarî kongire û biřyarekanyan řageyand. le ser tirîbûnewe î’lan kira ke mîwananî kurd le cergey zanayanî řojhełatnasda be řesmî nasran û îdarey sorbon qerarî da merkezêk bo perepêdanî taqîq leser meseley kurd û nasandinî kurdistan û geşedan be ferheng û tarîxî, le ser budcey xoy bikatewe û kurdîş wek mîlletî tir ḧîsabî bo bikirê. řastî serkewtinêkî gewreman des kewt; ewîş le sayey tomabwa, pirofsor lazar û coys bilo bû. hezar řeḧmet le tomabwa ke demêke wefatî kirduwe; bełam bîstûme pirofsor lazar û coys şukur mawin. deyangut pirofsor lazar pitir le pazde ziman dezanê, ke be farsî qiseman dekird gutim: xozî kurdî fêr bay! gutî: leweta êwem dîwe zorim arezuwe zimaneketan fêr bim. ewa carê xerîkim zimanî japonî fêr debim; paşan xerîkî kurdî debim.

le kongireda cayzey kongire dira be kabrayek, sûrîy ser û dim û çaw bêtûk, detgut çewenderî sûre û pak kirawe! şikłêkî zor naşîrnî hebû; tenanet biroşî mûy pêwe nebû. kabra cûlekeyek bû; her le ketîbey qebranewe xet û zimanî fînîqî saz dabowe û kirdibûye kitêb û mirdûy sê çwar hezar sałey zîndû kirdibowe. ewendey bo le çepłe dira nebêtewe.