çapî şerefname

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  999 Dîtin

min şerefnamekey xom - ke dû car nûsîbowe - nîşan dan çapî ken. kê timaşay ka û eger pesendî kird le çap bidrê? gutyan duktur nacî ’ebbas. gutim: řawestin! ewe nûsînî mine. xeyamim çap kirduwe. eger nacî ’ebbas twanî pêşekîyekey min leser xeyam be řewanî wexwênê, qibûłme. duktur kurdî nazanê! gutyan edî kêt pê başe? gutim: ’ela’eddîn seccadî farsî baş dezanê û kurdîşî zor başe. beranberî nêwan metin û terceme bika. duktur kemal xoy le şerefnamey tercemey řûsîda yarîdey mutercîmî kirduwe û teşekkurî lê kirawe. kak mes’ûd hemûtan be edîbêkî gewrey dezanin. her yek lew sê kese pesnidyan nekird bom çap meken! ewan her sê pesnidyan kird. ew car hera leser heqî te’lîf peyda bû:

- sedî de bideyn? sedî de le qazanc yan le gişt?

hîç miteqim nekird. qerar dira sedî de le qîmetî giştî wergirim. îmza kira. gutim zerertan kird! eger cige le hîç ḧeqêk daway pûłtan le xom bikirdaye, ḧazir bûm pêncised dînartan bidemê her bom çap bikřê!

î’lan kira ke kam çapxane be kemtirî deka? her çapxaneyek deydî deygut em xeteman bo naxwênrêtewe. bo carî sêhem naçar pitir le pênc hezar řûpeřim şerefname nûsyewe. zor şewan gwêm le bangî sibeyne debû, min her demnûsî... degeł çapxaneyekî be nawî çapxaney «nu’man» le şarî necef pêkhatîn, bew şertey ke her řûpeřêkî min be îmzay xom le serî nenûsim «çap bikirê», ew ḧeqî nebê çapî ka. dû fořmeyan denarde kitêbxaneyek le xeyabanî «mutenebbî», ẍełetgîrîm dekird û demnardewe. carî wa buwe fořmeyekim çarde car ẍełetgîrîy kirduwe. ke dehat bo çap amade bê, xom le beẍdawe deçûme necef, axir nimûnem be çapkirawî dedît. carî wa bû dû şew le necef demamewe. gutyan dû hezar nusxe bê. zorim dad kird ke pitir bê; gutyan çend kitêbman çap kirdûn hezarîşî nefroşrawe. hêşta çwar fořmey çap kirabû gutim min pûłim nawê! sedî de kitêbim bidenê! be qîřuhoř twanîm pêyan bikem be dû hezar û pêncised nusxe ke dûsed û pencay xom bê û dû hezar û dûsed û pencayan bo bimênê. nirxî dînar û řubi’ danra ke debuwe bîst û pênc timen. kitêbfiroşîy hewlêr û kerkûk û suleymanî nedîde kiřîyan û ta sedî berg degîra, bo ewanman denard. bazařî řeşî peyda kird: zor zû be pênc dînar her fiřkey dehat. dûset û penca nusxey xom wergirt, debwaye be qanûnî koř sed nusxe bo nûser bexşiş bê; neyandamê. le payîzî 1972 dirabû be çapxane, le seretay hawînî sałî 1973 tewaw bû.