pêkenînî tał

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  841 Dîtin

bangyan kird: misafrî kerkûk swar bin! cêgem le pêşewe bo dandirabû. ’eynekî řeşim kirde çaw. gutim: bira min le pêşewe gêj debim. gurcê yekê le dwawe dabezî cêge bigořînewe. xom le naweřastî piştewe xizand. le řêge le diłda pêkenînim be xom dehat: sî û ewende sałe bo kurd û kurdistan mandûm û derdim dîwe û awarey wiłatan bûm û ḧebis û şewbêdarîm çêştuwe; êsta were le ’ereb netirsî, le kurdî xwêndewarî hawmeslekit bitirsî ke bitbînê, bitkujê!... dîsan be tirs û ayetelkursî le çemçemał derçûyn. caşêk ke hat le maşînekey řwanî, xom û bextim neynasîm. le kerkûkewe hatmewe hewlêr serî kak miḧemmed (mem) û tayer tewfîqim da û ewsa çûmewe beẍda.