derbarey şêx û derwêşî «şedełe»we

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 5 Xulek  1341 Dîtin

lêm řûne derbarey şêx û derwêşî şedełewe şithayekit bîstuwe! minîş wek to:

le zemanî mewlana xalîdda, şêx eḧmedî serdar yekêk le xelîfe xoşewîstekanî buwe û seyîdî berzencîye. nazanim key terîqeteke le řêgey nexşibendî lay dawe, bełam ber lewe biçme ’êraq, «ḧeme sûr» nawêk lew tayefe daway pêẍemberayetî deka û jin û mêrdî mirîdî ew têkeławin û hemû jin bo hemû pyawan ḧełałn û kes gwê be şer’ nada û zînayan le la gunaḧ nîye. dewłet ḧeme sûrî girt û birdye ḧebsî kerkûk. be setan le mirîdan- ke nîşane û diruşmyan qułedarêkî dest bû- çûn le dewrî kerkûk, jin û pyaw û mindał manyan girt, ta ḧeme sûr berdira. zor le melayanîş çûbûne naw ew terîqete. deyangut her kes çend řojêk le şedełe bê, ’eqłî degořê. min xom mela teha nawêkim le lubnan degeł bû. le nexoşxane mirîd bû. deygut hawbeşîyekî zor zor ’adłane bû; kes le kes têrtir û birsîtir nebû. ew deme ke min çûme şedełe, ḧeme sûr mabû; bełam damudezgake nemabû. ḧeme sûr lew berî dê ke şîwełeyekî nêwan bû dejya. çend kesêkî tirîşyanim denasî ke aẍayane dejyan û degeł pêşmergeda bûn. be qisey «mela baqî»- ke tarîxêkî zîndûy kurdistanî ’êraq bû- wextê beha’ułła le sergełû bû, karî kirdote ser biřway ew şêxane û le řêgey pêşûy ladawin.

sofîyek xizmetî dekirdin ke le ser yek qirpî dehatê. dyar bû le kone mirîdekanî zemanî cezim bûn buwe. şêx ’ebduřřeḧman deřoyşit, gutim: xwaḧafîzît lê dekeyn newek netbînînewe. gutî: debê sibey nan û ça bixon. gutim: ya şêx! ême beřojû nabîn. to parşewman bo binêre û berebeyan deřoyn.

dway parşêw xwardin bargînêkî cil kiraw ḧazir bû. gutî: swar be ta «hełedin». gutim: lazmim nîye. gutî: to lêm mebe mam ḧesenî feylî ke dwênê serma birdî! kabray xawen bargîn le řêge gêřayewe:

mam ḧesen- ke dûkandarêkî feylîy beẍdayî bû- hatbû serî ’ebdulḧisênî kuřî bida ke le hełedin be binkey pêşmerge řadega. şêx ’ebduřřeḧman le şedełewe minî řegeł xist ke le kwêstanê be tenê nebê. katê serkewtîne miley çyay pîremegrûn û mam ḧesen zanî ke min xełkî sergełûm, hełednîşî lê dyar bû, giřney girt ke to biçorewe małe xot. herçend gutim pûłî ta hełednim sanduwe û kwêstan bo nabełed xetere, behrey neda û be cinêw lêm cya bowe ke min xom be pyaw dezanim û be tenya deřom. le damênî çya lêy hełkirde kiřêwe û serma birdî.

ke geyştîne şwêneke, cê pê û cê kelakî mam ḧesen le befirda mabûn. dyar bû zorî le kiřêwe ser lê şêwa bû; zor le nizîk małan serma birdibûy. be ser serexoşîy mam ḧesenda hatim. mîwanî ’ebduřřeḧman qazî bûm. «mamosta herdî» şa’îr lewê bû. bedaxewe leber nahumêdî xoy mêşkî daxrabû; hemû şitî lebîr çûbowe. diłxoşî danewey min behrey neda. be zor wam kird ser û řîşî bitaşin. paş nîweřo çûme «malûme». kabrayekim be kirê girt be swarîy bimba bo mawet. şew nwêjî şewanêkî direng geyîne naw dêy «wiłaxlû». befir bû; sermaş sext. kabra gutî: to biço małî mela, minîş xizmêkim heye. gutim: řemezanan mîwan xwêntałe; danabezim. to biço be mela biłê mîwanêkit heye. eger řûy naxoş bû, zû were deçîne małe xizmeket. her çonê bê şewêke, řaydebwêrîn. mela hate der û gutî: fermû. jûrêkî zor germî pak û xawênî hebû. her timaşam deka û dełê: ḧeyfe pîr bûy, bedaxewe zor gořawî!

- mamosta min to nanasim. toş qet minit nedîwe; lêt gořawe.

- kak hejar to şitit lebîr çotewe! min nawim mela ’ebdułłaye. çend le sabłax pêkewe aşna bûyn û le komełeda hewał bûyn?!...

kawêjî jyanî komełeman kirde şewçere û zor xoş řabra. parşêw kewtîne řê. çêştengaw geyme mawet. dû şew lay barzanî û şêx miḧemmedî hersîn- ke berpirsî ewê bû- mamewe. paş dû şew degeł kamyonêk berew silêmanî řê kewtim. zor car kamyon le quřda gîrî xward û be ḧałeḧał, ga be swarî kamyon, gelêk be pê û be quř şêlan, şew geyştîne qawexaney qedî çyay «ezmiř». leber serma û bêpexefî nemanwêra binûyn. şewî mabû kewtîne řê; mela bangidan geyîne şar. xom kutaye paçexaneyek, nan û çam xward. nemdewêra derkewm; şagirdêkim nard cêgem le tirombîl bo peyda ka ta kerkûk. bo nemdewêra derkewm? le kurdî caş detirsam.